Protestoyên 4’ê Mijdarê: Ne qeyûm ne jî derbeyên siyasî dê gel bi ser keve

  • rojane
  • 16:57 4 Mijdar 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran tayînkirina qeyûman a li şaredariyên DEM Partiyî û operasyonên siyasî hatin protestokirin û wiha hate gotin: “Ne qeyûm ne jî derbeyên siyasî dê gel bi ser keve.” 
 
Di 4’ê Mijdara 2024’an de li gelek şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) qeyûm hatin tayînkirin. Tayînkirina qeyûman û “derbeya siyasî” ya 4’ê Mijdarê li gelek bajaran hate protestokirin. 
 
MÊRDÎN 
 
Platforma Saziyên Demokratîk, li Parka Karayollari ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne qeyûm ne jî derbeyên siyasî dê gel bi ser keve” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de ji ewil nirxandinên Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş hatin guhdarîkirin. 
 
Piştre jî Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, axivî. Devrîm Demîrê diyar kir ku gelên vê xakê bi sedan sale ye li dijî hemû êrişan li ber xwe dane, hebûn û nasnameya xwe parastine. Devrîm Demîrê got ku dê ev gel îro jî di pêşerojê de jî hebûna xwe biparêze û li dijî her cure êrişan têbikoş e. Bi domdarî got ku hemû dozên weke hinceta tayînkirina qeyûm hatine nîşandan bi demê re têkçûne û hevşaredaran beraet kirine. Devrîm Demîrê got: “Me careke din dît ku ev tenê hincet bûn. Ev yek ji bo xespkirina îradeya gelê Kurd kirin. Hevşaredarê me yê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş tevî beraet kiriye jî hêj girtî ye. Hevşaredarê me yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk beraet kir lê hêj îadeyî peywira xwe nekirine.” 
 
Devrîm Demîrê got ku êrişên hatine kirin û tayînkirina qeyûm sepanên keyfî û derhiqûqî ne. Devrîm Demîrê pêvajoya piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi bîr xist û got ku tevî ewqas dem derbas bûye jî tu gav nehatine avêtin. Devrîm Demîrê banga bidawîkirina sepanên dijdemokratîk û tayînkirina qeyûman kir û xwest hevşaredar dîsa vegerin ser karê xwe. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Nîhat Gokalp jî bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got dewletê hêj tu gav neavêtiye. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
MELETΠ
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Meletiyê jî daxuyanî da. Metna hevpar a daxuyaniyê ji hêla Hevserokê Bajar Mûsa Gurz ve hate xwendin. 
 
ŞIRNEX 
 
Li Kolana Hunerê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî daxuyanî hat dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne qeyûm demokrasî” hate hilgirtin. Metna hevpar ji hêla Hevserokê DEM Partiyê yê Cizîrê Yilmaz Sanri ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hate berzkirin. Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan di daxuyaniyê de got ku dewlet di qeyûm û bêîstîqrariyê de israr dike, gelê Kurd tê înkarkirin û bi girtiyên siyasî peyamê dide. Newroz Uysal Aslan got ku neberdana girtiyên siyasî, israra di şer de ye û ev tişt anî ziman: “Êdî tehemûla gel a neberdana girtiyên siyasî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nemaye. Yên şînan asteng dikin, pêvajoyê proveke dikin. Çareserî bi qeyûm, girtiyên siyasî û qedexeyan nabe.” 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
 
RIHA 
 
Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, daxuyanî hat dayin. Girseya ku li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeyê kom bû, bi dirûşmên “Qeyûm dê biçin gel dê were”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Xelfetî ranezê li şaredariyê diz heye” ber bi şaredariyê ve meşiya. Her wiha pankarta “Ne qeyûm demokrasî” hat hilgirtin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu di daxuyaniyê de bal kişand ser pêvajoya heyî û got divê dewlet dev ji polîtîkayên şer berde û qeyûman paşve bikişîne. Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan jî gotin dê îradeya Xelfetiyê bi qeyûman bêdeng nebe. 
 
Piştî daxuyaniyê, girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
EDENE
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî li Parka Înonuyê daxuyanî da. Metna hevpar ji hêla Hevseroka Bajar Helîn Kaya ve hate xwendin. Helîn Kayayê xwest hemû girtiyên siyasî bên berdan. Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
WAN
 
Bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk, li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyanî hat dayin. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Gulşen Kurt got ku bi banga Abdullah Ocalan re li welat pêvajoyeke dîrokî dest pê kiriye, dê ev pêvajo bibe wesîleya aştiyê û bang kir ku ji bo bidawîbûna sepanên dij-demokratîk her kes xwedî li pêvajoyê derkeve. 
 
Wekîlê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar jî got ku gelê Kurd li dijî derbeyê bêdene nema û hêj li ber xwe dide. Uçar, diyar kir ku derbekar û alîgirên wan nehatine jibîrkirin û dê neyên jibîrkirin. 
 
AGIRÎ
 
Platforma Saziyên Demokratîk, li ser Cadeya Cumhuriyetê ya Agiriyê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Umut Dogruer daxuyanî xwend û xwest girtiyên siyasî bên berdan û biryarên DMME’yê bên bicihanîn. Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.
 
MÛŞ 
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê jî li pêşiya Parka Zarokan a Şaredariya Mûşê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Derbeya 4’ê Mijdara 2016’an li dijî îradeya gelê me, aştiyê û denokrasiyê hat kirin” hate hilgirtin. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Çîçek Tutuş di daxuyaniyê de got ku 4’ê Mijdarê derbeya siyasî ya li dijî îradeya gelê Kurd bû û xwest biryara DMME’yê ya der heqê Selahattîn Demîrtaş de bê cibîckirin. Çîçek Tutuşê banga mezinkirina siyaseta demokratîk û têkoşîna aştî, edalet û wekheviyê kir û got: “Tevî zextan jî dê îradeya gel bi ser keve.” Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Îlyas Aslan jî got ku ew ê ji bo pêvajoya aştiyê tax bi tax, kolan bi kolan xebatan bimeşînin. 
 
Wekîla Mûşê Sumeyye Boz jî bal kişand ser Şoreşa Rojava û êrişên siyasî yên 4’ê Mijdarê weke hewldana tolhildana şoreşê nirxand. 
 
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.
 
ANTALYA 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Antalyayê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Muratpaşayê Azîz Kalkan metna hevpar xwend. Kalkan, got ku armanca operasyona siyasî bêdengkirina siyaseta demokratîk bû lê tevî her zextan jî dê demokrasî bi ser keve.