Tuncer Bakirhan: Qonaxa duyemîn a pêvajoyê gavên siyasî û hiqûqî ye
Tulay Hatîmogûllari: Gava hatiye avêtin ji bo demokratîkbûna komarê firsend e

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku qonaxa duyemîn a pêvajoyê gavên siyasî û hiqûqî ye û bang li dewlet kir ku berpirsyartiya xwe bicih bîne. Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari jî got ku gava hatiye avêtin ji bo demokratîkbûnê komarê firsende e.  

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, li Hotêla Hîltonê ya Enqereyê têkildarî biryara vekişandina hêzên xwe ya ji Tirkiyeyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd û geşedanên dawî yên di pêvajoyê de, daxuyanî dan. 
 
Di civînê de ji ewil Bakirhan axivî û anî ziman ku ew di demeke ku dikare berê dîroka Tirkiyeyê biguherîne de ne. Bakirhan, wiha domand: “Ev kêlî, bi keda her kesên demokrasîxwaz û jiyanê diparêzin bû. Piştî meşeke dirêj, em bi hêviyeke mezin gihiştin qonaxa serdemeke krîtîk. Her bihosteke Tirkiyeyê bedeleke mezin da, êşên mezin hatin kişandin. Duh, geşedaneke dîrokî çêbû. Helbet, em ji nişka ve ne gihiştin vê qonaxê. Ka em li çend mehên derbasbûyî, heta çendek rojan binêrin. Di 1’ê Cotmeha 2024’an de birêz Bahçelî di bin sîwana Meclisê de silaveke ku hînbûnên heyî serûbin kir da. Gava din jî di 27’ê Sibatê de hat. Dengê li Îmraliyê bilind bû, rêgeha pevçûnên zêdetirî 40 sal in didome guherand. Banga birêz Ocalan a çekberdanê û xwefesixkirinê ya li PKK’ê kirî, ne tenê bangek bû; bû qonaxe diyarker ku di hafizeya dîrokê de cih girt. 
 
DERIYEKE NÛ HATE VEKIRIN
 
Birêz Serokkomar hate cem koma partiya me û silav da û vê jî baweriya bi îradeya aştiyê xurt kir. Û piştre jî di 26’ê Cotmehê de, anku duh welatê me şahidiya gaveke gelek krîtîk û watedar kir. PKK a ku berê biryara xwefesixkirinê dabû, ragihand ku xwe ji sehaya Tirkiyeyê vekişandiye. Bi vê yekê re ji hemû cîhanê re got ku ew di çareserî û aştiyê de biisrar in. Ev biryar, deriyeke nû vedike û gaveke derfeta çareserî û aştiyê diafirîne. 
 
DIVÊ EM VÊ FIRSENDÊ JI DEST NEDIN
 
Ev biryara vekişînê, îfadeya herî şênber a biryardariya di rêya aştiyê de ye. Gava, baweriya bêdawî ya bi çareseriya demokratîk û siyasî ye. Bangekî xurt a ji bo serdemeke nû, ruhekî nû ye. Biryara duh, ne tenê vekişîn e, her wiha gaveke xurt a ber bi pêşerojeke demokratîk ve ye. Ev gav, di heman demê de gava qezenckirina sedsala pêşiya me ye. Sedsala 20’emîn li vê xakê bû sedsala şer, êş, windahî û hêsiran. Hewceye sedsala 21’emîn bibe sedsala aştî, xwişk-biratî, wekhevî, pêşeroja hevpar û komara demokratîk. Dîrok, vê şensê dide me; hewceye em vê firsendê ji dest nedin. 
 
QONAXA DUYEMÎN: GAVÊN SIYASÎ Û HIQÛQΠ
 
Heke em bikarin vê pêvajoyê rast birêve bibin; dê Tirkiye mînakeke ku pirsgirêk bi rêya guftûgoyê tên çareserkirin , hêviyê dide mirovahiyê û pêşerojê ronî dike, diyarî dinyayê bike. Ji ber ku em ji vê bawer in; êdî ne dubarekirina êşên berê lê dema avakirina hêviyên pêşerojê ye. Êdî dema hevhembêzkirinê, yekbûn û xwişk-biratiyê ye. Di asta heyî de qonaxa yekemîn a pêvajoyê temam bûye. Biryarên kongreyê, piştre şewitandina çekan û bi temambûnan vekişînê re jî êdî rûpeleke nû hate vekirin. Niha jî bêyî ku em li bendê bin çareserî ji cihekî din were, dema wê ye ku em çîroka xwe bi xwe binivîsin. Em derbasî qonaxeke din a pir bêhtir krîtîk û jiyanî dibin. Anku dema avêtina gavên hiqûqî û siyasî û dema derbasbûna aştiya civakî ye. Ev qonax zehmet e lê ewqas jî watedar e. 
 
