'Li ser bingeha hemwelatiya wekhev divê sererastkirinên hiqûqî, zagonî û îdarî bên kirin’

  • rojane
  • 11:21 28 Cotmeh 2025
  • |

AMED - Pltaforma Saziyên Demokratîk, diyar kir ku lingê kêm ê pêvajoyê ew e ku dewlet sererastkirinên hiqûqî û zagonî naxe meriyetê û got: “Divê dewlet li ser bingeha hemwelatiya wekhev, sererastinên hiqûqî, zagonî û îdarî bixe meriyetê.”

Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Qendîlê daxuyaniyeke girîng da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) ên li Tirkiyeyê vedikişînin “Herêmên Parastinê yên Medyayê.” Tevgera Azadiyê ya Kurd, ragihand ku ew pêvajoyê derbasî qonaxa duyemîn dikin. 
 
Platforma Saziyên Demokratîk, têkildarî “biryara vekişînê” ya Tevgera Azadiyê ya Kurd û geşedanên dawî, li Xana Îskender Paşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyaniyê dide. Pêkhateyên Platformê tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Her gavek ji bo aştiyê, her gavek ji bo civaka demokratîk, bi gavên yekalî çênabe çareserî” hate hilgirtin. 
 
Di daxuyaniyê de Kurdiya metna hevpar ji hêla endamê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Mehmet Emîn Ay û ya Tirkî jî aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hulya Alokmenê xwend. 
 
Ay, diyar kir ku ew Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo pêşerojê weke qonaxeke dîrokî dibînin. Ay, anî ziman ku di pêvajoya piştî silavdayîna Serokê Giştî yê MHP’ê ya li Meclisê dest pê kir de gelek geşedanên girîng qewimîn. 
 
‘GAVÊN TEVGERA AZADIYÊ DERIYÊ SERDEMEKE NÛ VEKIR’
 
Ay, daxuyanî wiha domand: “Li gorî bangên rêzdar Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurd îradeya xwe ya ji bo aştî û çareseriyê eşkere ragihand; bi lidarxistina kongreya xwe, biryara fesixkirinê da û li dû vê biryarê merasîma şewitandina çekan li dar xist. Ev gav, ne tenê veguherîneke rêxistinî, di heman demê de deriyê serdemeke nû vekir ku tê de siyaseta demokratîk, çareseriya civakî û lihevhatina demokratîk pêş tê.
 
DAXUYANIYÊN ABDULLAH OCALAN NEXŞERÊYA PAŞEROJÊ ÎFADE DIKIN
 
Hevdîtina Îmraliyê ya di 27'ê Sibatê de hat kirin û li dû wê jî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’, daxuyaniyeke dîrokî bû ku zimanê aştiyê û zemîna siyaseta demokratîk kûr kir. Gotina rêzdar Ocalan a ku di vê bangê de anî ziman, ‘Lihevhatina demokratîk rêbaza bingehîn e’, meyla rastirîn a ji bo paşerojê îfade dike.
 
Gotina rêzdar Ocalan a ku di daxuyaniya xwe ya bi dîmen (vîdeo) de ya di 9'ê Tîrmehê de anî ziman, ‘Ez ne bi hêza çekê, lê bi hêza siyaset û aştiya civakî bawer im’, ji bo gelê Kurd û hemû civaka Tirkiyeyê nexşerêya aştiyeke mayînde nîşan dide.
 
BIRYARA VEKIŞÎNÊ JI BO VEKIRINA RÊYA SIYASET DEMOKRATÎK DÎROKÎ YE
 
Bêguman yek ji gavên herî krîtîk û pêşketî yên vê pêvajoyê jî biryara vekişîna hêzên Tevgera Azadiya Kurd a ji axa Tirkiyeyê ye ku di demek nêz de, anku di 26'ê Cotmeha 2025'an de hate dayîn. Ev biryar, careke din jidilbûna pêvajoyê, baweriya bi aştî û çareseriya demokratîk derxistiye holê. Biryara vekişînê ji bo lezdayîna pêvajoyê û vekirina rêya siyaseta demokratîk û avakirina aştiya civakî xwedî girîngiyeke jiyanî û dîrokî ye.
 
