Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
- aborî-ked
- 09:04 30/4/2022
Welatiyên ku her sal di serê meha Gulanê de pezê xwe dibin zozanan, ji ber operasyonên eskerî yên li herêmê diqilqilin. Hîkmet Dara ku debara xwe bi sewalvaniyê dike got: "Me asteng jî bikin, me bigirin jî û me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan."