Eren Keskîn: Ya ku divê gavan biavêje dewlet e

  • rojane
  • 10:29 27 Cotmeh 2025
  • |
img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskînê biryara vekişînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd nirxand û got ku hewceye tavilê sererastkirinên qanûnî bên kirin û got: “Di esasê xwe de ya ku divê gavan biavêje dewlet bi xwe ye.”  

 
Tevgera Azadiyê ya Kurd, duh bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a KCK’ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn têkildarî vê gavê axivî û got: “Ev gav, nîşaneya herî şênber a îradeya aştiyê ye. Pir girîng e.” 
 
Eren Keskîn, diyar kir ku pêvajo bi bandora dînamîkên derve dest pê kir û got: “Di vê pêvajoyê de hêj jî PKK gavên yekalî diavêje. Di meha Tîrmehê de her çend sembolîk be jî torena şewitandina çekan li dar xistin û niha jî ragihand ku hemû hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne. Ev yek nîşaneya herî şênber a îradeya aştiyê ye. Pir girîng e. Hêvîdarim ku hemû derdorên civakî girîngiya vê biryarê fêm bikin. Weke parastvanên mafên mirovan em dibînin ku di pêvajoyê de tenê aliyek gavan diavêje. Lêbelê me gelek caran anî ziman ku di pêvajoyên aştiyê de pêşketin bi gavên yekalî nabe. Heke meseleya pirsgirêka Kurd gihiştiyê em nîqaş bikin, tê dîtin ku bingeha pirsgirêkê polîtîkayên tunehesibandin, ewlehîperest ên dewletê ye. Lewma aliyê esasî divê gav biavêje, dewlet bi xwe ye.” 
 
GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN  
 
Bi domdarî Eren Keskînê îşaret bi gavên ji vir şûnde divê bên avêtin kir û got: “Ji ewil divê girtiyên siyasî yên ji ber fikrên xwe zilm lê tê kirin, wekîl, nivîskar, rewşenbîr, girtiyên Geziyê tavilê bên berdan. Divê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) bê rakirin. Jixwe di Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) de xalên sûcên rêxistinî destnîşan dike hene. Lewma hewcehî bi TMK’ê nîne. Yasaya îktîdarê ye ku civakê ditirsîne û îktîdara xwe didomîne. Beriya her tiştekî divê girtiyên nexweş bên berdan. Ji bo vê hewcehî bi yasayekê nîne. Divê li gel ATK’ê, raporên nexweşxaneyan jî weke delîla berdana wan bên qebûlkirin. Ev daxwaz dê bidomin. Divê Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê, peymanên navneteweyî bên cîbicîkirin û mafê hêviyê bikeve meriyetê.” 
 
'HEWCEHÎ BI SERERASTKIRINÊN YASAYÎ HEYE’   
 
Eren Keskînê anî ziman ku Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd dixwaze têkildarî entegrasyona demokratîk, hiqûq û yasayî de gav bên avêtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di esasê xwe de em jî heman tiştan dibêjin. Heke bi rastî jî bixwazin pevçûn bi dawî bibin, heke daxwaza qanehkirina civakê be, divê kesên di şer de cih girtin bikarin vegerin nav civakê û ji bo vê divê sererastkirinên yasayî çêbikin. Di vir de ya girîng, ne gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd diavêje yan jî gavên li bendê ye dewlet biavêje. Di heman demê de peywireke mezin dikeve ser milê rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan û bi taybet jî sendîkayan.” 
 
