Temel: Êrişên ser CHP’ê pêşî li civakîbûna pêvajoyê digirin

  • rojane
  • 15:52 2 Mijdar 2025
  • |
img

ENQERE – Tayîp Temel ê DEM Partiyî diyar kir ku îktîdar pêşiya civakîbûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk digire û got: “Îktîdar hewl dide CHP’ê li ser maseyê rake û ev jî pêşî li civakîbûna pêvajoyê digire.” 

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkêrên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Civaka Azad (TOP) li Enqereyê Komxebata “Em ji bo demokrasî û aştiyê tên ba hev û derfetên têkoşînê diaxivin” li dar dixe. Komxebat, di roja 2’yemîn de li Odeya Endezyarên Makîneyê berdewam kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî tev li komxebatê bûn. Komxebatê bi axaftinên nûner û endamên partiyên siyasî dest pê kir.
 
‘DIVÊ EM KOMARÊ BI DEMOKRASIYÊ TACÎDAR BIKIN’ 
 
Di serî de Parlamenterê CHP’ê yê Enqereyê Onur Konuralp axivî û bi lêv kir ku ew di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin û got: “Lê di heman demê de çareseriya pirsgirêkên sed salan jî heye. Di vê pêvajoyê de yekitî û têkoşîna hevpar pir girîng e. Divê em li ser rêbazên ‘Em çawa dikarin bi hevre têbikoşin û piştgiriya hev bikin’ nîqaş bikin. Pêvajoyên aştiyê dijwarin. Lê ya girîng têkoşîna ji bo aştiyê ye. Em hevî dikin ew pêvajo piştî gihişt encamê ji bo me hemûyan wê baş bibe. Divê em komarê bi demokrasiyê tacîdar bikin.”
 
‘EV PÊVAJO PÊVAJOYA HILWEŞANDINA TABUYAN E’   
 
Piştre jî Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Çapemenî û Propagandayê Berpirsyar Tayîp Temel axivî. Temel, anî ziman ku aktorê sereke yê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Birêz Ocalan ji 1993’yan vir ve dixwazê şer bide rawestandin. 32 sal in dixwaze vî şerî rawestîne. Lê tevî vê yekê çima şer ew qas didome? Pêkhatina aştiyê bi hilweşandina tabuyan dest pê dike. Ji ber wê jî pêşengiya hilweşandina tabuyan jî birêz Ocalan dike. Şoreşgerbûn û rêbertiya şoreşgeriyê jî hilweşandina tabuyan e. Ew pêvajo jî hilweşandina tabuyan e.”
 
‘ÎKTÎDAR BI ÊRIŞÊN SER CHP’Ê DIXWAZE PÊŞÎ LI CIVAKÎBÛNA PÊVAJOYÊ BIGIRE’ 
 
Bi domdarî Temel biryara vekişîna ji Tirkiyeyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ew, ne dev ji berdena têkoşînekê ye. Nirxandinên bi vî awayî şaş in. Ew pêvajo îmkanên mezin dide muxalefet û partiyên sosyalîst ên Tirkiyeyê. Desthilat hertim dixwaze Tevgera Kurd tesfiye bike. Her tim dixwaze hêzên li dijî xwe tesfiye bike. Ew rastiyeke desthilatdariyê ye. Çima her tim ji bo CHP ji ser maseyê rabe û ji komîsyonê derbikeve operasyonan dike. Sedema wê jî ew e ku ew pêvajo civakî nebe. Ji ber ku dema ew pêvajo civakî bibe, dê AKP lawaz bibe. Ji ber wê jî dixwaze CHP ji ser maseyê rabe û bibêjin CHP’ê pêvajo xira kir. Armanca operasyonên li dijî CHP’ê jî ew e.”
 
‘ARMANCA TEVGERA KURD DIXWAZE ZEMÎNA ŞER BI DAWÎ BIBE’  
 
Di berdewamê de Temel anî ziman ku Tevgera Kurd û rêbertiya wê jî dixwaze zemîna şer bi dawî bibe û hebûna xwe û rêxistinbûyina xwe bi awayekî azad pêk bîne. Temel, wiha domand: “Dema ew pêk bê, dê demokratîkbûyin mezin bibe. Dê desthilat lewaz bibe. Xwedî derketina vê pêvajoyê, têkoşîna li dijî desthilatdariyê ye. Divê em behtir bi hev re bin.”
 
