Li Bazîdê amadekariyên zivistanê

AGIRÎ – Li Bazîdê welatiyên ku ji bo zivistanê penêr, rûn û qelî çêkirin, niha jî ketine tatêla çêkirina xwarinên di şûşeyan de (konserve). 
 
Li Agirî ku hewaya sar zû dest pê dike, niştecih ji bo temamkirina amadekariyên zivistanê dixebitin. Ew ji bo heywanên xwe giya û kayê û her wiha ji bo xwe jî qûtên wekî penêr, rûn, qelî û xwarinên di şûşeyan de (konserve) amade dikin. Li bajêr ku zivistan dijwar û dirêj in, niştecih hewl didin ku zivistanê bi amadekariyên ji niha ve, zivistana xwe rihettir derbas bikin.
 
PENÊR, RÛNÊ NIVÎŞK Û KONSERVE
 
Li gundê Taxilkan ê Bazîdê ku amadekariyên zivistanê lê berdewam dikin, malbata Zatsan ketiye tatêla amadekariyan. Faime Zatsan (57) û keça wê li gundê ku li quntarên Çiyayê Gilîdaxê ye, ji bo zivistanê konserveyan amade dikin. Faime Zatsan ku amadekariyên zivistanê dike û vê kevneşopiyê neqlî keça xwe dike, got: "Di nava rojê de, ez heywanan xwedî dikim û xwarinê çêdikim. Ber bi zivistanê ve, em amadekariyên xwe jî dikin. Pêşî, me penêr, rûnê nivîşk, qelî û çewşûr (cureyek tirşiyê) amade kirin. Niha em konserveyan amade dikin."
 
Faime Zatsanê ku got wê amadekariyên zivistanê ji zarokatiya xwe ji malbata xwe hîn bûye, lê êdî ne wekî berê ye. Wê destnîşan kir ku her tişt niha bi hêsanî li supermarketan tê peyda kirin û hişyarî da ku ev çand dê li cem nifşên bê bi tevahî winda bibe.
 
'EM Ê NEQLÎ NIFŞÊN NÛ BIKIN'
 
Berîvan Zatsan (30) ku di heman demê de alîkariya dêya xwe dike amadekarina konserveyan vegot. Berîvan Zatsanê diyar kir ku wan di destpêka Îlonê de dest bi çêkirina konserveyan kiriye û got: "Em mehekê amadekariyê dikin. Em du celeb amade dikin, yek ji bo menemen û yek jî ji bo pijandinê. Îro, em konserveyên ji bo menemenê amade dikin. Pêşî, em firingiyên xwe di ava germ de ji bo demeke kurt dikelînin. Ev rêbaz hêsantir dike ku çermê firingiyê were paqijkirin. Dûv re, em van firingiyan hûr dikin. Dûv re, em îsotên sor û şîn ji hev cuda hûr dikin. Bê guman, em pîvazan jî hûr dikin. Dûv re, em pîvaz û îsotan di kazaneke mezin de ku li ser êgir tê danîn, diqelînin. Piştî vê pêvajoyê, em firingiyan dixin nav qazanê. Piştî ku hemû malzeme bi hev re tên pijandin, em qazanê ji ser êgir radikin." 
 
Berîvan Zatsanê bi lêv kir ku piştî ku menemen amade dibe, ew tavilê dema ku hîn germ e wê dixin şûşeyan û got: "Em ji bo demsala zivistanê bi navînî 70-80 şûşeyan amade dikin. Dema ez biçûk bûm, dê û xaltîka min ev çêdikirin. Ez ji wan fêr bûm û niha ez wê amade dikim. Di pêşerojê de, ez ê vê çandê neqlî zarokên xwe bikim. Herêma me xwedî çandeke pir dewlemend û veşartî ye. Pêdivî ye ku em wê bi veguhestina nifşê bê zindî bihêlin." 
 
