Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut: Divê dewlet demildest gavên qanûnî biavêje

  • rojane
  • 09:20 2 Cotmeh 2025
  • |
img
STENBOL - Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut ku yek ji rêveberên kampanyaya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka kurd" got: "Divê dewlet demıldest gavên qanûnî biavêje."
 
Kampanyaya "Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka kurd" ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, dikeve sala xwe ya sêyemîn. Kampanyaya ku bi daxuyaniyên hevdem li 74 navendên li çaraliyê cîhanê ji bo pîrozkirina rojbûna 74'emîn a Abdullah Ocalan hat destpêkirin ku ji gelek komên li çaraliyê cîhanê piştgiriya wê tê kirin, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, parêzvanên mafên mirovan, fîlozof, xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê, rêxistinên jinan û nûnerên gelên xwecihî piştgiriyê didinê. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrutê bi bîr xist ku kampanyaya ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de dest pê kir, niha dikeve sala xwe ya sêyemîn. Zubeyde Zumrutê diyar kir ku ew ê di sala sêyemîn de jî çalakiyên xwe bidomînin. Zubeyde Zumrutê anî ziman ku ew ê kampanyayê heta rakirina tecrîdê bidomînin û got: "Armanca me ya bingehîn ew e ku em azadiya fizîkî ya birêz Ocalan ku muxatab û mîmarê sereke yê pirsgirêka kurd e, misoger bikin. Ji ber vê yekê me ev kampanya da destpêkirin."
 
'AZADIYA OCALAN AZADIYA KURDAN E'
 
Zubeyde Zumrutê destnîşan kir ku kurd ji dema ku Abdullah Ocalan di sala 1999'an de radetsî Tirkiyeyê hatiye kirin li dijî tecrîd û îzolasyonê têdikoşin û got: "Ji ber ku gelê kurd vê dizane: Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelê kurd e. Ji ber vê yekê kurd û dostên wan, çawa ku di sala 1999'an de li dijî komployê li ber xwe dan û Rêber Apo parastin, îro jî bi têkoşîn û fedakariyeke hîn mezintir xwedî li Rêberê xwe derdikevin." 
 
Zubeyde Zumrutê diyar kir ku ramanên Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê bersivek dîtine û komplo bi têkoşînê hatiye pûçkirin. Zubeyde Zumrutê anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya li dijî komployê hatiye destpêkirin, li seranserê cîhanê veguheriye rêxistineke azadiyê. Zubeyde Zumrutê bi bîr xist ku kampanya bi daxuyaniyekê li 74 navendan bi boneya rojbûna 74'emîn a Abdullah Ocalan dest pê kiriye û got ku li seranserê qadeke fireh, ji Ewropayê bigire heta Amerîkaya Latîn û ji wir jî heta Asya û Afrîkayê, daxuyanî hatine dayîn.
 
'TECRÎD DIDOME'
 
Zubeyde Zumrutê çalakiyên li Ewropayê yên du salên dawî di çarçoveya kampanyayê de hatine lidarxistin bibîr xist û got: "Gelê kurd û dostên wan di vê mijarê de zelal in: Ji bo ku şerên li cîhanê bi dawî bibin û ji bo ku li Rojhilata Navînê aştiyeke mayînde pêk were, divê birêz Ocalan azad be. Tecrîda mutleq a ku 27 sal in li Îmraliyê li ser birêz Ocalan tê ferzkirin veguheriye krîzeke siyasî. Di demekê de ku Rêber Apo li dijî tecrîda mutleq a li Îmraliyê guherînek, veguherîn û têkoşîneke cidî ya rewşenbîrî dimeşîne, gel li derve li dora paradîgmaya wî û manîfestoya wî ya azadiyê bi têkoşîna xwe bûne yek. Gel êdî qebûl nake ku Rêber Apo li Îmraliyê bimîne û kampanya û têkoşîna bi biryar a ku du sal in didome bi awayekî qismî encam daye. Ez qismî dibêjim ji ber ku bi banga birêz Ocalan a 27'ê Sibatê re, hin gav ber bi çareseriya pirsgirêka kurd ve hatin avêtin. Piştî wê hin hevdîtin çêbûn; lê ev ne tenê encam e, ji ber vê yekê, tecrîd berdewam dike. Ji bo bidawîkirina kampanyaya me, divê pergala tecrîda Îmraliyê bi tevahî were rakirin û Rêber APo bi temamî azad bibe." 
 
'DIVÊ BAHÇELÎ SOZA XWE BI CIH BÎNE'
 
Zubeyde Zumrutê bal kişand ser ku salek di ser gotinên Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî yên der barê "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan de derbas bûye û got: "Salek di ser gotina Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ya 'Bila Abdullah Ocalan were û li Meclisê biaxive û bila mafê hêviyê were bicîhanîn' re derbas bûye. Ger Tirkiye bang li birêz Ocalan dike, çima mafê wî yê hêviyê bicîh nayne? Madem ku wan pêvajoyek daye destpêkirin, bang kirine, divê şertan bicîh bînin."
 
