Berdevkê Komîteya Krîzê: Rewşa Tirkiyeyê ji ya Arjantînê jî xirabtir e
- aborî-ked
- 09:09 21/10/2018
Berdevkê Komîteya Krîzê ya EHP'ê Hakan Ozturk, diyar kir ku deynê Tirkiyeyê 456 milyar dolar e û divê di nav salekê de 330 milyar dolar bê dayîn û wiha got: "Rezervên Bankeya Navendî hemû ancax ji 3 paran parekî vî deynî dike. Yanî rewşa me ji ya Arjantînê jî xirabtir e."