Demîrtaş spasiya Bahçelî û Ozel kir

  • rojane
  • 17:46 4 Mijdar 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Demirtaş, ji ber axaftina Devlet Bahçelî ya li ser tehliyeya wî û daxuyaniya rexnedariyê ya Ozgur Ozel a di derbarê parêzbendiyan de, spasiya wan kir.
 
Selahattin Demîrtaş, têkildarî gotina Devlet Bahçelî ya "Tehliyeya Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bibe wesîleya xêrê" û lêborîna Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel a li ser navê partiya xwe, daxuyanî da.
 
Peyama Demîrtaş a ku li ser hesabê wî yê medyaya dijîtal hat weşandin wiha ye: "Rêzdar Devlet Bahçelî, di civîna koma îro de bi wêrekî tabû hilweşandin û nîşan da ku bi teslîmiyeta li ber tirsê ve mirov nikare aştiyê ava bike. Ez wî ji dil pîroz dikim û bi dilekî germ spasiya wî dikim. Herwiha rêzdar Ozgur Ozel jî bi helwesteke bi rûmet rexne li xwe girt û mînakeke din a cesaretê nîşan da. Ez wî jî ji dil pîroz dikim û bi dilekî germ spasiya wî dikim lê divê her kes vê yekê bizanibe û jê piştrast be; ger em bi hev re hewl bidin rûpeleke nû vekin û em bi xeletiyên berê ve asê bimînin, em ê paşeroja xwe jî têxin bin îpotekê.
 
Ne mafê min ne jî yê siyasetmedarekî din wiha nîne. Di vê çarçoveyê de ne kîneke min a taybet û ne jî xeydeke min li hember tu kesî tune. Gel li benda çareseriya pirsgirêkan e, divê em bi wêrekî gotinên nû bibêjin û tiştên nû ava bikin, ev yek deynê stûyê me hemûyan e. Pêşî çek wê bi awayekî teqez û mayînde ji holê rabin; ev zelal e. Ji ber ku rêzdar Ocalan di vî warî de zelal û bi biryar e. Herwiha, rêzdar serokkomar jî piştgirê vê pêvajoyê ye. Ya ku dikeve ser me jî ew e ku em bêyî dudilî piştgiriyê bidin serkeftina vê pêvajoyê. Em ê hemû pirsgirêkên xwe yên din jî di şert û mercên siyaseta demokratîk de dîsa bi hev re çareser bikin, lê berî her tiştî aştî!"