HEWCEYE ŞERT Û MERC BÊN GUHERANDIN
 
Divêtin pêvajo, bi mafan, bi azadiyan pêş bikeve. Hewcehî bi xurtkirina zimanê siyaset û demokrasiyê heye. Divê hiqûq bibe bingeha aştiyê û edalet jî bingeha pêşerojê be. Hem biryara duh hatiye ragihandin hem jî di avêtina gavên din de rola biryardariya birêz Ocalan pir mezin e û vîzyona wî ya aştiyê rê li ber vê vekir. Di şert û mercên herî giran de jî her tim helwesta wî li gel çareseriya siyasî bû. Di qonaxa em gihiştinê de jî hewldan, pêşdîtin, israr û rola avakirina aştiyê ya birêz Ocalan diyarker e. Lewma jî, ji bo ku bikare bêhtir înîsiyatîfê li xwe bigire û rêyan veke, hewceye ev derfet jê re bên avakirin. 
 
DIVÊ DEWLET DESTÊ XWE DEYNE BIN KEVIR 
 
Ji vê pêvajoyê ne tenê aliyek lê aliyê dewlet û îktîdarê, burokrasiya ewlehiyê, pergala darazê û hemû avadaniya sazûmaniyê jî berpirsyar e. Divêtin hemû alî destê xwe deynin bin kevir. Hewcehî pê divê ku her kes li gorî îradeya aştiyê tevbigere. Refleks û gotinên neyînî yên berê hewceye bên terikandin û aqil û zimanê pêşeroja demokratîk esas were girtin. Ne hesta dijminatiyê lê divê hesta hemwelatiyê, ne pênaseya gefê lê divê pênaseya maf were kirin. Ne zimanê ewlehîperestiyê lê zimanekî azadîxwaz; ne polîtîkaya tirsê lê hewcehî bi polîtîkaya hêviyê heye. Parastvanên pergala berê, xwediyên statukoyê, hêzên herêmî û navneteweyî yên xwe bi şer xweyî dikin dibe ku bixwazin vê pêvajoyê têk bibin. Dibe ku provokasyonan jî bikin. Dibe ku senaryoyên tirsê ava bikin, kampanyayên reşkirinê bimeşînin... Lêbelê em ê bi biryar bisekinin. Em ê meşa xwe ya di rêya aştiyê de bidomînin. Em ê dev ji aştiyê bernedin. Bila her kes bi vê bizane. Dema wê ye ku niha îktîdar, muxalefet, dewlet, civaka sivîl, medya, akademî û her kes berpirsyartiyê li xwe bigire.” 
 
ME QONAXEKE NÛ DERBAS KIR
 
Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir ku ew di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de şahidiya kêliyeke pir kêmî caran tê dîtin dikin û wiha domand: “Ev kêlî, ne tiştekî rasthatî ye. Berhema îradeyeke saxlem a bi dehan sala ye didome û berhema kedê wê ye. Em niha derbasî qonaxeke nû dibin. Peywira me tevan a niha ew e ku em vê zemînê bi hûr û kûr birêsin û Tirkiyeyeke demokratîk bi hev re ava bikin. Xwedîderketina derdorên cuda yên civakî ya li vê pêvajoyê, ji bo qezenckirina pêşeroja wekhev û hevpar pir girîng e. Û berpirsyartiyeke dîrokî ya her kesî ye. 
 
PEYWIR ÇI YE?
 
Bêguman avakirina komarê tiştekî gelek girîng û biqîmet e. Lêbelê komar demokratîk nebû. Lewma jî pirsgirêka demokratîkbûnê ya Tirkiyeyê çareser nekir. Ev bû sed sal em pirsgirêkên mezin dijîn. Êdî sebra vî welatî nemaye ku sed salên din jî êşan bikişîne, bêhiqûqiyan bijî. Nema dikare êdî tehemûla wan bike. Ji bo ku di sedsala duyemîn a komarê de edalet û hiqûq were pêşxistin, ji bo jiholêrakirina newekheviyan û tacîdarkirina komarê ya bi demokrasiyê, peywireke dîrokî dikeve ser milê me tevan. Heke em rast bixwînin, gavên dîrokî yên di nava salekê de hatine avêtin, ji bo komar di sedsala duyemîn de demokratîk bibe firsendên mezin ji me re çêdike. 
 
