Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan

  • rojane
  • 09:11 30 Nîsan 2025
  • |
img
ŞIRNEX - Derket holê ku Muammer Ugur ê li Şirnexê mamostetî dikir, ji ber îstîsmara zayendî ya li 4 zarokan kiriye, hatiye girtin. Danişîna doza Ugur dê di 16'ê Gulanê de bê lidarxistin.
 
Mûammer Ûgûr ku li Dibistana Seretayî û Navîn a Şehît Komîser Ûmût Tûnçay a li navenda Şirnexê mamostetî dikir, dest avêtiye hin xwendekaran û piştî gilîkirinê hatiye girtin. Zarokên keç ên bi navê D.S.B. (13), M.A. (11), A.A. (11) ve A.G.Z. (12), tiştên hatine serê wan ji malbatên xwe re gotin. Piştî malbatan gilî kir Ûgûr di 28'ê Îlonê de hat binçavkirin û paşê hat girtin. 
 
Di çarçoveya lêpirsînê de di 27'ê Îlonê de serî li beyana D.S.B. hat xistin. D.S.B.'yê diyar kir ku mamoste Ûgûr dest avêtiye xwendekarên din jî. Di rapora ku Navenda Şopandina Zarokan a Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de D.S.B. hat diyarkirin ku D.S.B. di warê têgihiştin û fêmkirin de baş e û dikare agahiyan ragihîne û tiştên gotine "jidil" gotine. Girtenameya Şopandin û Lêkolînê ya Bidîmen a Midûriyeta Polîsan a Bajêr jî diyar kir ku vegotinên D.S.B.'yç hatine tespîtkirin. 
 
Her wiha mexdûrên din jî tiştên hatine serê wan gotine. 
 
Ûgûr jî di îfadeya xwe de tiştên pê tên tawanbarkirin qebûl nekir û got ku hin kes zarokan "tije" kiriye. Lê di wêneyên hatine dîtin de xuya dike ku Ûgûr zarokan hembêz dike. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê der barê Ûgûr de îdianame amade kir. Di îdianameyê de raporên navborî û beyanên xwendekaran hene. Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê îdianameyê qebûl kir. 
 
Di doza hat vekirin de heya niha 3 danişîn hatine lidarxistin. Danişîna 4'an wê di 16'ê Gulanê de bê lidarxistin. 
 
MA / Zeynep Dûrgût