NIHA DORA DEWLETÊ YE KU QANÛNÊN HEMWELATIYÊN AZAD BI CIH BÎNE
 
Niha dor hatiye ku dewlet ji bo bidawîkirina pêvajoya pevçûnê ya 52 salî û di vê qonaxa derbasbûnê de entegrasyona li ser zemîna siyaseta demokratîk gengaz bike, qanûnên hemwelatiyên azad, civaka demokratîk û sivîl bîne cih. Gavên dîrokî yên ku hêzên Tevgera Azadiya Kurd heta niha avêtine, ji bo bicihanîna van hemûyan qadeke gelekî hêja vekirine.
 
AZADIYA FÎZÎKÎ YA BIRÊZ OCALAN ŞERTÊ PÊŞÎN E 
 
Di warê zemîna sazîbûnê ya pêvajoyê de jî gavên girîng hatine avêtin; li Meclisê bi tevlibûna hemû partiyan Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê hate damezrandin û îradeyeke ku zemîna siyasî ya aştiya civakî xurt dike derxist holê. Lê belê heta niha komîsyona hatiye avakirin bi rêzdar Ocalan re ku muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye, pêşengê avakirina Aştî û Civaka Demokratîk ku perspektîfa çareseriyê pêş xistiye, hevdîtin nekiribe, ji bo gelê Kurd û gelên din nayê qebûlkirin. Li ser vê bingehê; ji bo ku rêzdar Abdullah Ocalan bi hemû beşên civakê re li ser pêvajoyê nîqaşên saxlem bimeşîne û bi rêziknameyên hiqûqî yên ku dê ji bo azadiya wî ya fîzîkî bêne derxistin, bigihîje azadiya xwe, hem ji bo me hem jî ji bo ku pêvajo veguhere entegrasyona demokratîk, şertek pêşîn e.
 
MAYINDEBÛNA AŞTIYÊ NE BI GAVÊN YEKALÎ LÊ BI GAVÊN DUALÎ GENGAZ E 
 
Di qonaxa îro de eşkere tê dîtin ku ligel hemû gavên dîrokî yên Tevgera Azadiya Kurd, lingê kêm ê ji bo pêşveçûna pêvajoyê, cihneanîna rêziknameyên hiqûqî û yasayî yên ku dikeve ser milê dewletê ye. Mayindebûna aştiyê, peydakirina entegrasyona demokratîk û xurtkirina baweriya civakî, ne tenê bi gavên yekalî, lê bi gavên dualî dê gengaz be.
 
QONAXA DUYEMÎN 
 
Serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ne tenê serkeftina gelê Kurd e; wê bibe serkeftina hemû bawerî û nasnameyan, bi kurtasî hemû gelên herêmê. Bi vî awayî, pêvajo wê siberojeke ronî, li ser bingeheke rast a biratiya gelan û jiyana hevpar mayînde bike. Ji bo qonaxa duyemîn û belkî jî qonaxa herî dijwar a pêvajoyê ye ku sazkirina aştiyê, xurtkirina siyaseta demokratîk û avakirina serdemeke nû ya li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev e, pêwîst e ku dewlet rêziknameyên pêwîst ên hiqûqî, yasayî û îdarî der bixe.
 
ZIMANÊ POZÎTÎF GELEK GIRÎNG E 
 
Em Weke Platforma Saziyên Demokratîk, di vê pêvajoyê de her gava ku heta niha hatiye avêtin bi qîmet, bi nirx û girîng dibînin û dubare dikin ku em ê piştgiriya gavên avaker ên ku dê ji niha û şûn ve werin avêtin, bikin. Di vê wateyê de, bikaranîna zimanekî pozîtîf ku li gorî ruhê pêvajoyê ye ji aliyê her beşê ve, ji bo ku pêvajoya heyî veguhere muzakere û entegrasyona demokratîk, gelekî girîng e.
 
BANGA XWEDÎDERKETINA LI PÊVAJOYÊ
 
Li gorî vê, em bang li hemû gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, bawermendan, hêzên demokrasiyê, rêxistinên civaka sivîl, sendîka, odeyên pîşeyî, partiyên siyasî û beşên civakî dikin ku piştgirî bidin vê pêvajoyê û li vê derfeta dîrokî xwedî derkevin.
 
 

Sernavên din

01/11/2025
11:54 1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan
11:40 Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
10:57 DFG’ê li dijî cezayê 7 rojnamevanan bertek nîşan da
10:49 QSD’ê li Reqayê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
10:10 Cezayê li 7 rojnamevanan hatibû birîn hat erêkirin
09:19 Şandeya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de biçe Îmraliyê
09:10 'Qers prototîpa jiyana bihevre ye'
09:06 Bang ji bo meş û mîtînga Kolnê: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN
31/10/2025
16:39 Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir
15:55 Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
15:32 Kurtulmuş: Şertên herêmî û kûrewî aştiyê ferz dikin
13:51 Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
13:37 Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
13:36 Ji girtîgehan ji bo Aykol name: Xeyala me tevan dîtina te ye
13:34 NY: Li Îranê piştî şer zext giran dibin
12:46 Li Îdirê bi beşdariya Bakirhan bi gel re civîn hat lidarxistin
12:44 KNK’ê ji bo tevlibûna meşa Kolnê bang kir
12:30 Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin 3 kes jî hatin birîndarkirin
12:29 Dîroknasê Îtalî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:10 Di dibistanan de Kurdî weke zimanekî 'bêqîmet' fêrî zarokên Kurd dikin
11:19 Welatiyên Îzmîrê: Em li benda gavavêtina dewletê ne
11:18 Ayhan ê HPG’î: Em dixwazin siyaseta demokratîk li ser zemîneke azad bikin
09:48 Li gundê ku qet neçûyê ji ber 'ceyrana qaçax' 805 hezar TL ceza lê hatiye birîn
09:43 Rêveberiya qeyûm 2 meh in rêya 100 metreyî temam nekiriye
09:38 Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî
09:36 'Komîsyona Pêvajoyê' ya Baroya Amedê dê di bin 11 sernavan de bixebite
09:07 Bi salan e li ser rêya girtîgehan e: Bila qanûn bên derxistin û girtî bên berdan
09:04 Şêniyên taxê ji ber bêhna nexweş nerihet in: DSÎ xwe lê bêdengiyê datîne
09:02 Bi zarokên xwe re ruh didin şanoya pirpitokî ya bi Kurdî
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2025’AN
30/10/2025
21:30 Şandeya Îmraliyê: Em gihîştin fikreke hevpar
21:05 Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona keça min bişînin Portekîzê
20:21 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
18:43 Civîna komisyona meclisê bi dawî bû
17:59 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin
16:49 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:43 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Kurtulmuş: Em ber bi amadekirina raporê ve diçin
14:27 Hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:34 Aksoyoglû: Hewceye Meclis li Enqereyê li Ocalan guhdarî bike
11:41 ‘Li dijî gavên hatine avêtin divê dewlet gavên zagonî biavêje’
11:14 ‘Hewceye dewlet verastkirinên zagonî bike’
10:51 Serokên partiyên Saadet, Gelecek û DEVA’yê yên Amedê: Divê dewlet demildest gav biavêje
10:39 Bakirhan: Divê bi zagonên veguhêz azadî û maf bên misogerkirin
10:07 Cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî hat betalkirin
10:05 Aktîvîst Zîlan Kemanger li Kamyaranê hate binçavkirin
09:35 Înîsyatîfa Yekitiyê: Heya yekitiya me çênebe em ê negihên tu statuyê
09:25 Koçeroglû yê OHD'î: Pêvajoyê tu bandoreke erênî li girtîgehan nekiriye
