AMED - Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka kurd bi xurtkirina rêveberiyên herêmî û hemwelatîbûna wekhev a kurdan dikare pêkan be.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku li meclisê hat avakirin, di 27'ê Tebaxê de guhdariya serokên baroyan kir. Serokê Baroya Amed Abdulkadir Guleç ku yek ji kesên ku ji hêla komîsyonê ve hat guhdarkirin, pêşketinên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de û gavên pêwîst ên ku divê werin avêtin nirxand.
PIRSGIRÊKA KURD DÊ ÇAWA ÇARESER BIBE?
Guleç diyar kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke sedsalî ye û nikare tenê bi pevçûnên 40 salên dawî were nirxandin. Guleç got: "Pirsgirêka kurd pirsgirêkek demokrasî û mafên mirovan e. Ew di heman demê de pirsgirêka paşguhkirina maf û azadiyên bingehîn ên kurdan e." Guleç anî ziman ku ji ber vê yekê wî ji komîsyonê re pêşniyaz kiriye ku destûreke bingehîn a nû were çêkirin ku hemû beşên civakê bigire nava xwe û wekhevîxwaz û azadîxwaz be. Guleç wiha domand: "Karbidestiyên rêveberiyên herêmî li Tirkiyeyê bi tundî hatine sînordarkirin. Sîstemeke nenavendî dê rê li ber demokratîkbûnê veke, demokrasiya herêmî xurt bike û tevkariyeke girîng di çareserkirina pirsgirêka kurd de bike. Pirsgirêka kurd dikare bi xurtkirina rêveberiyên herêmî, bi rêya pergaleke nenavendî, bi mafê perwerdehiyê yê bi zimanê dayikê û bi hemwelatîbûna kurdan were çareser kirin."
Guleç diyar kir ku astengkirina axaftina bi kurdî ya Dayikên Aştiyê pirsgirêka kurd tarîf dike û got: "Min jî got ku divê dewlet di qada giştî de bi zimanê kurdî re li hev bike. Ger ev bên bicîhanîn, ez piştrast im ku pirsgirêka kurd dê bi awayekî mayînde çareser bibe. Ew ê bêyî ku zirarê bide 86 milyon mirovên li Tirkiyeyê, çareser bibe. Min pêşniyazên baroya me yên ji bo çareseriyê bi vî rengî anîn ziman."
‘MAFÊ HÊVIYÊ' Û GUHERÎNÊN QANÛNÎ
Guleç destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan aktorên pêvajoyê ne. Guleç got: "Divê aktorên ku di çareseriyê de beşdar in raman û nêzîkatiyên xwe yên çareseriyê pêşkêşî komîsyonê bikin. Rê û rêbaza vê yekê dikare were destnîşankirin. Bi ya min, bêyî wan, pêvajoya çareseriyê dê qels be. Fêdeyeke girîng di guhdarîkirina Abdullah Ocalan de heye. Agahiyên li pişt perdê hene ku birêz Ocalan di gelek mijarên krîtîk de roleke erênî lîstiye û krîzê çareser kiriye. Divê komîsyon bi tevahî guh bide Abdullah Ocalan da ku ew karibe rola xwe bi bandortir bilîze. Divê di vî warî de rêz li 'mafê hêviyê' jî were girtin. Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) tavilê werin bicîhanîn û gavên berbiçav werin avêtin. Divê biryara DMME'yê, digel daxuyaniya birêz Bahçeli ya der barê 'mafê hêviyê' de, bi xwe re guhertinên qanûnî yên pêwîst bîne."
Guleç destnîşan kir ku ew car bi car binpêkirinên di çarçoveya pirsgirêka kurd de diqewimin parve dikin û got: "Bê guman, pirsgirêka demokratîkbûnê ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ye û pirsgirêka kurd rasterast bi qada hiqûqî ve girêdayî ne û me li ser vê mijarê gelek lêkolîn kirine. Em dixwazin pêşniyazên xwe yên der barê tevkariya di vê pêvajoyê de bi aliyên peywendîdar re parve bikin. Ji niha û pê ve, em ê li ser çareserkirina pirsgirêkê bixebitin."
Guleç anî ziman ku divê kes ji aştiyê netirse û got ku cihê aştî lê hebe li wir aramî, hiqûq û edalet heye.
MA / Rûkiye Payiz Adiguzel - Heval Onkol