ENQERE - Serokên Meclisê yên berê tev li civîna 7’emîn a Komîsyona li Meclisê hatiye avakirin bûn.
Civîna 7’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirin, tê lidarxistin. Serokên Meclisê yên berê tev li civînê bûn. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş ji ber beşdariya wan, spasiya serokên meclisê yên berê kir.
Kurtulmuş, got: “Îro dê 10 serokên Meclisê bi me re bin. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên dijiyan, me 3 serokên Meclisê venexwendin civînê. Di rûniştina yekemîn de em ê li 5 serokên Meclisê guhdarî bikin. Li gorî qidemê, temen, tecrube û li gorî rêza serdema berê em ê mafê axaftinê bidin wan. Heke her yek ji wan bikarin di nava 20 deqeyan de nêrînên xwe bi me re parve bikin, dê ev gelek sûdewer be. Di rûniştina piştî nîvro de jî em ê li nêrînên 5 serokên Meclisê yên din bikin.”