09:22 Danişîna doza hevşaredarên Akdenîzê sibê dê bê lidarxistin
09:20 Dayikan bang li Erdogan kirin: Gavan biavêjin
09:19 Koker: Komîsyon divê êdî pêşniyazên qanûnî berbiçav bike
09:13 Wan di bin betonê de dimîne: Nasname, xweza û bîra bajêr winda dibe
09:11 Îdareya girtîgehê wêneyê Ceylan Onkolê 'bifikar' hesiband
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2025'AN
08:33 Mûstafa Karasû: Dem dema gotinê, dema îcraatê ye
29/10/2025
18:08 KESK'ê xwest komîsyon ji bo KHK'iyan qanûnê amade bike
16:28 Saeta hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan diyar bû
15:49 Rojnameger Yildiz ê bi lêdanê hatibû binçavkirin serlêdana sûc kir
15:42 MSD’ê êrişa li ser rêya Şam-Siwêdayê şermezar kir
15:31 Seferberiya ji bo meşa Kolnê didome
15:30 Ayşe Gokkanê ji bo rojnamevan Aykol name şand
14:04 Rojnameger Kadrî Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
12:14 PM’a DEM Partiyê: Hewceye verastkirinên zagonî yên azadîxwaz bên kirin
11:34 Abdullah Ocalan: Du rêyên krîtîk li ber komarê hene, yên cidî dê bi ser kevin
10:31 Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin: 63 Filistînî hatin qetilkirin
10:14 Nûçeya me ya Rojîn Kabaîşê hat astengkirin
10:03 Ji partiyên sosyalîst û rêxistinan komxebata ‘pêvajoyê’
09:42 Akademîsyen Coşkûn: Divê hiqûqa veguhêz a li gor pêvajoyê esas bê girtin
09:33 'Tundiya li dijî jinê ji Stenbolê heya Wanê diguhere'
09:31 'Divê şert û mercên Abdullah Ocalan li gor ruhê pêvajoyê bin'
09:20 'Hê jî êriş li şînên Kurdan tên kirin'
09:15 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Gavneavêtina îktîdarê pêvajoyê dixtimîne
09:07 Tevî rapora 'jiyana wî di xetereyê de ye' jî nayê berdan: Ji 120 kîloyan daketiye 50 kîloyan
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2025’AN
28/10/2025
17:02 Şîna Eşref û Mûstafa Akyildiz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Rewşa rojnameger Aykol krîtîk e
16:04 Koma Amed: Em li vir vegeriyan roja ewil, me Evdilmelîk Şêxbekir hest kir
13:53 Fîlozofa feminîst Eva Kittay piştgirî da banga Abdullah Ocalan
13:43 Baroya Amedê komîsyona ‘pêvajoyê’ ava kir
13:29 Cemîl Bayik: Hewceye yasayên entegrasyonê tavilê bên derxistin
13:24 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Kadrî Kaya
12:10 DBP’ê dê ji bo ‘pêvajoyê’ dest bi çalakiyan bike
12:06 Li du barajan serdegirtinên malan: Herî kêm 15 kes hatin girtin
11:44 Serokê Baroya Mêrdînê: Meclis divê êdî gavan biavêje
11:21 'Li ser bingeha hemwelatiya wekhev divê sererastkirinên hiqûqî, zagonî û îdarî bên kirin’
11:11 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê alî di şertên wekhev de hevdîtinan bikin
10:40 Sekretera Jinan a Egîtîm Senê: Necezakirin sûcên li dijî zarokan zêde dike
10:00 Bi hezaran kes tev li Mihrîcana Zeytûnê ya Dêrikê bûn
09:59 Turkdogan: Hinceta 'tundiyê' nema, ger desthilat gav neavêje dê teşhîr bibe
09:34 Li Wanê di 21 mehan de 2 hezar û 299 jin û zarok hedef hatine girtin!
09:32 'Pêdivî bi pêvajoyeke ku Abdullah Ocalan rasterast tê de cih bigire heye'
09:12 Serokê Giştî yê DÎSK Basin Îş'ê Dedeoglû: Ji sedî 95'ê hêza çapemeniyê têra desthilatê nake
09:09 Darên ku bi qamyonan tên veguhastin bi brandayan tên veşartin!
09:05 Girtiyê nexweş Çam, rojê 17 dermanan bi kar tîne
09:00 ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2025’AN
27/10/2025
16:35 Di Projeya Daristana Jinan de 500 şitlên darberûyê hatin danîn
16:30 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
16:20 Bertek nîşanî girtina Asmîn Yildizê dan