DAD dê li Gimgimê şaxekê veke: Em ê bersiva asîmîlasyonê bidin

  • rojane
  • 09:25 24 Îlon 2025
  • |
MÛŞ - DAD, amadekariya ku li navçeya Gimgim a Mûşê şaxekê veke dike. Alî Asker Bîngol ku wekî hevberdevkê şaxê hatiye diyarkirin, got ku ew ê li Gimgimê ji bo têkoşîna li dijî asîmîlasyon û înkarê xeta têkoşînê ava bikin. 
 
Elewiyên ku di tevahiya dîrokê de bi komkujî û asîmîlasyona bawerî re rû bi rûmane, têkoşîna xwe ya li dijî asîmîlasyon û înkarê didomînin. Elewiyên ku gelek caran bi komkujiyên wekî Sêwaz, Mereş, Koçgirî û Dêrsimê re rû bi rû mane, armanc dikin ku bi rêya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk torên xwe yên têkoşîna li dijî asîmîlasyonê berfireh bikin û daxwaza hemwelatîbûna wekhev, naskirina baweriya wan û bidawîanîna polîtîkayên înkarê bikin. Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) ku bi salan e ji bo nasnameya elewîtiyê têdikoşe, amadekariyan dike ku li navçeya Gimgim ya Mûşê, navçeyeke ku bi piranî elewî lê dijîn, şaxekê vek. Alî Asker Bîngol wekî hevberdevkê şaxê hatiye diyarkirin, diyar kir ku wan amadekariyên xwe temam kirine û piştî ku prosedurên pêwîst temam bibin, dê li Gimgimê şaxekê vekin.
 
Bîngol got ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên baweriyê yên elewiyên li Gimgimê dijîn û ji bo ku elewîtiyeke li gor elewîtîya Rea Heq pêk bînin, bixebitin. Bîngol da zanîn ku li Gimgimê nêzîkî 50 gundên elewiyan hene û got: "Li navçeyê pirsgirêkeke cidî ya koçberiyê heye. Ez şaş bim nifûsa me, tevî gundan, niha 30 hezar e. Nêzîkî nîvê vê yekê elewî ne û nîviyê din jî sunnî ne. Bi rastî, di tevahiya dîrokê de, elewî her tim bi zilm, înkar û asîmîlasyonê re rû bi rû mane. Di komkujiyên Dêrsim, Sêwaz, Meraş û Çorumê de û di roja me ya îro de di bûyerên Gaziyê de, elewî bûn hedef. Di nav vê pergalê de, di vî şerî û aloziya li Rojhilata Navînê de, elewî bi gefan re rû bi rû ne; wekî ku me li Sûriyeyê jî dît. Civaka elewî pirsgirêkeke xwe ya baweriyê heye. Pirsgirêka wan a pêşxistina baweriya xwe û xweparastinê xwe heye. Rastiyeke gel a wekî belawelabûn, bêxwedî, bê sazî û polîtîkaya asîmîlasyonê heye. Ji bo bersivdayîna vê yekê û rabûna li dijî asîmîlasyonê, me ev xebat da destpêkirin ku elewî karibin baweriya xwe li ser bingeha Ra Heq a rastîn pêk bînin."
 
'NETEW-DEWLET DIXWAZE GELAN BIHELÎNE'
 
Bîngol destnîşan kir ku dewlet di dîrokê de hewl daye ku her tim gelan di bin netew-dewletê de bihelîne û got ku ji civakên herî zêde ji vê bandor bûne yek jê civaka elewî ye. Bîngol wiha domand: "Mînaka vê yekê Serokatiya Elewî-Bektaşî ye ku di bin Wezareta Çandê de hatiye avakirin. Ev di esasê xwe de têgihîştina dewletê ye ku 'Ger elewîtî hebe û were qebûlkirin, divê di bin banê min de, di nav sînorên min de be.' Elewîtî ne  baweriyeke wisa ye. Elewîtî, her gav xwedî taybetmendiyeke civakî ya xwezayî, exlaqî û siyasî ye û pergaleke ku îro jî pîvanên komunî dihewîne." 
 
'DIVÊ ELEWÎ XWERÊVEBERIYAN AVA BIKIN'
 
Bîngol ku bang li Elewiyan kir ku li dijî zilm û asîmîlasyonê rabin, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi Bangewaziya Civaka Demokratîk re, di pêvajoya ku Tirkiye ketiye de, em dixwazin ku Elewî li ser esasên nêzîkatiya Rea Heq werin cem hev, xwerêveberiya xwe û saziyên xwe biafirînin û di nav van saziyan de zîyar-dîyarên xwe ava bikin. Xebata me ya di vî warî de dê bi awayekî plansazkirî û rêxistinkirî bidome. Hewzeya elewiyan a Xinûs û Kanîreşê jî tê de, em ê bi şaxan û sazûmaniyê bersiva van pêdiviyan bidin. Em her wiha dixwazin ku gelê me di vî warî de piştgiriyê bide xebata Komeleya Elewiyan a Demokratîk û beşdar bibe. Mixabin, saziyên elewiyan ên ku bi têkoşînê derketine holê, ji dêvla ku pirsgirêkên baweriyê çareser bikin, li şûna wê ew bûn parçeyeke ji asîmîlasyonê. Em hêvî dikin ku ev sazî vegerin eslê xwe yê rastîn û baweriya xwe li gorî xwezaya xwe ya rastîn bijîn."
 

Sernavên din

30/09/2025
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye
12:02 Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin
12:01 Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
11:44 TOHAV dê çalakiya ‘di perwerdeyê de zimanê dayikê’ li dar bixe
11:02 Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin
09:59 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
09:08 Ûnvana 'bilindahiyê' ya Gola Masîya ji dest wê çû
09:07 Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
09:06 Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin
09:04 Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin
09:02 Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
25/09/2025
18:53 Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn
16:12 Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
15:52 Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
15:51 Der heqê Demîrtaş de dozeke din hate vekirin
15:51 Somayeh Raşîdî li Girtîgeha Qerçaxê jiyana xwe ji dest da
14:50 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê konferansa xwe li dar xist
13:31 Di doza Durdu de daxwaza raporan hate kirin
13:25 Rojnameger Heval Arslan hate binçavkirin
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’
11:41 Fîlozof Rebecca Goldstein ji bo banga Ocalan piştevanî xwest
11:40 ANHA servîsa xwe ya Tirkî digire
11:14 TJA dê ji Amedê bimeşe Enqereyê: Azadiya Ocalan, azadiya me ye
10:54 Coşkun: Guhdarîkirina komîsyonê ya li Ocalan ne tawîz e, mecbûriyet e
09:58 Ezio Menzione: Helwesta dewletê dê di pêvajoyê de diyarker be
09:55 'Ji bo baweriya bi pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan divê'
09:13 Erdogan wekî sala malbatê ragihandibû: Di 9 mehan de zêdetirî 200 jin hatin qetilkirin
09:07 'Diviyabû Komîte ji bo mafê hêviyê guherîneke hiqûqî ferz bikira'
09:06 Ava qirêj a 8 navçeyan diherike Gola Wanê
09:04 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Li ser atletê wê xwîna aîdî jinekê hatiye tespîtkirin