Ji bo 1’ê Gulanê banga tevlibûnê
- aborî-ked
- 17:02 27/4/2023
Rêxistinên girseyî yên demokratîk ku xwe amade dikin di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, bernameyên xwe yên 1’ê Gulanê aşkerekirin û banga tevlibûnê li gel kirin.
Rêxistinên girseyî yên demokratîk ku xwe amade dikin di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, bernameyên xwe yên 1’ê Gulanê aşkerekirin û banga tevlibûnê li gel kirin.
Serokê Giştî yê Nakliyat-Îşê Alî Riza Kuçukosmanoglû diyar kir ku herî zêde di heyama AKP’ê de sendîka bi zextan re rûbirû man û mafê greve hat qedexekirin û got: “Hêviya me ew e ku di 14’ê Gulanê de dawî li vê îktidara zilmkar were.”
Mexdûrê “mulakatê” Fûat Ozdemîr wek bertek li ser ereboka xwe “Birincfiroşê xwedî bi dîploma” nivîsandiye û diyar kir ku li gel wî zanîngehê bi rêjeyek baş qedandiye jî nayê tayînkirin û bi firotina goştê ser birincê debara xwe dike.
Li Şirnexê starta mitînga 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran hat dayîn.
Egîtîm Senê belgeya helwestê ya hilbijartinên 14’ê Gulanê eşkere kir û wiha got: “Weke kedkarên perwerde û zanistê, em ê dengê xwe ji bo perwerdeyeke wekhev, azad, bêpere û bi zimanê dayikê bidin.”
Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên kedê ji bo mitînga 1’ê Gulanê ku dê li Qada Maltepeyê bê lidarxistin bang kirin û wiha gotin: “Em ê guherînê li qadên 1’ê Gulanê bidin destpêkirin.”
Li Sêrtê homgivfiroş ku ji ber eflasyona zêde nikarin hingivê xwe bifiroşin, gotin ku ger wisa bidome dê dest ji hingivfiroşiyê berdin.
Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci bal kişand ser zext û êrişên li ser karker û kedkaran û ji ber van sedeman jî wê tercîhên karker û kedkaran tesîrê li ser hilbijartinê bike.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû di daxuyaniya 1’ê Gulanê de axivî û diyar kir ku Tirkiye li benda guhertinekê ye û got: “1’ê Gulana 2023’yan dê bibe destpêkek nû.”
Hikûmetê ji bo TÎS’ê pêşniyar kir û got ku dê heqdestê karkeran bibe 12 hezar TL û di pêvajoya 6 mehên ewil de jî ji sedî 40 zem bê kirin. Serokê Turk-Îşê Ergun Atalay got ku zema tê pêşniyarkirin kêm e.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ragihand ku ew ê 1’ê Gulanê li Deriyê Çiyê pîroz bikin.
BES'ê daxwazên xwe yên ji bo mexdûriyeta kedkarên SGK'ê ji holê bên rakirin aşkere kirin.
Seroka DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû têkildarî 1’ê Gulanê îşaretî Qada Taksîmê kir û ji bo qedexeya li ser Taksîmê were rakirin bangî îktidarê kir.
Li gorî rapora ÎSÎG’ê di 3 mehên ewil ên sala 2023’yan de 463 karkeran jiyana xwe ji dest da.
Karkerên Kartonsanê bi sedema ku mûçeyên wan di bin kêmtirîn mûçeyan de ye dest bi grevê kiribûn û piştî berxwedana 108 rojan bi ser ketin.