Li gundên Çinarê çinîna pîvazan dest pê kir
- aborî-ked
- 09:26 17/6/2019
Li gundên Çinarê çinîna pîvazan dest pê kir. Cotkar diyar dikin ku ji ber şiliya îsal tesîrê li ser zeviyên wan kiriye xêr û bêr wek salên berê nebaşe û kar û zirara wan hev dernaxe. Karkerên ku çinîna pîvazan dikin jî gotin ji ber germê karê wan gellek zor e û bi qasî keda xwe yewmiya xwe nastînin.