Avakirina aştiyê ya bi ferasete entegrasyona demokratîk, mifteya deriyê ber bi komara demokratîk vedibe ye. Ev pêvajo ne tenê siyasî ye, her wiha pêvajoya veguherîna çandî û civakî ye. Bi veguherîna hişmendî û civakî re hewceye em tevek bi hev re aştî û demokratîkbûnê ava bikin. Hewceye kesek xwe li derveyî vê pêvajoyê nebîne. Divê li bendê nesekinin. Dibe ku fikr û nirxandinên me ji hev cuda bin. Dibe ku rexneyên me hebin. Ev, hêzê didin me. Banga me ji bo rewşenbîr, akademîsyen û nivîskarên li Tirkiyeyê heye; weke egereke berpirsyartiya li hemberî civakên Tirkiyeyê; tevî fikar û gumanan jî xwedîderketina li aştiyê pir biqîmet e. Banga me ji bo jin û dayika ye; birînên herî xedar ên şer we di dilê xwe de jiya û hewceye em jin bibin avakerên sereke yên aştiyê. Dayikên ku bi dersokên spî bûne sembola aştiyê! Dayikên ku zarokên xwe yên ciwan binax kirin, nasnameya wan cuda lê êşên wan wekî hev! Yekkirina qêrîna aştiyê ya we dê bibe zemîna herî xurt a aştiyê. Banga me ji bo ciwana ye; yên herî zêde bedel dayîn hûn in û em di wê baweriyê de ne ku hûn ê bi qasî ji dest tê xwedî li aştiyê derkevin. Avakirina aştiyê herî zêde li ser milê we ye. 
 
BANGA JI BO ÎKTÎDAR Û DEWLETÊ
 
Banga me ji bo dewlet û îktîdarê ye; bi qonaxa nû ya pêvajoyê re, bilez avêtina gavên siyasî û hiqûqî ji bo pêşketina pêvajoyê gelek girîng e. Em careke din dubare dikin; bendewariya civakê ji rêveberiya welat û Meclisê heye. Divê êdî dengê civakê were bihîstin.” 
 