'DIVÊ DEWLET DEMILDEST GAVAN BIAVÊJE'
 
Zubeyde Zumrutê bal kişand ser gavên piştî banga Abdullah Ocalan hatine avêtin û wiha domand: "Lêbelê, di vê qonaxê de, der barê pêvajoyê de tu gavên qanûnî yên berbiçav nehatine avêtin. Pirsgirêka kurd ne tiştek e ku tenê bi bersiveke erênî ji banga Rêber Apo re were çareserkirin; ew pirsgirêkek e ku divê li ser maseya danûstandinan were çareserkirin. Di vî warî de, birêz Ocalan û PKK'ê erkê xwe kirine û divê dewlet demildest gavên qanûnî bavêje. Divê ev yek bi zelalî were gotin: Rêber Apo hîn jî li Îmraliyê tê girtin û dewlet dikare her dem bi malbat, şande an parêzerên wî re hevdîtinê bike. Em dibînin ku dewlet di vê mijarê de jî nêzîkatiya xwe diparêze. Divê dewlet demildesy gavên qanûnî biavêje."
 
MEŞA 8'Ê MIJDARÊ
 
Zubeyde Zumrut anî ziman ku ew ê di 8ê Mijdarê de li Koln a Almanyayê di çarçoveya kampanyayê de meşeke mezin li dar bixin û her kesî vexwand meşê. 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