MA / Omer Akin
 
 

Sernavên din

11:26 Agir bi konên karkerên çandiniyê ket
11:18 Mûsa Anter li cihê lê hat qetilkirin tê bibîranîn ZINDÎ
11:04 Şewata li Mûglayê didome
10:58 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon tavilê 'mafê hêviyê' daxilî rojeva xwe bike
10:27 Li Girtîgeha Qerçekê mirineke biguman
10:21 SûrFest bi kargehan û konserê dest pê kir
10:10 Texsîvanê êrişî wî hat kirin jiyana xwe ji dest da
10:02 Ji bo Rojîn Kabaîşê serî li Wezareta Dadê hat dayîn
09:48 Welatiyên ji ber bendavê ji cihê xwe bûn, av bi dest wan nakeve
09:19 'Heya girtiyên nexweş neyên berdan aştî nayê'
09:09 Li Bazîdê amadekariyên zivistanê
09:06 Ji bo keça xwe ya bi hovîtî hat qetilkirin edaletê dixwaze
09:03 Parêzer Rengîn Ergul: Divê komîsyona ku komîteyê îşaret pê kir têkildarî 'mafê hêviyê' qanûnê amade bike
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2025'AN
19/09/2025
16:39 KCDK-E: Nabe ku ‘Mafê hêviyê’ were taloqkirin
16:24 Nexweşê Alzheimerê Batur 3 roj in winda ye
16:12 Dayikên Aştiyê yên Botanê: Heta Rêberê me azad dibe dê têkoşîna me bidome
15:24 Der heqê nûçegihana me ya nûçeya çeteya fihûşê çêkiribû de lêpirsîn hat vekirin
14:53 Kartpostalên nameya Ocalan li ser bû ji jinên girtî re hatin şandin
14:07 Li Cizîrê dê ‘Meclisa Ekolojiyê’ bê avakirin
13:43 Rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî Sumeye Reşîdî giran dibe
12:44 'Rêjeya mirinên zarokên karker ji sedî 10 zêde bû’
12:36 Fîlozofê Awûsturyayî Pfaller piştgirî da Ocalan
12:23 Dayikên Aştiyê pêşkonferans li dar xistin
12:06 Prof. Bromberger: 'Jin, jiyan azadî' serhildana li dijî pergala patriyarkal e
11:18 Li dijî tundiya sîstematîk têdikoşin
10:55 Li Şengalê goreke komî hate dîtin
10:43 DEM Partî: KE dibêje teqez ‘mafê hêviyê’ sererast bikin
10:28 DYA’yê cara 6’an pêşnûmaya agirbestê ya ji bo Xezeyê veto kir
10:20 Li Sêweregê di 10 mehan de herî kêm 11 ciwan neçarî întîharê hatin kirin
09:17 'Divê gava ewil a dewletê azadiya Ocalan be'
09:16 Belgeyên sextekariyê yên Acar derketin holê: Nasname û dîploma sexte ne
09:12 33 sal di ser qetilkirina Apê Mûsa re derbas bûn: Kiryar nehatin dîtin, dosye hat girtin
09:06 Herêm ji navendê zelaltir e: Madem hûn dibêjin 'aştî', bila Ocalan were li Meclisê biaxive
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2025'AN
18/09/2025
17:08 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê Meclis tavilê ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe û bibe yasa
16:30 Bi sedhezaran kes li Fransayê daketin qadan
16:26 Rûspiyên Eyn Îsayê: Em bi HSD’ê re ne
16:20 Eren Keskîn: Dema komîteyê daye pir dirêj e
16:05 ‘Divê Komîteya Wezîran gavên lez û bibandor biavêje’
15:28 Civîna 11’an a komîsyonê: Lêgerîna aştiyê ya Kurdan tenê bêdengbûna çekan nîne
15:07 Komeleya Hîzbûllahî li komîsyonê provokasyon kir: DEM Partiyê eywan terikand
14:24 Doza 19 rojnamegeran: Dê li 10 şahidan neyê guhdarîkirin, qedexeya derketina derve nehat rakirin
14:03 Bedirhanoglû ji komîsyonê re got: Rêveberiya xwecihî dixwazim
13:42 Ahmet Temîz piştî 31 salan hate berdan
13:06 Îddia: Midûra girtîgehê ji bo paşeroja xwe ya tarî veşêre tehliyeyan taloq dike
12:53 Dayikên Aştiyê amadekariya konferansê dikin
12:49 KE’yê ji bo berdana Demîrtaş bang kir
11:58 Di meşa ‘Mafê hêviyê’ ya li Amedê de daxwazên derketin pêş
11:51 Civîna 11’an a komîsyona li Meclisê dest pê kir
11:06 Ji Komîteya Wezîran biryara navberê: Dem da Tirkiyeyê, bal kişand ser komîsyonê
