Meşvanên jin li Xelfetiyê ne: Azadiya Rêbertiya me xeta me ya sor e

  • jin
  • 17:03 2 Cotmeh 2025
  • |
img

RIHA - Siyasetmedara Kurd Leyla Guven ji bo meşa “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” a di roja duyemîn de didome nameyek şand û got: “Azadiya Rêbertiya me xeta me ya sor e.” 

 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş da destpêkirin û meş gihişt navçeya Xelfetî ya Rihayê. Meşvanên ku di saetên serê sibehê de bernameya xwe ya li Curnê Reş emam kirin û dest bi meşê kirin, li Parka 4’ê Nîsanê ya li navenda Xelfetiyê ji hêla bi sedan jinan ve hatin pêşwazîkirin. Meşvan, bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û "Mafê heviyê mafê gelan e” hatin pêşwazîkirin. 
 
JI LEYLA GUVENÊ PEYAM  
 
Piştre jî girseyê tevî meşvanan govend gerand. Di daxuyaniya li vir de ji ewil peyama siyasetmedara Kurd Leyla Guven şandî hate xwendin. 
 
Peyama Leyla Guvenê wiha ye: 
 
“Jinên delal…  Têkoşîna me li dijî zîhniyeta serdest ku hewl dide pêşeroj û hêviyên gelê me bidize, bi hebûna me dest pê kir. Jin dizanin ku zîhniyeta serdest ne çarenûsa tu civakê ye. Ji ber vê yekê ew hewl didin ku jinan tecrîd bikin û di her fersendê de ji jiyanê qut bikin da ku ev rastî neyê naskirin. Tevî hemî polîtîkayên zordar ên pergala serdest, em di girtîgehan û di her aliyê jiyanê de difikirin, hildiberînin, dinivîsin û xêz dikin. Qîrîna 'Jin jiyan azadî' ku dev bi dev, welat bi welat û li her meydanek giştî tê bihîstin mînaka herî berbiçav e. Divê ew bizanin ku jin mîna kevirên di çem de ne. Ew bi hêsanî nayên tunekirin.
 
Her çend laşên me dîlgirtî bin jî, dilên me dê bi we re bin. Hûn li ser wan rêyan in wekî neviyên hemî jinên ku li wan axan dijîn, Kurd, Asûrî, Suryanî, Ermenî, Tirkmen. Em meşa we bi giyanek hevaltiya komunal a li ser bingeha hesasiyeta jinan a ji bo 'Banga ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' a fîlozofê serdema me, rêberê gelan, Birêz Abdullah Ocalan, silav dikin. Azadiya rêbertiya me, ya ku got 'civak bêyî azadiya jinan, azad nabe' û şoreşa jinan a yekem a cîhanê pêk anî, xeta me ya sor e. Rewşa wî wekî danûstandinkarê sereke jî azadiya wî hewce dike. Di ronahiya azadiya rêbertiya me de, em jin niha rê û çarenûsa xwe diyar dikin. Hezar silav ji hevalên ku di vê rêyê de bûne stêrk.”
 
'OCALAN BI BERXWEDANA XWE DÎWAR TUNE KIR’ 
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçarê got ku meşa jinên Kurd tu caran xelas nebûye û got: “Mînaka herî mezin a neçareserkirina pirsgirêka Kurd û bêtehemûliya li dijî Kurdan Îmrali ye. Li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî fîzîkî dîwar hene lê ev dîwar bi berxwedana birêz Ocalan hatine tunekirin.”
 
'OCALAN TIŞTA PÊWÎST KIR’
 
Çîgdem Kiliçgun Uçarê bal kişand ser “Mafê hêviyê” û biryarên DMME’yê û got: “Nêzî saleke pêvajoyek heye. Di vê pêvajoyê de birêz Ocalan tişta pêwîst kir. Ji bo aştiyê tişta ji dest kir. Tevgera Azadiyê ya Kurd çekên xwe şewitand. Lê dewletê heta niha tiştek nekiriye. Komîsyona li Meclisê hema hema li her kesî guhdarî kir lê li aktorê sereke yê pêvajoyê, li birêz Ocalan guhdarî nekir.Divê komîsyon teqez li birêz Ocalan guhdarî bike.”
 
'HETA KU AZAD DIBE EM Ê BIMEŞIN’ 
 
Çîgdem Kiliçgun Uçarê anî ziman ku divê Meclis gavên bi wêrek biavêje û axaftina xwe wiha qedand: “Kurd dixwazin bi rêbertiya xwe bimeşin. Heta ku birêz Ocalan azad dibe dê meşa me jî bidome.” 
 
Piştre jî jin ber bi avahiya DEM Partiyê ya navçeyê ve meşiyan. 
 

Sernavên din

07/10/2025
17:02 Li Elkê û li Silopiyayê standên îmzeyê hatin danîn
16:16 Şîna Daniş û Acar bi girseyî hate ziyaretkirin
16:13 Yuksel Genç: Meşeke 26 sal in didome ye
15:01 Jinên ku ber bi Enqereyê ve meşiyan dê li Meclisê hevdîtinan bikin
14:58 Bahçelî: Divê komîsyon biçe Îmraliyê
14:20 Ji bo meşa li dijî komployê banga tevlibûnê
13:23 Li Meclisê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
13:20 Danişîne Nîmet Tanrikulu hate taloqkirin
12:38 Tulay Hatîmogûllari: Aştî dê rê li ber avakirina Komara Demokratîk veke
12:37 Şaredariya Nisêbînê dê ‘Mihrîcana Çand û Hunerê’ li dar bixe
11:41 Danişîna rojnameger Nûrcan Yalçin hat lidarxistin
11:32 Qeydên dibistana Egîdê Cimo didomin
11:17 Mehmet Uzun dê li Amedê bê bibîranîn
10:47 Muzakereyên Hamas û Îsraîlê didomin
10:35 Di şewata 15 kes miribûn de faîl nehate tespîtkirin!
10:24 Jinan li Enqereyê bang kir: Gavên siyasî û hiqûqî biavêjin
09:54 Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirin
09:41 Qirkirina daran a li Eskarê ber bi Beyrokê ve fireh bû
09:37 Li Mêrsînê mînîbûsa karkeran qeza kir: 5 kes mirin
09:21 Hevberdevka Yekitiya Demokratîk: Divê em li ser statuya gelê Kurd bisekinin
09:16 Bi perspektîfa Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:11 Meşeke bêdawî: Bi hêviyê ber bi azadiyê ve
09:06 Dikandarên Bazara Gel a Mezin li benda çareserkirina pirsgirêkan in
09:04 Ji bo mitînga Êlihê bang: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadê bin
09:02 Li Pasûrê dema gûzan
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2025'AN
06/10/2025
22:41 Jinên ku gihîştin Enqereyê: Bila Abdullah Ocalan serbest bê berdan
22:34 Mîhrîcana Hîlarê bi konsera Xecê û Xêro Abbas bi dawî bû
18:39 Jinên ji Amedê meşiyan li Enqereyê ne
16:58 Di Şahiya Gastronomiyê ya Hîlarê de ji bo zarokan pêşbirk hate lidarxistin
16:56 16 baroyên Kurdistanê: Çareseriya mayinde bi esasgirtina serweriya hiqûqê dibe
15:53 Li Pasûrê li dijî talanê mitîng: Em bi hev re jiyanê biparêzin
15:17 Kurt piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin: Em ê têbikoşin
14:00 Ji ber ferzkirina kelemçeyê red kir nehat tedawîkirin
13:41 Gelek kes çûn serdana şîna Zeynep Kayayê: Dê di têkoşîna me de bijî
13:29 Talebanî: Ji bo Êzidî vegerin ser axa xwe em ê piştgiriyê bidin
13:22 Têkildarî firotina tîşortên bi ‘Torosa Spî’ serlêdana sûc hate kirin
13:17 Profesor Robinson: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
13:12 Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine dorpêçkirin
12:57 Serokwezîrê Fransayê îstîfa kir
12:17 Ji têkoşîna çekdarî ber bi akademîsyeniyê ve: Divê Ocalan bê şert azad be
12:09 Çîgdem Dogû: Divê jin bi awayekî komunal xwe birêxistin bikin
11:55 Baroya Amedê banga berdana Demîrtaş û girtiyên din kir
11:26 Çeteleya JINNEWS’ê ya meha Îlonê: 19 jin hatin qetilkirin
11:16 Fuad Bêrîtan: Em li Îranê ji bo hemû senaryoyan amade ne
10:55 Jin dixwazin keda wan bê dîtin
10:31 Encama Xelatên Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersozê diyar bûn
10:15 Di bîranînên Mîralayê Rûs Tomîlov de bajarê Amedê
09:58 Li Elkê wêneyê talanê: Daristanên Kespiyanişê di 3 mehan de hatin tunekirin
09:45 Li dijî Rafîneriya Zêr a Stenbolê operasyon: 21 kes hatin binçavkirin
09:37 Planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê: Dixwazin bi destê eşîran zemîna şer ava bikin!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2025'AN
05/10/2025
16:57 Hikûmeta Demkî ya Şamê cejnên gelan tune hesibandin
16:40 Meşa jinan gihîşt Mersînê: Rêya firsenda dîrokî di Îmraliyê re derbas dibe
15:04 Rêya Tebqa-Selemiyê hat girtin
14:52 Ji Koreya Bakur li hemberî leşkerên amerîkî 'tevdîrên taybet'
14:44 Li Laziqiyê êrişî rojnamevanekê hat kirin
14:34 Ji bo Stenbolê hişyarî: Ava bendavan kêm dibe
14:28 Ji bo Gedîk ê ku ji ber gotina ‘rêzdar Ocalan’ tehliyeya wi hatibû taloqkirin serlêdan hate kirin
14:01 Dêr Hafir hat bomberankirin: Kesek birîndar bû
13:52 Peyam ji bo meşê: Divê Ocalan azad be
13:49 Îranê kolberekî kurd kuşt
13:42 Xwebûn bi manşeta ‘Ji bo Azadiyê’ derket
13:41 Di 9 mehên dawî de li Îranê 38 jin hatine darvekirin
13:26 Nagihan Akarsel li Manîsayê hat bibîranîn
13:24 Peyama Komîteya Dîplomasiyê ji bo meşvanên jin: Em hêzeke mezin ji sekna we werdigirin
13:11 Li Nepalê ji ber barana zede herî kêm 42 kes mirin
13:05 Hikûmeta demkî dest bi tayinkirina endamên meclisê kir
12:45 MKG'ê rapora binpêkirinan a Îlonê eşkere kir
12:45 Îsraîl rexmê ‘plana aştiyê’ êrişê Xezeyê kir
12:30 'Bila perwerdehiya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê misogerkirin'
12:13 Hatîmogullari û Bakirhan bi Mirovên Aqilmen re civiyan
11:59 Piştî 30 salan hat berdan: Em xwedî li banga Ocalan derdikevin
11:58 Îranê girtiyekî kurd bi darve kir
11:52 Bang ji bo fînala meşê
11:37 Ji meteorolojiyê hişyarî der barê baranê de
11:29 Lijneya Tahkîmê dê 'cezayê ji ber reklama kurdî' vekole
11:03 Hevseroka MEBYA DER’ê ya Şirnexê: Em bi avakirina gorên rûxandî ve aştiyê bidin destpêkirin
10:50 HES, Sûlava Bêgiriyê ziwa dikin
10:08 'Di kampanyayê de daxwaza zimanê dayikê, azadiya Ocalan û aştî derketin pêş'
09:52 ‘Li Herêma Federe ya Kurdistanê alozî dibe sedema koçberiyê’
09:29 Hejmara 136'emîn a Kovara Jinê derket
09:15 Hevserokê KNK'ê: Dê komplo bi yekîtiya neteweyî bi temamî pûç bibe
09:00 ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2025’AN
04/10/2025
18:52 Bi girseyî serdana şîna Bûlûş û Bûmîn hat kirin
17:20 Ji bo Komkujiya 10'ê Cotmehê bîranîn
16:57 Tûrhanê ku ji girtîgehê derket: Dem dema bi rêbertiya azad civaka azad e
16:37 Kongra Star: Divê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe
16:08 Li Pîranê şewat
16:01 Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê dest pê kir
14:56 'Platforma Şiyar Be ya Şirnexê' hat avakirin
14:05 Nagîhan Akarsel li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn
14:00 ÎHD û xizmên windayan li aqûbeta Aslan, Narîn û Gumuş pirsîn
13:27 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser hevdîtinên temam kirin
13:22 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn
12:48 Jinan li Dîlokê Hakî Karer li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn
11:37 DFG: Bila kesên Nagihanê qetil kirin bên eşkerekirin
11:07 Ji Pexşan Ezîziyê bersiv ji bo DYA'yê: Divê dest ji gurkirina komkujiyan berde
11:01 Ocalan zêdetirî 26 sal in di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin
09:49 Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve giredayiye