07/10/2025
17:02 Li Elkê û li Silopiyayê standên îmzeyê hatin danîn
16:16 Şîna Daniş û Acar bi girseyî hate ziyaretkirin
16:13 Yuksel Genç: Meşeke 26 sal in didome ye
15:01 Jinên ku ber bi Enqereyê ve meşiyan dê li Meclisê hevdîtinan bikin
14:58 Bahçelî: Divê komîsyon biçe Îmraliyê
14:20 Ji bo meşa li dijî komployê banga tevlibûnê
13:23 Li Meclisê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
13:20 Danişîne Nîmet Tanrikulu hate taloqkirin
12:38 Tulay Hatîmogûllari: Aştî dê rê li ber avakirina Komara Demokratîk veke
12:37 Şaredariya Nisêbînê dê ‘Mihrîcana Çand û Hunerê’ li dar bixe
11:41 Danişîna rojnameger Nûrcan Yalçin hat lidarxistin
11:32 Qeydên dibistana Egîdê Cimo didomin
11:17 Mehmet Uzun dê li Amedê bê bibîranîn
10:47 Muzakereyên Hamas û Îsraîlê didomin
10:35 Di şewata 15 kes miribûn de faîl nehate tespîtkirin!
10:24 Jinan li Enqereyê bang kir: Gavên siyasî û hiqûqî biavêjin
09:54 Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirin
09:41 Qirkirina daran a li Eskarê ber bi Beyrokê ve fireh bû
09:37 Li Mêrsînê mînîbûsa karkeran qeza kir: 5 kes mirin
09:21 Hevberdevka Yekitiya Demokratîk: Divê em li ser statuya gelê Kurd bisekinin
09:16 Bi perspektîfa Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:11 Meşeke bêdawî: Bi hêviyê ber bi azadiyê ve
09:06 Dikandarên Bazara Gel a Mezin li benda çareserkirina pirsgirêkan in
09:04 Ji bo mitînga Êlihê bang: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadê bin
09:02 Li Pasûrê dema gûzan
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2025'AN
06/10/2025
22:41 Jinên ku gihîştin Enqereyê: Bila Abdullah Ocalan serbest bê berdan
22:34 Mîhrîcana Hîlarê bi konsera Xecê û Xêro Abbas bi dawî bû
18:39 Jinên ji Amedê meşiyan li Enqereyê ne
16:58 Di Şahiya Gastronomiyê ya Hîlarê de ji bo zarokan pêşbirk hate lidarxistin
16:56 16 baroyên Kurdistanê: Çareseriya mayinde bi esasgirtina serweriya hiqûqê dibe
15:53 Li Pasûrê li dijî talanê mitîng: Em bi hev re jiyanê biparêzin
15:17 Kurt piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin: Em ê têbikoşin
14:00 Ji ber ferzkirina kelemçeyê red kir nehat tedawîkirin
13:41 Gelek kes çûn serdana şîna Zeynep Kayayê: Dê di têkoşîna me de bijî
13:29 Talebanî: Ji bo Êzidî vegerin ser axa xwe em ê piştgiriyê bidin
13:22 Têkildarî firotina tîşortên bi ‘Torosa Spî’ serlêdana sûc hate kirin
13:17 Profesor Robinson: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
13:12 Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine dorpêçkirin
12:57 Serokwezîrê Fransayê îstîfa kir
12:17 Ji têkoşîna çekdarî ber bi akademîsyeniyê ve: Divê Ocalan bê şert azad be
12:09 Çîgdem Dogû: Divê jin bi awayekî komunal xwe birêxistin bikin
11:55 Baroya Amedê banga berdana Demîrtaş û girtiyên din kir
11:26 Çeteleya JINNEWS’ê ya meha Îlonê: 19 jin hatin qetilkirin
11:16 Fuad Bêrîtan: Em li Îranê ji bo hemû senaryoyan amade ne
10:55 Jin dixwazin keda wan bê dîtin
10:31 Encama Xelatên Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersozê diyar bûn
10:15 Di bîranînên Mîralayê Rûs Tomîlov de bajarê Amedê
09:58 Li Elkê wêneyê talanê: Daristanên Kespiyanişê di 3 mehan de hatin tunekirin
09:45 Li dijî Rafîneriya Zêr a Stenbolê operasyon: 21 kes hatin binçavkirin
09:37 Planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê: Dixwazin bi destê eşîran zemîna şer ava bikin!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2025'AN
05/10/2025
16:57 Hikûmeta Demkî ya Şamê cejnên gelan tune hesibandin
16:40 Meşa jinan gihîşt Mersînê: Rêya firsenda dîrokî di Îmraliyê re derbas dibe
15:04 Rêya Tebqa-Selemiyê hat girtin
14:52 Ji Koreya Bakur li hemberî leşkerên amerîkî 'tevdîrên taybet'
14:44 Li Laziqiyê êrişî rojnamevanekê hat kirin
14:34 Ji bo Stenbolê hişyarî: Ava bendavan kêm dibe
14:28 Ji bo Gedîk ê ku ji ber gotina ‘rêzdar Ocalan’ tehliyeya wi hatibû taloqkirin serlêdan hate kirin
14:01 Dêr Hafir hat bomberankirin: Kesek birîndar bû
13:52 Peyam ji bo meşê: Divê Ocalan azad be
13:49 Îranê kolberekî kurd kuşt
13:42 Xwebûn bi manşeta ‘Ji bo Azadiyê’ derket
13:41 Di 9 mehên dawî de li Îranê 38 jin hatine darvekirin
13:26 Nagihan Akarsel li Manîsayê hat bibîranîn
13:24 Peyama Komîteya Dîplomasiyê ji bo meşvanên jin: Em hêzeke mezin ji sekna we werdigirin
13:11 Li Nepalê ji ber barana zede herî kêm 42 kes mirin
13:05 Hikûmeta demkî dest bi tayinkirina endamên meclisê kir
12:45 MKG'ê rapora binpêkirinan a Îlonê eşkere kir
12:45 Îsraîl rexmê ‘plana aştiyê’ êrişê Xezeyê kir
12:30 'Bila perwerdehiya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê misogerkirin'
12:13 Hatîmogullari û Bakirhan bi Mirovên Aqilmen re civiyan
11:59 Piştî 30 salan hat berdan: Em xwedî li banga Ocalan derdikevin
11:58 Îranê girtiyekî kurd bi darve kir
11:52 Bang ji bo fînala meşê
11:37 Ji meteorolojiyê hişyarî der barê baranê de
11:29 Lijneya Tahkîmê dê 'cezayê ji ber reklama kurdî' vekole
11:03 Hevseroka MEBYA DER’ê ya Şirnexê: Em bi avakirina gorên rûxandî ve aştiyê bidin destpêkirin
10:50 HES, Sûlava Bêgiriyê ziwa dikin
10:08 'Di kampanyayê de daxwaza zimanê dayikê, azadiya Ocalan û aştî derketin pêş'
09:52 ‘Li Herêma Federe ya Kurdistanê alozî dibe sedema koçberiyê’
09:29 Hejmara 136'emîn a Kovara Jinê derket
09:15 Hevserokê KNK'ê: Dê komplo bi yekîtiya neteweyî bi temamî pûç bibe
09:00 ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2025’AN
04/10/2025
18:52 Bi girseyî serdana şîna Bûlûş û Bûmîn hat kirin
17:20 Ji bo Komkujiya 10'ê Cotmehê bîranîn
16:57 Tûrhanê ku ji girtîgehê derket: Dem dema bi rêbertiya azad civaka azad e
16:37 Kongra Star: Divê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe
16:08 Li Pîranê şewat
16:01 Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê dest pê kir
14:56 'Platforma Şiyar Be ya Şirnexê' hat avakirin
14:05 Nagîhan Akarsel li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn
14:00 ÎHD û xizmên windayan li aqûbeta Aslan, Narîn û Gumuş pirsîn
13:27 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser hevdîtinên temam kirin
13:22 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn
12:48 Jinan li Dîlokê Hakî Karer li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn
11:37 DFG: Bila kesên Nagihanê qetil kirin bên eşkerekirin
11:07 Ji Pexşan Ezîziyê bersiv ji bo DYA'yê: Divê dest ji gurkirina komkujiyan berde
11:01 Ocalan zêdetirî 26 sal in di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin
09:49 Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve giredayiye