'DIVÊ SENDÎKA XWEDÎ LÊ DERKEVIN’  
 
Eren Keskînê daxuyand ku dê pêvajo bandorê li tevahiya beşa kedkar bike û axaftina xwe wiha qedand: “Divê qet neyê jibîrkirin ku destpêkirina pêvajoya aştiyê, bidawîbûna şer dê bike ku pereyê ji bo şer tê veqetandin dê li budçeyê vegere. Heke baş were nirxandin jî dê kedkar qezenc bikin. Lewma li gorî min divê herî zêde sendîka xwedî li vê pêvajoyê derkevin.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû   
 
 

Sernavên din

01/11/2025
11:54 1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan
11:40 Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
10:57 DFG’ê li dijî cezayê 7 rojnamevanan bertek nîşan da
10:49 QSD’ê li Reqayê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
10:10 Cezayê li 7 rojnamevanan hatibû birîn hat erêkirin
09:19 Şandeya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de biçe Îmraliyê
09:10 'Qers prototîpa jiyana bihevre ye'
09:06 Bang ji bo meş û mîtînga Kolnê: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN
31/10/2025
16:39 Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir
15:55 Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
15:32 Kurtulmuş: Şertên herêmî û kûrewî aştiyê ferz dikin
13:51 Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
13:37 Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
13:36 Ji girtîgehan ji bo Aykol name: Xeyala me tevan dîtina te ye
13:34 NY: Li Îranê piştî şer zext giran dibin
12:46 Li Îdirê bi beşdariya Bakirhan bi gel re civîn hat lidarxistin
12:44 KNK’ê ji bo tevlibûna meşa Kolnê bang kir
12:30 Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin 3 kes jî hatin birîndarkirin
12:29 Dîroknasê Îtalî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:10 Di dibistanan de Kurdî weke zimanekî 'bêqîmet' fêrî zarokên Kurd dikin
11:19 Welatiyên Îzmîrê: Em li benda gavavêtina dewletê ne
11:18 Ayhan ê HPG’î: Em dixwazin siyaseta demokratîk li ser zemîneke azad bikin
09:48 Li gundê ku qet neçûyê ji ber 'ceyrana qaçax' 805 hezar TL ceza lê hatiye birîn
09:43 Rêveberiya qeyûm 2 meh in rêya 100 metreyî temam nekiriye
09:38 Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî
09:36 'Komîsyona Pêvajoyê' ya Baroya Amedê dê di bin 11 sernavan de bixebite
09:07 Bi salan e li ser rêya girtîgehan e: Bila qanûn bên derxistin û girtî bên berdan
09:04 Şêniyên taxê ji ber bêhna nexweş nerihet in: DSÎ xwe lê bêdengiyê datîne
09:02 Bi zarokên xwe re ruh didin şanoya pirpitokî ya bi Kurdî
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2025’AN
30/10/2025
21:30 Şandeya Îmraliyê: Em gihîştin fikreke hevpar
21:05 Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona keça min bişînin Portekîzê
20:21 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
18:43 Civîna komisyona meclisê bi dawî bû
17:59 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin
16:49 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:43 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Kurtulmuş: Em ber bi amadekirina raporê ve diçin
14:27 Hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:34 Aksoyoglû: Hewceye Meclis li Enqereyê li Ocalan guhdarî bike
11:41 ‘Li dijî gavên hatine avêtin divê dewlet gavên zagonî biavêje’
11:14 ‘Hewceye dewlet verastkirinên zagonî bike’
10:51 Serokên partiyên Saadet, Gelecek û DEVA’yê yên Amedê: Divê dewlet demildest gav biavêje
10:39 Bakirhan: Divê bi zagonên veguhêz azadî û maf bên misogerkirin
10:07 Cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî hat betalkirin
10:05 Aktîvîst Zîlan Kemanger li Kamyaranê hate binçavkirin
09:35 Înîsyatîfa Yekitiyê: Heya yekitiya me çênebe em ê negihên tu statuyê