10:56 Welatiyên Wanê: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e
10:48 Qeyûmê Wanê gavên provokator diavêje
10:24 Li Gimgimê dema komkirina hingiv e: Îsal hem hingiv hem jî qelîte kêm e
09:53 Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hat aşkerakirin
09:07 Hûrgiliyên çûnûhatina dîplomasiya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê
09:06 ‘Pêvajoyeke çareseriyê ya ku jin tê de jiyana hevbeş misoger dike'
09:04 Jiyana di şert û mercên erdhejê de pirsgirêkên tenduristiyê zêde kirin
09:03 Piştî projeyên rantê hatin redkirin, dest bi reşkirina DEM Partiyê kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2025'AN
17/09/2025
20:41 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Mafê hêviyê ji bo entegrasyona demokratîk mifteyeke girîng e
19:55 Li Wanê bi hezaran kes ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
18:45 Di civîna komisyona meclisê de akademisyen hatin guhdarîkirin
16:57 Şaredarê Bayrampaşayê ji peywirê hate girtin
16:56 Hikûmeta demkî ya Nepalê şîna neteweyî ragihand
16:46 Tehliyeya Belgîn Kanatê hate astengkirin
16:39 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Ocalan daketin qadan
16:29 Li Wanê ji bo meşê banga dawî
16:27 Rejîma Îranê di 3 salan de 2 hezar û 910 kes darve kir
15:49 Kurtulmuş: Divê em destê xwe lez bigirin
15:34 Ji hunermendan çalakiya ‘Civakîkirina aştiyê’
15:26 Nehiştin Demîr ê 30 sal in girtî ye tev li torena cenazeyê birayê xwe bibe
15:19 Komkujiya li Êlihê hate protestokirin
15:02 Ji bo doza ‘Lihevkirina bajar’ bang hate kirin
14:53 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Zeyneb Celaliyan bang kirin
14:20 Civîna 10’an a komîsyonê dest pê kir
14:03 Ji Zeyneb Celaliyan name: Li dijî zilmê bêdeng nemînin
14:01 Abdullah Ocalan: Pêvajo gihiştiye qonaxa çareseriya hiqûqî
13:34 Xeta ‘Alo Şîddet’ê ku qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
13:23 Biryara AYM’ê tune tê hesibandin: 'Dewriyaya dijîtal' 25 hesab asteng kir
13:15 Li Mêrdînê êriş li bijîşkekî hate kirin
13:10 Danişîna bersûcê hewl da Z.Ş. qetil bike hate taloqkirin
13:05 DBP’ê banga ‘Mafê hêviyê’ li hikûmetê kir: Biryarê bicih bînin
13:03 ‘Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike û li ser sererastkirina yasayan biaxive’
11:57 Dayika Kazanhan ji dadgehê re got: Gelo hûn kujer vedişêrin?
11:30 Profesorê Îranî Dabashi: Banga Ocalanê zana dê li ser herêmê bandoreke mayinde bike
10:54 Cîgirê Şaredarê Koycegîzê Ornek hate binçavkirin
10:53 Li Mûglayê şewata daristanê
10:27 Serokeşîrên Ereban: Peyama Ocalan xwişk-biratiya gelan xurt dike
10:19 Mûsa Anter dê li Amed û Mêrdînê bê bibîranîn
09:52 Ocalan koça ber bi Ewropayê ve rexne kir: Polîtîkayeke koçberkirinê ya bi zanebûn e
09:35 Nêzî salekê ye di navbera Amed-Wanê de li edaletê digere: 'Çi bi serê Rojînê hat?'
09:32 Bendewariya xizmên girtiyan ji pêvajoyê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan
09:31 Prof. Kariane Westrheim: Divê konsey têkildarî 'mafê hêviyê' Tirkiyeyê têxe nava tevgerê
09:30 Tirkiye li Sûriyeyê êgir gur dike
09:26 Çakmak ê HDK'î: Armanca sereke civakîbûna aştiyê ye
09:15 Bavê Şerzan Kurt: Hêviya me ji pêvajoyê heye, em wekheviyê dixwazin
09:11 Huseyin Tosû: Divê bendên li ber mafê perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin
09:09 Cîhana dengbêjên çavên wan nabînin: Xewnên Tarî
09:05 Pirtûkxaneya zanîngehê tahsîsî walîtiyê hat kirin