Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin

  • rojane
  • 11:05 20 Kanûn 2025
  • |
img
ŞIRNEX - Hat hînbûn ku mamosteyê bi navê Serdal Os ê ku tevî delîlên ku wî li Cîzrê gelek xwendekar tacîz kirine duh ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Cîzrê ve bi şertê kontrola edlî hat berdan, piştî dîtina delîlên nû dîsa hat binçavkirin.
 
Serdal Os (49) mamosteyê ku li Lîseya Anadolûyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Selahattîn Eyyûbi ya li navçeya Cîzrê ya Şirnexê gelek xwendekar tacîz kiribû û duh ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Cîzrê ve bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, piştî dîtina delîlên nû dîsa hat binçavkirin.
 
Ji aliyê din ve, mufetîşên ku ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve ji bo lêkolîna îstismara zayendî ya zarokan hatibûn peywirdarkirin, heta niha 23 zarokên ku tacizî wan hatiye kirin, tespît kirine.