Rojnamegerên Daştan û Bîlgîn bi bîr anîn beraet kirin

  • rojane
  • 16:09 4 Mijdar 2025
  • |
img

STENBOL - Di danişîna rojnamegerên ji ber bîranîna rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dihatin darizandin de biryara beraetê hate dayin. 

 
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema nûçe dişopandin, bi SÎHA’yên dewleta Tirk hatibûn qetilkirin. Li rojnameger Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, edîtora ETHA’yê Pinar Gayip, nûçegihana Rojnameya Mucadele Bîrlîgiyê Serpîl Unal û siyasetmedar Hacî Ugîş û Îmam Şenol ku cînayet protesto kirin, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê”, “tev li civîn û çalakiya derqanûnî bûn û tevî hişyariyê belav nebûn” û “muxalefeta li dijî qanûna civîn û çalakiyan”  doz hatibû vekirin. Danişîna doza rojnameger û siyasetmedaran li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hate lidarxistin. 
 
Rojnameger û siyasetmedar tev li danişînê nebûn lê parêzerên wan amade bûn. 
 
BIRYARA BERAETÊ  
 
Di danişînê de parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin û piştre jî dadgehê bi sedema ku hêmayê sûc çênebûye, ji bo rojnameger û siyasetmedaran biryara beraetê da.