Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir

  • rojane
  • 10:45 30 Nîsan 2025
  • |
img

SÊRT - Wezareta Dadê serlêdana ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku di serê wî de tumor hatiye tespîtkirin û 2 caran krîza dil derbas kiriye, ji dozgerî û dadgeriyê re şand. 

 
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam (73) ku li Girtîgeha Tîpa T a Qûbîn a Êlihê tê ragirtin, di 16’ê Nîsanê de krîza dil derbas kir. Çam, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê hate tedawîkirin û dema tedawiya wî didomiya, di 22’yê Nîsanê de dîsa şandin girtîgehê. Parêzera Çam, Nezahat Celen di 24’ê Nîsanê de bi daxwaza taloqkirina înfazkirina cezayê miwekîlê xwe serî li Midûriyeta Giştî ya Karên Cezayê ya Wezareta Dadê da. 
 
WEZARETÊ BERSIV DA 
 
Wezareta Dadê, di 28’ê Nîsanê de bersiva serlêdanê da. Wezaretê, têkildarî daxwaza taloqkirina cezayê Çam ku di serlêdanê de cih digirt, xwest serî li dadgeriya înfazê û dozgeriyê were dayin. Wezaretê di bersiva xwe de wiha got: “ (...) Li gorî xala 16’emîn a Qanûna Der heqê Înfazkirina Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê ya Hejmar 5275’ê, divê daxwaza taloqkirina înfazkirina cezayê hefsê ya ji ber nexweşiyan, ji bo Serdozgeriya Komarê ya cihê ceza lê tê înfazkirin. Li gorî xala 110’emîn a Qanûna Der heqê Înfazkirina Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê ya Hejmar 5275’ê, divê serlêdana bi daxwaza ku cezayê heyî li malê were temam kirin jî yekser ji dadgeriya înfazê re were kirin. Li dijî biryarên dadgeriya înfazê dikare di nava demê de îtîraz were kirin. Di mijarên behsa xeberê de xisûseke ku wezareta me bikare bike tune ye.” 
 
ÇI BÛBÛ? 
 
Mehmet Emîn Çam, dema Serokatiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Sêrtê dikir, di 12’ê Kanûna 2012’an de bi îdiaya “Meclisa Bajar a KCK’ê” hate girtin. Piştî 10 mehan dîsa hate berdan. Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê îcar jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal ceza lê birî. Cezayê Çam ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin û di 14’ê Adara 2022’yan de hate girtin. Çam, li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê 17 rojan di hucreya yekkesî de hate girtin. 
 
Çam, di 1’ê Nîsana 2022’yan de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê hate kirin û hat tespîtkirin ku di mejiyê wî de tumor heye. Di 27’ê Gulana 2022’yan de jî krîza dil derbas kir û anjiyo bû. Di heman demê de Çam nexweşê gurçikan e û du caran ji gurçikên xwe emeliyat bûye. Llê tevî vê jî kîstên di gurçikên wî de dîsa derketin. 
 
Her wiha carekê jî emeliyata kataraktê bû û di çavên wî de miyop astigmat heye. Guhê wî yê rastê nabihîse, aliyê wî yê çepê felc e û bi zehmetî dimeşe. 
 
DAXWAZÊN JI BO TEHLIYEKIRINÊ HATIN REDKIRIN 
 
Ji bo tehliyeya Çam heta niha gelek serlêdan hatine kirin. Lê tevek jî hatin redkirin. Saziya Tipa Edlî (ATK), di 15’ê Mijdara 2024’an de ji bo Çam rapora “Dikare sexbêra xwe bike” amade kir. Di 28’ê Mijdara 2024’an de jî ji bo Serdozgeriya Komarê ya Êlihê serlêdan hate kirin û serdozgeriyê bi hinceta rapora ATK’ê serlêdan red kir. 
 
Çam, di 16’ê Nîsanê de careke din krîza dil derbas kir. Çam ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê, piştî tedawiyê di 22’yê Nîsanê de dîsa şandin girtîgehê. Parêzeran, bi daxwaza “taloqkirina înfazê” di 22’yê Nîsanê de serlêdan kiribûn.
 
MA / Fethî Balaman