DTÎOSB'ê civîna yekemîn a giştî ya asayî li dar xist. Sezaî Ayas wekî serok hat hilbijartin. Di civînê giştî ya asayî de ji bo pêşxistina îstihdamê îşaret bi girîngiya tevkariyê hat kirin.
Li navçeya Karataşê agir bi konên karkerên çandiniyê ket.
Li Bazîdê welatiyên ku ji bo zivistanê penêr, rûn û qelî çêkirin, niha jî ketine tatêla çêkirina xwarinên di şûşeyan de (konserve).
TOHAV, dê li Stenbolê bi sernavê “Di qada perwerdeyê de rola zimanê dayikê” çalakiyê li dar bixe.
Dîroka konsera Koma Amedê ku weke 1’ê Mijdarê hatibû ragihandin, hat guherandin. Konser, dê di 25’ê Cotmehê de bê lidarxistin.
Qeydên kursan ên Navenda Çandê ya Anatolyayê (NÇA) ku di 18'ê Îlonê de dest pê kirin, dê heta 20'ê Cotmehê bidomin. Ji damezrînerên navendê ku dê di nêz de çalak bibe, Adar Yildirim, got ku armanca wan domandina kevneşopiya NÇM'ê ye.