09:25 Koçeroglû yê OHD'î: Pêvajoyê tu bandoreke erênî li girtîgehan nekiriye
09:22 Danişîna doza hevşaredarên Akdenîzê sibê dê bê lidarxistin
09:20 Dayikan bang li Erdogan kirin: Gavan biavêjin
09:19 Koker: Komîsyon divê êdî pêşniyazên qanûnî berbiçav bike
09:13 Wan di bin betonê de dimîne: Nasname, xweza û bîra bajêr winda dibe
09:11 Îdareya girtîgehê wêneyê Ceylan Onkolê 'bifikar' hesiband
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2025'AN
08:33 Mûstafa Karasû: Dem dema gotinê, dema îcraatê ye
29/10/2025
18:08 KESK'ê xwest komîsyon ji bo KHK'iyan qanûnê amade bike
16:28 Saeta hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan diyar bû
15:49 Rojnameger Yildiz ê bi lêdanê hatibû binçavkirin serlêdana sûc kir
15:42 MSD’ê êrişa li ser rêya Şam-Siwêdayê şermezar kir
15:31 Seferberiya ji bo meşa Kolnê didome
15:30 Ayşe Gokkanê ji bo rojnamevan Aykol name şand
14:04 Rojnameger Kadrî Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
12:14 PM’a DEM Partiyê: Hewceye verastkirinên zagonî yên azadîxwaz bên kirin
11:34 Abdullah Ocalan: Du rêyên krîtîk li ber komarê hene, yên cidî dê bi ser kevin
10:31 Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin: 63 Filistînî hatin qetilkirin
10:14 Nûçeya me ya Rojîn Kabaîşê hat astengkirin
10:03 Ji partiyên sosyalîst û rêxistinan komxebata ‘pêvajoyê’
09:42 Akademîsyen Coşkûn: Divê hiqûqa veguhêz a li gor pêvajoyê esas bê girtin
09:33 'Tundiya li dijî jinê ji Stenbolê heya Wanê diguhere'
09:31 'Divê şert û mercên Abdullah Ocalan li gor ruhê pêvajoyê bin'
09:20 'Hê jî êriş li şînên Kurdan tên kirin'
09:15 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Gavneavêtina îktîdarê pêvajoyê dixtimîne
09:07 Tevî rapora 'jiyana wî di xetereyê de ye' jî nayê berdan: Ji 120 kîloyan daketiye 50 kîloyan
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2025’AN
28/10/2025
17:02 Şîna Eşref û Mûstafa Akyildiz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Rewşa rojnameger Aykol krîtîk e
16:04 Koma Amed: Em li vir vegeriyan roja ewil, me Evdilmelîk Şêxbekir hest kir
13:53 Fîlozofa feminîst Eva Kittay piştgirî da banga Abdullah Ocalan
13:43 Baroya Amedê komîsyona ‘pêvajoyê’ ava kir
13:29 Cemîl Bayik: Hewceye yasayên entegrasyonê tavilê bên derxistin
13:24 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Kadrî Kaya
12:10 DBP’ê dê ji bo ‘pêvajoyê’ dest bi çalakiyan bike
12:06 Li du barajan serdegirtinên malan: Herî kêm 15 kes hatin girtin
11:44 Serokê Baroya Mêrdînê: Meclis divê êdî gavan biavêje
11:21 'Li ser bingeha hemwelatiya wekhev divê sererastkirinên hiqûqî, zagonî û îdarî bên kirin’
11:11 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê alî di şertên wekhev de hevdîtinan bikin
10:40 Sekretera Jinan a Egîtîm Senê: Necezakirin sûcên li dijî zarokan zêde dike
10:00 Bi hezaran kes tev li Mihrîcana Zeytûnê ya Dêrikê bûn
09:59 Turkdogan: Hinceta 'tundiyê' nema, ger desthilat gav neavêje dê teşhîr bibe
09:34 Li Wanê di 21 mehan de 2 hezar û 299 jin û zarok hedef hatine girtin!
09:32 'Pêdivî bi pêvajoyeke ku Abdullah Ocalan rasterast tê de cih bigire heye'
09:12 Serokê Giştî yê DÎSK Basin Îş'ê Dedeoglû: Ji sedî 95'ê hêza çapemeniyê têra desthilatê nake
09:09 Darên ku bi qamyonan tên veguhastin bi brandayan tên veşartin!
09:05 Girtiyê nexweş Çam, rojê 17 dermanan bi kar tîne
09:00 ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2025’AN
27/10/2025
16:35 Di Projeya Daristana Jinan de 500 şitlên darberûyê hatin danîn
16:30 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
16:20 Bertek nîşanî girtina Asmîn Yildizê dan