‘JI BO CIVAKÎBÛNA AŞTIYÊ DIVÊ MAFÊN NETEWÎ BÊN NASKIRIN’ 
 
Li ser navê EMEP’ê jî Levent Tuzel axivî û bi lêv kir ku ji bo pêvajo civakî bibe divê mafên neteweyî wekhev bin û got: “Di serî de divê mafê ziman û mafên neteweyî bên naskirin. Bi naskirina mafên neteweyî re pêvajo dikarê encam bigire. Em bi rêbazên nû dikarin komareke demokratik pêk bînin.”
 
‘PÊDIVIYA ME BI YEKITIYÊ HEYE’ 
 
Li ser navê TOP’ê jî Julîana Gozen axivî û bi lêvkir ku pêdivî bi rê û rêbazên têkoşîneke nû heye û got: “Em di qrîzeke de ne. Antonio Gramsci dibêje, ‘Yên berê nikarin berdewam bikin lê ya nû jî nikare pêk bê’ divê em jî xwe ji nû ve ava bikin. Pêdiviya me bi yekitiyê heye. Bi têkoşîneke bi hev re heye.”
 
Li ser navê SMF’ê jî Mahîr Gurzu axivî û destnîşan kir ku hemû partiyên siyasî tevî polîtikayên xwe yên cuda jî divê mafê çîna karkeran û yekitiya karkeran biparêzin.
 
Serokê TÎP’ê Erkan Baş jî ji ber ku kongreya TÎP’ê hebû nekarî tev li bibe û ji komxebatê re peyam şand.
 
Komxebat dê di rûniştina 2’yan de bi axaftinên partiyên siyasî û sendîkayan domiya. 
 

Sernavên din

09:42 Bihayên xanî û kirê li Wanê zêde dibin: Her kes mexdûr e
09:34 Ercan Yilmaz: Divê qanûnên entegrasyonê li gor hewcedariyan bin
09:27 Bûn awazên 'çiya' niha jî dixwazin bibin pêşengên pêvajoya demokratîk
09:17 5 sal in cenazeyê endamê HPG'ê nadin malbatê
09:13 Serokê Konseya Çerkesya: Pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk firsend e
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2025’AN
04/11/2025
20:25 Têkoşîna 223 karkeran didome
18:40 Li baregehek Heşdî Şeebî teqînek çêbû
18:25 Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive
17:46 Demîrtaş spasiya Bahçelî û Ozel kir
17:00 Bakirhan bi Serokê TUSÎAD’ê re hevdîtin kir
16:57 Protestoyên 4’ê Mijdarê: Ne qeyûm ne jî derbeyên siyasî dê gel bi ser keve
16:52 Şîna Recep Unuş hate ziyaretkirin
16:09 Rojnamegerên Daştan û Bîlgîn bi bîr anîn beraet kirin
15:38 Bakirhan: Hewceye komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
15:37 Êrişa li dijî jinan hate protestokirin
15:19 MKG: Zextên li ser çapemeniyê giran dibin
13:15 Hat îdiakirin ku li Dêrgulê du wesayît hatin şewitandin
13:10 Bahçelî: Komîsyon bila biçe Îmraliyê û peyaman rû bi rû guhdar bike
12:53 Du berhemên nû yên Bahoz Baran çap bûn
12:45 Bakirhan: Zagonên entegrasyona demokratîk, mifteya pêkvejiyanê ne
12:23 Parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeyê serlêdan kir
11:36 Li Amedê li dijî fihûş û tiryakê banga ‘xweparastinê’
11:32 Bahçelî: Tehliyeya Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be
11:08 Hewldana Platforma Xweza û Çandê ya Erxevanê hat avakirin
10:50 Hilbijartinên Iraqê: Baweriya ji partiyan kêm e, rîska pevçûnan heye
10:19 Ji Abdullah Ocalan banga ‘qonaxa pozîtîf’
09:13 Bîra berxwedanê Taxa Xaçortê di hedefa şerê taybet de ye
09:11 Dêrsimî: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje
09:07 Doç. Dr. Çelîk: Ji bo domdariya aştiyê naskirina cudahiyan bivênevê ye
09:06 Nûnerên partî û saziyan: Gava herî sereke azadiya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2025'AN
03/11/2025
21:41 Biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya der barê Demîrtaş de teqez bû
21:22 Semra Guzel: Dê têkoşîna min bidome
21:14 Huda Kaya hat berdan
19:54 Li Amedê wesayîta polîsan li welatiyekî qelibî
19:38 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Dê 86 milyon bi ser bikeve
19:06 Semra Guzel hat berdan
17:24 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:53 Kurtulmuş: Em ê pêvajoyê di demekî herî kin de biencam bikin
16:45 Walîtiyê nehişt gel biçe serdana şînê, polîsan êriş kir
16:34 Gardiyanên ku şêweyê girêdana dersokê neecibandin hevdîtin asteng kir
15:36 Ji bo rojnameger Ruvanas biryara neşopandinê hat dayin
15:33 Der heqê çawişê pispor ê milê zarokê 10 salî şikandî de doz hat vekirin
15:03 DFG’ê rapora binpêkirinan a meha Cotmehê aşkera kir
14:32 Danişîna rojnameger Kanbal hate taloqkirin
14:26 Huda Kaya hate girtin
14:16 Temellî ji îktîdarê pirsî: Hûn çima ji bo çekan hêj ewqas pere vediqetînin?
13:46 Ji ber ‘Lihevkirina Bajar’ ceza ji Ahmet Ozer re hat xwestin
13:35 Kavala ê 8 sal in di girtîgehê de daxuyanî da
13:27 Girtiyên ku zexta pêkirina şimikê red dikin naşînin nexweşxaneyê
12:38 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 60 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 37.15 e
12:37 Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Jiyana bêtundî em bi civaka demokratîk ava dikin
12:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:04 Girtiyê ku jê re gotin ‘baş bûye’ û şandin girtîgehê, rewşa wî giran bû
11:48 ‘Ji sedî 90’ê avahiyên li Rezanê xetere ne, vesazkirina bajar şert e’
11:02 ‘Hewceye gavên ku pêşiya siyaseta demokratîk vedikin bên avêtin’
10:24 Hevserokê PYD’ê: Piştî mijara bêçekbûnê ji holê rabûyî hevdîtin zêde bûn
09:24 ‘Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê pirsgirêk çawa çareser bibe?’
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvînayîş avzel o’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2025’AN
02/11/2025
16:37 Panela ‘Tundiya li dijî jinê’: Çareserî piştevaniya civakî ye
16:35 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Piştevanî têr nake, divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:52 Temel: Êrişên ser CHP’ê pêşî li civakîbûna pêvajoyê digirin
15:35 Bîlançoya lehiya li Vîetnamê giran bû: 35 kes mirin, 5 kes winda ne
15:33 ‘Sedsaleke din a ku Kurd winda bikin tune ye'
14:51 Abdullah Ocalan ji DEM Partiyê re got: Civakê bi rêxistin bikin
14:14 Bakirhan: Hedefa vê pêvajoyê demokrasî pisûla wê jî edalet e
13:23 Li Bestayê qirkirina daran didome
12:04 Li Ingilistanê bi kêran êriş hate kirin: Gelek kes birîndar bûn
11:22 Danişîna êrişa li dijî Evrenselê sibê ye: Em li edliyeyê benda her kesî ne
11:07 Li Meksîkayê di şewatê de 23 kes mirin
11:04 Sarisozen: Entegrasyona demokratîk, rêya xelasiyê ya Tirkiyeyê ye
10:36 Welatiyên Îzmîrê ‘kêmtirîn mûçe' şîrove kirin
10:07 Hejmara 140’an a kovara Jinê derket
10:01 Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD
09:53 Ferîde Eralp: Aştî meseleya jina ye, em mecbûr in nîqaş bikin
09:12 ‘Tekane aktorê ku karibe pêvajoyê birêve bibe Abdullah Ocalan e’
09:01 ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2025’AN
01/11/2025
16:42 Abdullah Ocalan: Divê rêxistina herêmî bê xurtkirin
16:35 Tehliyeya girtiyên nexweş Oztel û Avcî hat xwestin
15:53 Di ‘Nobeda Edaletê’ ya Cizîrê de banga têkoşîna hevpar
15:52 Li dijî erêkirina cezayê 7 rojnamevanan bertek: Ev êriş e li dijî azadiya çapemeniyê
15:20 'Riya aştiyê di Qada Galatasaray û Koşûyoluyê re derbas dibe'
14:38 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên li Kerboranê pirsîn
11:54 1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan
11:40 Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
10:57 DFG’ê li dijî cezayê 7 rojnamevanan bertek nîşan da
10:49 QSD’ê li Reqayê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
10:10 Cezayê li 7 rojnamevanan hatibû birîn hat erêkirin
09:19 Şandeya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de biçe Îmraliyê
09:10 'Qers prototîpa jiyana bihevre ye'
09:06 Bang ji bo meş û mîtînga Kolnê: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN
31/10/2025
16:39 Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir
15:55 Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
15:32 Kurtulmuş: Şertên herêmî û kûrewî aştiyê ferz dikin
13:51 Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
13:37 Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar hatin binçavkirin