Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive

  • rojane
  • 18:25 4 Mijdar 2025
  • |
img
ENQERE - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, dê di civîna xwe ya roja Pêncşemê de biryara serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bide.
 
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, di rojên borî de di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Tayyîp Erdogan re civiya bûn. Şamdeyê, di hevdîtinê de ragihand ku ji bo pêvajo bigihîje zemîneke xurt, divê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku li Meclîsê hatiye avakirin, teqez serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bike û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd fikrên wî bipirsin.
 
BI DAXUYANIYÊN LI DÛ HEV VE PIŞTGIRÎ
 
Şandeyê piştî civînê got: “Em bi kêfxweşî diyar dikin ku em di mijara avêtina gavan de ku dê pêvajoyê zûtir û xurttir pêşve bibe, di nava têgihiştin û lihevkirineke hevdu de ne.” Erdogan jî, rojek piştî vê daxuyaniyê peyamên erênî da û ev tişt got: "Me bi şandeya DEM Partiyê re hevdîtineke hêvîbexş kir. Em ê di rojên pêş de bertekên wê bibînin.”
Îro jî, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê de axivî û got: “Serdana parlamenterên ku dê ji Komîsyona li Meclîsê hatî damezrandin bên hilbijartin ji bo Îmraliyê û wergirtina peyamên pêwîst ên ji devê yekem û destê yekem, dê pêvajoyê gelekî xurtir bike. Partiya Tevgera Neteweperest amade ye ku beşdarî şandeyeke wiha bibe.”
 
DÊ BIRYARA ÇÛYÎNA ÎMRALIYÊ BIDE
 
Piştî van geşedanan, Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê hatiye damezrandin, biryar da ku roja Pêncşemê saet 11.00’an de bicive. 
 
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komîsyon dê di vê civînê de li ser xebatên ku wê ji niha û pê ve bike, gotûbêj bike. Komîsyona ku dê di roja û saeta navborî de bicive, dê mijara serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê jî bîne rojevê û nîqaş bike. Ger piraniya endamên komîsyonê di warê serdanê de deng bikar bînin, wê serdan were plankirin. Herwilha li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, komîsyon dê biryarê bide ku serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike û fikrên wî yên derbarê pêvajoyê de guhdarî bike.