Ji kedkaran daxwaza ‘bûdçeya gel’
- aborî-ked
- 14:41 15/11/2023
Kedkaran bi pêşengtiya KESK’ê li gelek bajaran çalakî li dar xistin û gotin: “Em bûdçeya gel a demokratîk ya bi kedê re” dixwazin.
Kedkaran bi pêşengtiya KESK’ê li gelek bajaran çalakî li dar xistin û gotin: “Em bûdçeya gel a demokratîk ya bi kedê re” dixwazin.
Lîreyê tirk her ku diçe li hemberî Euro bênirxtir dibe. Euro îro rekor derbas kir û bû 31.19 TL.
Meşa ku DÎSK’ê bi daxwaza di dahat û bacê de edalet pêk were ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve daye destpêkirin di roja 2’yemîn de li Gebzeyê didome.
ÎSÎG'ê daxuyand ku di meha cotmehê di encama cînayetên kar de herî kêm 150 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Tîmûr Sayyîgit destnîşan kir ku mûçeya wan a teqawidiyê tenê çend rojan di berîkên wan de dimîne û wiha got: “Teqawid, ji bo ku nemirin li ber xwe didin.”
Serokê Şaxa Egitîm Sena Wanê Mûrat Atabay bal kişand ser polîtîkayên desthilatê û anî ziman ku desthilatê civakekî li gorî cihê şer helwest nîşan dide ava kir.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû da zanîn ku dê ji bo edaleta di dahat û bacê de û ji bo edaleta li welat dê di 13’ê mijdarê de ber bi Enqereyê ve meşekê li dar bixin.
Yek ji bajarên ku herî betalî lê heye Wan e. Welatiyên Wanê sedema sereke ya feqîrî û betaliyê polîtîkayên şer e û gotin: “Tenê pereyê ku ji bo şer tê razandin ji bo aboriyê were razandin dê îro rewş ne wisa bûya.”
Bi sarbûna hewayî re liv û tevgera li Sûka Sobefiroşan a li Rêya Armûşê jî zêde bû.
Hayrûllah Oren ê ku ev 35 sal in simîdfiroşiyê dike û di nava gel de bi navê “Simîda Diaxive” tê naskirin, bal kişand ser rewşa aborî û wiha got: “35 sal in ez vî karî dikim, lê niha ez poşman im, xwezî min tiştekî din bikira.”
Kooperatîfa Rêveberiya Berhemên Çandiniyê ya Wanê ku ji aliyê siyasetmedar û cotkaran ve hatiye avakirin, dest bi çinîna kartolan kir. Cotkaran xwest ku gel berê xwe bide çandiniyê û hilberînê bike.
Yûsûf Ataman ê ku 50 sal in li Elkê sewalvaniyê dike, anî ziman ku ji ber astengiyên leşkeriyê û bihabûna fiyetan hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin.
Dikandarên li Bazara Penîr a Baglarê firotinê dikin, bertek nîşanî rewşa aborî dan û wiha gotin: “Êdî em nikarin debara xwe bikin, ji bo ev rewş were çareser kirin divê desthilat bê guhertin.”
Li gorî TUÎK’ê di meha cotmehê de Endeksa Bihayê Mêzexer ji sedî 3,43 zêde bûye.
Li gorî daneyên ENAG'ê Endeksa Bihayê Mêzexeran di 12 mehan de zêde bû û derket ji sedî 126,18’ê.