AFAD: Heta niha jî tu îxbarên windahiyan û hilweşînê nehatine kirin

  • rojane
  • 14:51 23 Nîsan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê got ku heta niha jî tu îxbarên windahiyên can û hilweşînê ji bo Navenda Banga Lezgîn a 112’ê nehatine kirin. 

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) têkildarî erdheja li Stenbolê daxuyaniyeke nû weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber erdhejê, bajarên Stenbol, Tekîrdag, Yalova, Bursa û Balikesîrê hejiyane. 
 
Bi domdarî hate gotin ku heta niha jî tu îxbarên windahiyên can û hilweşînê ji bo Navenda Banga Lezgîn a 112’ê nehatine kirin.