Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjeya kurdî pêş ve diçe
- çand û huner
- 09:01 20/2/2024
Berdevka Dîvana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nivîskar Nerîman Evdike bi lêv kir ku beriya şoreşê zimanê kurdî li Sûriyeyê qedexe bûye û ji ber wê jî nivîskarên kurd bi dizî berhemên wêjeyî derdixistin û wiha got: "Şoreşa Rojavayê di heman demê de şoreşa ziman bû jî. Êdî kurd bi awayekî azad dinivisînin û ji aliyê wêjeyê ve pêşveçûnên mezin pêk tên."