Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike

  • rojane
  • 09:59 26 Îlon 2025
  • |
img
ENQERE - Komîsyona li Meclisê bernameya xwe guherand û biryar da ku li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike. 
 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, li derdorên cuda guhdarî dike. Komîsyonê, bernameya xwe ya vê hefteyê guherand. Komîsyonê, bernameya xwe ya guhdarîkirina rêxistinên jin û ciwanan betal kir û biryar da ku li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike. 
 
Têkildarî guhertina behsa xeberê tu daxuyaniyên fermî nehate kirin. Her wiha ne diyar e ka dê komîsyon kengî û li kîjan rêxistinên hiqûqê guhdarî bike.