Beriya darizandina rojnameger Akdenîz daxuyanî: Rastî nayê bêdengkirin

  • rojane
  • 12:09 31 Tîrmeh 2025
  • |
img
STENBOL - Di daxuyaniya li ber edliyeyê ya beriya rûniştina yekemîn a rojnamevan Ercûment Akdenîz de hat gotin, "Em ê ji nivîsandina rastiyan, pirsîna pirsan, pirsîn û agahdarkirina raya giştî venegerin."
 
Beriya rûniştina yekem a doza rojnameger Ercûment Akdenîz ku di 22’ê Sibatê de di çarçoveya operasyona li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de hatibû girtin û bi îdiaya 'endamê rêxistinê ye' tê darizandin, li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bi Sendîkaya Karkerên Weşanê û Çapxaneyê ya Tirkiyeyê (DÎSK Basın-İş) ku girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger e daxuyanî hat dayîn. Di çalakiyê de dirûşmeyên wekî 'Ercûment Akdenîz ne bi tenê ye' û 'Çapemeniya azad nayê bêdengkirin' hatin berzkirin.
 
Di daxuyaniyê de rojnameger Elîf Akgul a ku metn xwend, bal kişand ku xebatên pîşeyî yên Ercûment Akdenîz wek sûc tên nîşandan û wiha hat gotin, "Rewşa ku Ercûment Akdenîz pê re rû bi rû maye, tabloya tarî ya rojnamegeriya li welat careke din radixe ber çavan. Lêgerîna aştiyê ya di dema me de dewam dike, ji destpêkê heta dawiyê li dijî sedema hepskirina Ercûment e. Di heman demê de peyamên aştiyê tên dayîn, ji bo rojnamevan û siyasetmedaran rewşeke ku ji aliyê dadgeriyê ve bê tehdîtkirin nayê qebûlkirin. Di serî de wezîfeya rojnamevanan a nûçe û nivîsandina rastiyan, her wiha mafê gel ê wergirtina agahiyan, bi zexta desthilatdariya siyasî bi rengekî sîstematîk tê tinekirin. Li hemberî vê yekê em ê bi xwedîderketina li heqîqetê bi xurtî bisekinin."
 
‘HEQÎQET NAYÊ BÊDENGKIRIN’
 
Elîf Akgul diyar kir ku gelek rojnamevanên mîna Ercûment Akdenîz ji ber sedemên bi heman rengî hatine darizandin û girtin û wiha axivî: "Dîsa endamê sendîkaya me rojnamevan Fûrkan Karabay bêyî ku hinceteke şênber were nîşandan hate girtin û tevî ku bi mehan derbas bû jî hê jî îdîanameyek li ser wî nehatiye amadekirin. Ev rewş operasyoneke tepisandinê ye. Weke DÎSK'ê Em bi zelalî dibêjin: Ercûment Akdenîz ne bi tenê ye. Furkan Karabay ne bi tenê ye. Ti rojnamevan bi tenê nîne. Kedkarên çapemeniyê wê dest ji nivîsandin, pirsîn, pirsîna rastiyan û agahdarkirina raya giştî bernedin. Ji ber ku heqîqet nayê bêdengkirin."
 
JI ERCUMENT AKDENÎZ PEYAM 
 
Serokê Giştî yê Karê Çapemeniyê Tûrgût Dedeoglû peyama ku Ercûment Akdenîz ji girtîgehê şandibû xwend û got, "Ez dixwazim dengê Ercûment bilind bikim." Di notê de ev îfade cih girtin: "Di dema binçavkirinê de me dikarîbû kîjan nûçe bikira? Civakîbûna aştiyê, kuştina jinan, erdheja Stenbolê, drama penaberan û gelekên din. Rojnameger ji azadiya xwe ya raporkirinê bêpar tên hiştin. Binçavkirina rojnamevanan tê wateya binpêkirina azadiya çapemeniyê. Em ê nehêlin pênûsên Ûgûr Mûmcû, Mûsa Anter û Metîn Goktepe bikevin erdê."
 
TÊKOŞÎNA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ 
 
Li ser navê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) rojnamevan Dîren Yurtsever axivî û wiha got: "Em ê li dijî her cure êrîşên li ser rojnamegeriyê û azadiya raman û îfadeyê têkoşînê bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ku bi rakirina hemû qedexeyên li ser azadiyan re wê aştî û demokrasî were vî welatî. Weke rojnamevan, ji bo dawîanîna li hemû daxuyaniyên antî demokratîk ên li vî welatî, pêkanîna azadiya çapemeniyê û hatina aştî û demokrasiyê li vî welatî, em ê her têbikoşin."
 
'DENGÊ BI MÎLYONAN E' 
 
Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş jî bal kişand ku dosyeya HDK'ê piştî 13 salan weke hinceta girtinê derketiye holê û wiha got: "Em careke din li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind dikin. Li vir dengê milyonan heye. Di nava 6 mehan de cara pêşîn Ercûment li dadgehê tê dîtin, ew rojnamevan û siyasetmedar e. Li vî welatî daxwaza maf, azadî û aştiyê sûc tê dîtin. Mirovên ku wê pêşeroja Tirkiyeyê ronî bikin tên girtin. Em dizanin ku em ê bi têkoşînê hevalên xwe azad bikin.”
 
Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik got, "Di navbera binçavkirina Ercûment Akdenîz û girtina Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Ekrem Îmamoglû û Can Atalay de têkilî heye. Ji bo tiştên ku li dijî wan radiwestin ceza tê dayîn. Daxwaza me gelekî zelal e: edalet ji bo her kesî, azadî ji her kesî re."
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî û Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn bertek nîşanî girtina Ercûment Akdenîz dan û xwestin zextên li dijî rojnamegeran bi dawî bibe. 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.