Êrişa li dijî jinan hate protestokirin

  • rojane
  • 15:37 4 Mijdar 2025
  • |
img
AMED - Platforma Saziyên Demokratîk, serdegirtina mala 3 jinan û derbkirina wan protesto kir û got: “Em ê destûrê nedin ku jin bibin hedefa polîtîkayên şerê taybet û hedefa bi zanebûn a aqilê nêrza.” 
 
Komeke selefiyan ku derdora 20 kesan bûn, li Taxa Dabanoglû ya navçeya Sûrê ya Amedê bi ser maleke 3 jin tê de dijiyan girtin û her sê jin derb kiribûn. Platforma Saziyên Demokratîk, têkildarî mijarê li br Mizgefta Nebî ya li Sûrê daxuyanî da. Pêkhateyên platformê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê dirûşmên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana jinan” û “Bêyî jinan jiyan nabe” berz kir.
 
‘ZÎHNIYETA QIRÊJÎ’ 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer di daxuyaniyê de got ku êrişa li dijî jinan beriya sê rojan li Taxa Dabanoglûyê pêk hatiye û got: “Hinek kesên ku xwedî mejiyê DAIŞ’ê, hevalên jin derb kirin. Hafizaya Sûrê xurt e. Bi salan e bi dehan şaristanî û milet bi hev re dijîn lê kes tev li jiyana kesê nabin. Lê niha 10-15 mêr êrişî sê jinan dikin. Gelo ev di kîjan ol û bîrdoziyê de heye? Tu mirov nikarin tev li jiyana yekê/î din bibin. Her mirovekî maf heye ku li welatê lê dijî bi awayekî azad bijî. Bila kes notirvaniya exlaqê neke bila kes welatê paqij qirêj neke. Bila mejiyê xwe yê qirêj paqij bikin. Em weke TJA’yê vê zilmê û vê exlaqê qirêj qebûl nakin. Kesên dixwazin bila xwe paqij bikin. Em ji wan bêtir oldar in ol ola me ye jî. Bila vî exlaq û mejiyê qirêj di nava vî bajarî de nexin dewrê.”
 
Bi domdarî Gulşen Ozerê destnîşan kir ku kes nikare nava Sûrê bêexlaqiyê bike û wiha domand: “Ew destê dirêjî jinê dibe bila bişikê, ew çavên bi awayekî nebaş li jinê dinêrin bila birijin. Em weke TJA’yê vê zilmê qebûl nakin, şermezar dikin û em ê li dijî vê yekê têbikoşin.”
 
‘EM Ê RÊ NEDIN VAN NÊZIKATIYAN’ 
 
Hevseroka DBP’a Amedê Rûçem Elyakût jî daxuyaniya bi Tirkî xwend. Rûçem Elyakûtê diyar kir ku di van rojên avakirina civaka demokratîk tê nîqaşkirin de tu nêzîkatiyên ku tarzê jiyana mirovan, bawerî û nasnameya wan, azadî û mafê wan hedef digire nayê qebûlkirin. Rûçem Elyakûtê diyar kir ku di serî de tundiya li dijî jinê, dê li hemberî her cure nêzîkatiyên tundiya civakî diafirînin bi awayekî çalak têbikoşin û got: “Em ê çanda jiyana bihevre ku bi sedsalan e didome bidomînin û biparêzin. Em ê destûrê nedin nêzîkatiyên asîmîleperez ku cudahiyan weke sedemê cihekariyê dibînin.”