Nexweşxaneyê ji bo Onder got: Rewşa wî neguheriye, metirsiya jiyanî didome

  • rojane
  • 10:08 18 Nîsan 2025
  • |
img

STENBOL - Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê têkildarî rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder, got: “Rîska li ser nexweşê me zêde ye û metirsiya li ser jiyana wî didome.” 

Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê têkildarî rewşa tenduristiyê ya endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ku tedawiya wî li beşa lênihêrîna awarte didome, daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tedawiya nexweşê me birêz Sirri Sureyya Onder a li beşa lênihêrîna awarte didome. Rewşa giştî wekî xwe ye, stabîlîteya lênihêrîna awarte di çarçoveya parametreyên duh de wekî xwe didomin. Tedawiya me ya ji hêla înfeksiyon û înflamasyonê ve didome. Rîska li ser nexweşê me zêde ye û metirsiya li ser jiyana wî didome.”