Cinayeta Dûrdû: Nexşeya cihê lê hat qetilkirin hat guherandin

  • rojane
  • 09:55 13 Îlon 2025
  • |
img
WAN - Di doza Seyîthan Dûrdû de ku bi windakirina delîlan bû rojev, nexşeya "herêma qedexe ya leşkerî" jî hat guherandin. Di nivîsa dawî de ya berpêşî dadgehê hat kirin, berevajî krokiya berê hat derpêşkirin ku Dûrdû li qada "qedexe" hatiye kuştin. 
 
Di 28'ê Kanûna 2024'an de li gundê Avzêrk ê navçeya Serav a Wanê leşkeran Seyîthan Dûrdûr yê 40 salî qetil kiribûn. Danişîna duyem a dozê dê di 25'ê Îlonê de bê lidarxistin. Danişîna dozê ya leşker Y.A. yê ku hat girtin û piştî hefteyekê hat berdan, dê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Wanê bê lidarxistin. 
 
Berî dnaişînê bi nivîseke berpêşî dosyeyê hat kirin de nexşeya cihê herêma ku bûyer lê çêbû hat guherandin. Leşkerên ku li derî qada peywirê tevgeriyan, guleya fîşekê ya bû sedema mirinê guherandin û îfadeyên binakok dan û nivîsên ji hev re nivîsandin jê birin, vê carê jî wesfa nexşeya bûyerê guherandin. 
 
Di nivîsê de ku ji aliyê Fermandariya Tabûra Hidûdê 2'yem a Seravm ve ji dadgehê re hat şandin, hat derpêşkirin ku Dûrdû li "herêma leşkerî ya qedexe" hatiye kuştin. 
 
RAPORA EWIL: HERÊM NE QEDEXE YE
 
Di nexşeya ku piştî bûyerê ji dadgehê re hat şandin de, hatibû teqezkirin ku cihê ku Dûrdû lê hatiye kuştin li derî "Herêma Leşkerî ya Qedexe ya 2'yemîn" e. Lê di nivîsa ku di 26'ê Adara 2025'an de ji aliyê Fermandariya Tabûra Hidûdê e'yem ve ji dozgeriyê re hat şandin, hatiye derpêşkirin ku herêma ku bûyer lê çêbûye gava bi koordînatorên Herêma Leşkerî ya Qedexe ya Duyem ve tên yekkirin cihê bûyer lê çêbûye li derî herêma leşkerî ya qedexe ya duyem dimîne û hatiye xwestin ku ev ji aliyê pêzaniyê ve bê tespîtkirin. 
 
ÎDIANAME: LI DERÎ HERÊMA QEDEXE YE
 
Di îdianameya der barê serleşker hatiye amadekirin de hatiye diyarkirin ku cihê ku Dûrdû lê hatiye kuştin li derî herêma leşkerî ya qedexe ye û hatiye gotin ku gumanbar û kesên li cem wî M.Ç. û S.G. li derî qada peywirê bûne. 
 
BERIYA DANIŞÎNÊ CIH HAT GUHERANDIN!
 
Lê belê beriya danişîna duyem nivîsek berpêşî dadgehê hat kirin. Di nivîsê de hatiye derpêşkirin ku Dûrdû li nav herêma qedexe hatiye qetilkirin. Di nexşerêya ku Fermandariya Tabûrê ya Hidûdê 2'yem a Servaê şandiye de, derket holê ku nexşerêya cihê bûyerê hatiye guherandin. 
 
Tê dîtin ku cihê ku Dûrdû lê hatiye kuştin, bi zorê daxilî nava herêma qedexe hatiye kirin. 
 
PARÊZER BEDÎR: DÊ PIŞTÎ KEŞFÊ DIYAR BIBE
 
Parêzerê dosyeyê Ozal Bedîr, anî ziman ku belge û krokiyên di dema lêpirsînê de û yên berpêşî dadgehê hatine kirin li hev dernayên. Bedîr got: "Dadgehê duh keşf kir û du pêzan diyar kirin ku keşfê bikin. Rewş, dê piştî keşfê diyar bibe. Em dibînin ku bersivên ku ji bo van nivîsandin hatine şandin ne zelal in. Wer xuya ye bersûc tim tên parastin. Di nexşeya hatiye şandin de daneyên hejmarî tune ne, tenê krokî heye. Ji ber ku kesên lêpirsîna leşkerên bersûc dimeşînin heman leşkerên li wir peywirdar in. Ev jî dibe cihê pirsgirêkan." 
 
MA / Adnan Bîlen