Sernavên din

01/11/2025
14:38 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên li Kerboranê pirsîn
11:54 1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan
11:40 Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
10:57 DFG’ê li dijî cezayê 7 rojnamevanan bertek nîşan da
10:49 QSD’ê li Reqayê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
10:10 Cezayê li 7 rojnamevanan hatibû birîn hat erêkirin
09:19 Şandeya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de biçe Îmraliyê
09:10 'Qers prototîpa jiyana bihevre ye'
09:06 Bang ji bo meş û mîtînga Kolnê: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN
31/10/2025
16:39 Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir
15:55 Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
15:32 Kurtulmuş: Şertên herêmî û kûrewî aştiyê ferz dikin
13:51 Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
13:37 Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
13:36 Ji girtîgehan ji bo Aykol name: Xeyala me tevan dîtina te ye
13:34 NY: Li Îranê piştî şer zext giran dibin
12:46 Li Îdirê bi beşdariya Bakirhan bi gel re civîn hat lidarxistin
12:44 KNK’ê ji bo tevlibûna meşa Kolnê bang kir
12:30 Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin 3 kes jî hatin birîndarkirin
12:29 Dîroknasê Îtalî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:10 Di dibistanan de Kurdî weke zimanekî 'bêqîmet' fêrî zarokên Kurd dikin
11:19 Welatiyên Îzmîrê: Em li benda gavavêtina dewletê ne
11:18 Ayhan ê HPG’î: Em dixwazin siyaseta demokratîk li ser zemîneke azad bikin
09:48 Li gundê ku qet neçûyê ji ber 'ceyrana qaçax' 805 hezar TL ceza lê hatiye birîn
09:43 Rêveberiya qeyûm 2 meh in rêya 100 metreyî temam nekiriye
09:38 Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî
09:36 'Komîsyona Pêvajoyê' ya Baroya Amedê dê di bin 11 sernavan de bixebite
09:07 Bi salan e li ser rêya girtîgehan e: Bila qanûn bên derxistin û girtî bên berdan
09:04 Şêniyên taxê ji ber bêhna nexweş nerihet in: DSÎ xwe lê bêdengiyê datîne
09:02 Bi zarokên xwe re ruh didin şanoya pirpitokî ya bi Kurdî
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2025’AN
30/10/2025
21:30 Şandeya Îmraliyê: Em gihîştin fikreke hevpar
21:05 Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona keça min bişînin Portekîzê
20:21 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
18:43 Civîna komisyona meclisê bi dawî bû
17:59 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin
16:49 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:43 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Kurtulmuş: Em ber bi amadekirina raporê ve diçin
14:27 Hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:34 Aksoyoglû: Hewceye Meclis li Enqereyê li Ocalan guhdarî bike
11:41 ‘Li dijî gavên hatine avêtin divê dewlet gavên zagonî biavêje’
11:14 ‘Hewceye dewlet verastkirinên zagonî bike’
10:51 Serokên partiyên Saadet, Gelecek û DEVA’yê yên Amedê: Divê dewlet demildest gav biavêje
10:39 Bakirhan: Divê bi zagonên veguhêz azadî û maf bên misogerkirin
10:07 Cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî hat betalkirin
10:05 Aktîvîst Zîlan Kemanger li Kamyaranê hate binçavkirin
09:35 Înîsyatîfa Yekitiyê: Heya yekitiya me çênebe em ê negihên tu statuyê
09:25 Koçeroglû yê OHD'î: Pêvajoyê tu bandoreke erênî li girtîgehan nekiriye
09:22 Danişîna doza hevşaredarên Akdenîzê sibê dê bê lidarxistin
09:20 Dayikan bang li Erdogan kirin: Gavan biavêjin
09:19 Koker: Komîsyon divê êdî pêşniyazên qanûnî berbiçav bike
09:13 Wan di bin betonê de dimîne: Nasname, xweza û bîra bajêr winda dibe
09:11 Îdareya girtîgehê wêneyê Ceylan Onkolê 'bifikar' hesiband
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2025'AN
08:33 Mûstafa Karasû: Dem dema gotinê, dema îcraatê ye
29/10/2025
18:08 KESK'ê xwest komîsyon ji bo KHK'iyan qanûnê amade bike
16:28 Saeta hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan diyar bû
15:49 Rojnameger Yildiz ê bi lêdanê hatibû binçavkirin serlêdana sûc kir
15:42 MSD’ê êrişa li ser rêya Şam-Siwêdayê şermezar kir
15:31 Seferberiya ji bo meşa Kolnê didome
15:30 Ayşe Gokkanê ji bo rojnamevan Aykol name şand
14:04 Rojnameger Kadrî Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
12:14 PM’a DEM Partiyê: Hewceye verastkirinên zagonî yên azadîxwaz bên kirin
11:34 Abdullah Ocalan: Du rêyên krîtîk li ber komarê hene, yên cidî dê bi ser kevin
10:31 Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin: 63 Filistînî hatin qetilkirin
10:14 Nûçeya me ya Rojîn Kabaîşê hat astengkirin
10:03 Ji partiyên sosyalîst û rêxistinan komxebata ‘pêvajoyê’
09:42 Akademîsyen Coşkûn: Divê hiqûqa veguhêz a li gor pêvajoyê esas bê girtin
09:33 'Tundiya li dijî jinê ji Stenbolê heya Wanê diguhere'
09:31 'Divê şert û mercên Abdullah Ocalan li gor ruhê pêvajoyê bin'
09:20 'Hê jî êriş li şînên Kurdan tên kirin'
09:15 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Gavneavêtina îktîdarê pêvajoyê dixtimîne
09:07 Tevî rapora 'jiyana wî di xetereyê de ye' jî nayê berdan: Ji 120 kîloyan daketiye 50 kîloyan
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2025’AN
28/10/2025
17:02 Şîna Eşref û Mûstafa Akyildiz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Rewşa rojnameger Aykol krîtîk e
16:04 Koma Amed: Em li vir vegeriyan roja ewil, me Evdilmelîk Şêxbekir hest kir
13:53 Fîlozofa feminîst Eva Kittay piştgirî da banga Abdullah Ocalan
13:43 Baroya Amedê komîsyona ‘pêvajoyê’ ava kir
13:29 Cemîl Bayik: Hewceye yasayên entegrasyonê tavilê bên derxistin
13:24 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Kadrî Kaya
12:10 DBP’ê dê ji bo ‘pêvajoyê’ dest bi çalakiyan bike
12:06 Li du barajan serdegirtinên malan: Herî kêm 15 kes hatin girtin
11:44 Serokê Baroya Mêrdînê: Meclis divê êdî gavan biavêje
11:21 'Li ser bingeha hemwelatiya wekhev divê sererastkirinên hiqûqî, zagonî û îdarî bên kirin’
11:11 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê alî di şertên wekhev de hevdîtinan bikin
10:40 Sekretera Jinan a Egîtîm Senê: Necezakirin sûcên li dijî zarokan zêde dike
10:00 Bi hezaran kes tev li Mihrîcana Zeytûnê ya Dêrikê bûn
09:59 Turkdogan: Hinceta 'tundiyê' nema, ger desthilat gav neavêje dê teşhîr bibe
09:34 Li Wanê di 21 mehan de 2 hezar û 299 jin û zarok hedef hatine girtin!
09:32 'Pêdivî bi pêvajoyeke ku Abdullah Ocalan rasterast tê de cih bigire heye'
09:12 Serokê Giştî yê DÎSK Basin Îş'ê Dedeoglû: Ji sedî 95'ê hêza çapemeniyê têra desthilatê nake
09:09 Darên ku bi qamyonan tên veguhastin bi brandayan tên veşartin!
09:05 Girtiyê nexweş Çam, rojê 17 dermanan bi kar tîne
09:00 ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2025’AN
27/10/2025
16:35 Di Projeya Daristana Jinan de 500 şitlên darberûyê hatin danîn
16:30 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome