ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 30 Nîsan 2025
  • |
img
* Derket holê ku Muammer Ugur ê li Şirnexê mamostetî dikir, ji ber îstîsmara zayendî ya li 4 zarokan kiribû hatibû girtin. Danişîna doza Ugur dê di 16'ê Gulanê de bê lidarxistin.
 
* Îdareya Taybet a Bajêr a Agiriyê, wesayîtên rêveberiya DEM Partiyê ji wan stend û wesayît tahsîsî Şaredariya Panosê ya AKP'î kir. Hevserokê Meclisa Giştî ya Bajêr Melîk Ozmuş, got: "Ji ber ku wesayît tahsîsî şaredatiya AKP'î kirine em nikarin xizmetê bibin gundan." 
 
* Endamên Komîteya Amadekar ên mîtînga 1'ê Gulanê ku wê li Wanê bê lidarxistin, diyar kirin ku ew ê 1'ê Gulanê li gorî ruhê pêvajoyê pîroz bikin û gel vexwendin qadê.
 
* Di raporeke aîdî Serokatiya Daîreya TEM'ê de hat derpêşkirin ku ala, flama û amblemên gelek saziyên jin, ciwan, xwendekar û rojnamevanan aîdî PKK/KCK'ê ne. 
 
* Endamê HDK'ê Mûrat Kalmaz diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtinên dawî de rewşa Rumên li Stenbolê jî pirsiye û ji bo banga Ocalan bigihînin hemû beşên civakê ew ê "platformên gel" ava bikin.
 
* Danişîna doza qetilkirina Cîhan Can ku bi wesayîta bizirx hatibû qetilkirin, dê li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê bê lidarxistin. (09.00)
 
* Danişîna doza qetilkirina Nîhat Kazanhan dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê bê lidarxistin. (12.00) 
 
* KESK, DÎSK, TMMOB û Odeya Bijîşkan a Amedê dê têkildarî mitînga 1’ê Gulanê ku dê li Qada Stasyonê bê lidarxistin, li Şaxa SES’ê daxuyaniyê bidin. ( 12.30)
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana atolyeya tekstîlê ya li Zeytînburnuyê. (13.30)
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê beşdarî hevdîtina ciwanan a li Amedê bibe. (14.30)