Li Şirnexê li dijî darbirînê kampanyaya îmzeyan

img
ŞIRNEX - Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê li dijî qirkirina xwezayê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
 
Platforma Ekolojiyê ya Şirnex ji bo li hember qirkirina xwezaya Botanê bertek nîşan bide li Qada Komarê bi banga, "Talana xwezayê qirkirina jiyanê ye" standa îmzeyan vekir. Parlementerên DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, Berdevka Meclisa Jinê DBPê Berîvan Bahçeçî û rêveber û endamên DEM Partiyê û DBP'ê yên Şirnex ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê bi girseyî çûn serdana standê.
 
Standa îmzeyan ê 10 rojan li navenda Şirnex û navçeyên wê li qadên cuda were danîn û îmzeyên werin komkirin ê ji bo Walitiya Şirnexê û Gerînendeya Karên Daristanê ya Şirnex werin şandin.