STENBOL - Endamê HDK'ê Mûrat Kalmaz diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtinên dawî de rewşa Rumên li Stenbolê jî pirsiye û ji bo banga Ocalan bigihînin hemû beşên civakê ew ê "platformên gel" ava bikin.
Bandora “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê didome. Di vê çarçoveyê de di bin navê “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de civînên gel tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 19’ê Nîsanê de li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” da destpêkirin.
Di pêşengiya HDK'ê de wê li gelek navçeyên Stenbolê civînên gel bên lidarxistin. Di civînên ku wê li qadên vekirî bên lidarxistin de wê platformeke gel bê avakirin û welatî li ser naverok û çarçoveya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan biaxivin.
Endamê Desteya Rêveber a HDK'ê Mûrat Kalmaz diyar kir ku bi taybet piştî 1'ê Gulanê ew ê lezê bidin hevdîtinan û têkildarî girîngiya civînan û xebatên ku dê bimeşînin axivî.
BERPIRSIYARIYA HDK'Ê
Kalmaz diyar kir ku di hemû hevdîtinên ku Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Abdullah Ocalan re kirine de li ser civak û rêxistiniya demokratîk hatiye sekinandin. Kalmaz bal kişand ku Abdullah Ocalan hewl dide bi taybetî çîna karkerên li Tirkiyeyê û tevgera çep û sosyalîst a Tirkiyeyê hemû beşên civakî tevlî pêvajoyê bike û got: "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ne tenê kurdan, hemû beşên civakî yên Tirkiyeyê vedihewîne. Kalmaz da zanîn ku ev bang li tevahiya Rojhilata Navînê hêviyên mezin afirandiye û got ku li ser vê bendewariyê HDK'ê jî ji bo erka xwe pêk bîne "Hevdîtinên Civaka Demokratîk" li dar dixe.
AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK
Kalmaz diyar kir ku ji bo banga Abdullah Ocalan bigihînin civakê û civakê bixin nava pêvajoyê ew ê van hevdîtinan pêk bînin û got ku HDK ji bo avakirina civaka demokratîk platformeke girîng e. Kalmaz got: "Em di wê baweriyê de ne ku bi hevdîtinên bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re û bi tevlêbûna rasterast a gel re civakeke demokratîk pêk tê. Ji bo nîqaşkirina pêvajoyê dê platformeke gel bê avakirin. Civîna ku me li Esenyurtê li dar xistibû bi vî rengî bû. Li wir karker, jin û zarokên ku li ber xwe didin hatin û axivîn. Ez dixwazim bêjim ku di warê pirsgirêkên nijadî, dînî û çandî yên Tirkiyeyê de û awayê çareserkirina wan de nêrîna gel ji bo me girîng e."
‘LI REWŞA RÛMAN PIRSIYE'
Kalmaz diyar kir ku ev demeke dirêj e li Tirkiyeyê krîzeke pir cidî heye û got: "Li Tirkiyeyê di serî de pirsgirêka kurd, pirsgirêka elewî, pirsgirêka baweriyê, pirsgirêka jinê, pirsgirêka ekolojîk, pirsgirêkên gelekî giran ên çandî hene. Em di wê baweriyê de ne ku çareseriya wan encax bi civakeke demokratîk pêkan e. Eger ji hemû beşên civakê mirov bên û daxiş bibin, wê çaxê em ê karibin behsa avakirina civaka demokratşk bikin. Birêz Ocalan prisiye 'rewşa rûmên li Stenbolê çawa ye?' Daxilbûna rûm, ermenî û erebên li Tirkiyeyê dê bi kêrî civakên Tirkiyeyê bê."
Türkiye’de bir rejim sorunu yaşandığını dile getiren Kalmaz, buluşmalara katılım çağrısında bulundu. Kalmaz, “Bu süreci örgütleyerek başarıya ulaştırırsak, herkes kazanacaktır. İktidar giderek kaybediyor. Kuracağımız halk kürsülerinde Aleviler, Lazlar, Araplar, Ermeniler, gençler, kadınlar gelip sözünü kursun. Mevcut rejimle sorunu olan herkesin gelip sözünü kurması durumunda süreç kesinlikle başarıya ulaşacaktır. Bu anlamda bütün Türkiye toplumundan, ‘Barış ve Demokratik Toplum Çağrısı’na sahip çıkmasını bekliyoruz” diye konuştu.
Kalmaz diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka rejîmê heye û banga tevlîbûna civînan kir.
MA / Melîk Çelîk