Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in

  • rojane
  • 20:29 30 Tîrmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Dostên Nexweşên Penceşêrê ya Siwêdayê bang li rêxistinên navneteweyî û aliyên peywendîdar kir ku derman ji bo hezar û 350 nexweşên penceşêrê ku jiyana wan di xetereyê de ye dabîn bikin.
 
Ji 13’ê Tîrmehê ve, piştî êrişên hêzên hikûmeta veguhêz û komên çekdar, ambargoyeke giran li ser Siwêdayê û gundewarên wê heye. Pêdiviyên sereke yên jiyanî, derman, xwarin û sotemenî jî gelekî kêm in. Komeleya Dostên Nexweşên Penceşêrê ya bajarê Siwêdayê banga lezgîn li rêxistinên navneteweyî, saziyên sivîl û yên li diasporayê kirin ku piştgiriyê bidin nexweşan.
 
Der barê mijarê de rêveberê komeleyê Dr. Ednan Mqlid ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Mqlid ragihand ku pêdiviya hezar û 350 nexweşan bi dermanan heye û banga lezgîn a dabînkirina dermaman kir û got ku ji ber nebûna dermanan wê karesetên mirovî rû bidin.
 
Dr. Mqlid diyar kir ku di vê deropêçê de ew hewil didin ku dermanên niha li dermanxaneyan li hemû nexweşan belav bikin, lê derman gelekî hindik in.
 
Her wiha Dr. Ednan Mqlid anî ziman niha 45 nexweş li Şamê asê mane û ev agahî dan: "Ev nexweş ji ber dorpêça li ser Siwêdayê nikarin vegerin. Lewma rewşa wan ya jiyanî û tenduristî xerab dibe. Hemû hewldanên aliyên peywendîdar û rêxistinên mirovî yên ji bo vegera van kesan jî bê encam ma."
 
Komeleyê di vê dawiyê lîsteya dermanên sereke yê ku pêwistiyan wan pê heye belav kir û bang li civaka navneteweyî kir ku ku tavilê bersivê bidin.