ŞIRNEX - Di serdema qeyûm de li Şirnexê baxçeyê tîkane hatibû çêkirin û terkî rizîbûnê hatibû kirin. Li şûna heman baxçeyî niha jî baxçeyekî sûnî yê bi bi milyonan TL’an hate çêkirin.
Cîgirê Waliyê Şirnexê Turan Bedirhanoglû ku di sala 2016’an de weke qeyûm li Şaredariya Şirnexê hate tayînkirin, li ser Cadeya Ş. Mehmet Esînê li ser qadeke 350 metreyan Baxçeyê Tîkane çêkiribû. Baxçe, bi propagandaya “berfirehkirina qada şînkatiyê” hatibû vekirin û sembolên weke Keştiya Nuh û komirê jî hebûn.
Bihayê baxçeyê bi qasî 3 milyon TL girt û beşeke mezin ê baxçeyê di şewata 27’ê Nîsana 2023’yan de bû xwelî. Piştî şewatê jî baxçe terkî qedera xwe hate kirin û bi demê re gihayê wê hişk bû. Îsal jî dîsa kesên nasnameya wan nediyar baxçe dîs texrîb kirin û êdî nema dikare were bikaranîn.
BAXÇEYÊ SÛNÎ YÊ BI MILYONAN LÎREYAN
Mehmet Yarka ê AKP’î ku di hilbijartinên 2024’an de bi rêya leşker, polîs û cerdevanên hatine veguhestin şaredarî xesp kir, li heman cihî îcar baxçeyeke nû yê tîkane çêkir. Baxçe, ji amûrên plastîk hatiye çêkirin û îhaleya wê jî dane Şîrketa Anonîm a Lîlozê û şîrketa Mesût Coşkun a MSC’ê.
Hat zanîn ku îhaleya baxçeyê sûnî bi 6 milyon TL’an hatiye dayin.