Di 10 mehan de li 10 şaredariyan qeyûm tayîn kirin

  • rojane
  • 09:23 29 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir ji hilbijartinên 31’ê Adarê heta niha 8 jê yên DEM Partiyê li 10 şaredariyan qeyûm tayîn kir. 

Êrişên li dijî vîna gel didomin. Piştî hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê Adarê, 8 jê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û 2 jî yên Partiya Gel a Komarê (CHP) bi giştî li 10 şaredariyan qeyûm hate tayînkirin. Piştî hilbijartinan, hewldana ewil a ji bo tayînkirina qeyûm li Wanê çêbû. Îktîdara AKP’ê li hemberî berxwedana gel neçar mabû ku paşvegavê biavêje. 
 
Di 3’yê Hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê qeyûm hate tayînkirin. Hevşaredarê Colemêrgê Siddik Akiş hate girtin. Akiş, di 5’ê Hezîranê de hate darizandin û 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê 19 sal û 6 meh cezayê hefsê lê birî. 
 
Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer ê CHP’î ku bi modêla Lihevkirina Bajar hatibû hilbijartin jî di 30’ê Cotmeha 2024’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin û girtin. Li şûna Ozer, Cîgirê Waliyê Stenbolê Can Aksoy hate tayînirin. 
 
DARBEYA 4’Ê MIJDARÊ! 
 
Di 4’ê Mijdarê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê yên DEM Partiyî qeyûm hate tayînkirin. 
 
Di 22’yê Mijdarê de li Şaredariya Dêrsimê ya DEM Partiyî û Şaredariya Pulurê ya Dêrsimê ya CHP’î qeyûm hate tayînkirin. Di 20’ê Mijdarê de li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn. Ev ceza weke hinceta qeyûm hate nîşandan. 
 
Di 29’ê Mijdarê de Hevşaredarê Miksê yê Wanê Ayvaz Hazir ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Bi hinceta dema di sala 2015’an de yekîneyeke şaredariyê daxuyanî dida temaşe kiriye, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn hatibû vekirin û 3 sal û 11 meh cezayê hefsê hatibû xwestin. Tevî ku lêpirsîn didomiya jî li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. DEM Partiyê di 31’ê Adarê de tevahiya 14 şaredarên Wanê bi dest xistibû. 
 
QEYÛM TAYÎNÎ ŞAREDARIYA AKDENÎZÊ KIRIN
 
Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriya Arslan di 10’ê Çileyê de hatin binçavkirin û hatin girtin. Li şûna wan qeyûm hate tayînkirin. 
 
Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên di dema rojnamegeriyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, duh li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Sofya Alagaş. Wezareta Karên Hundir piştî cezayê Sofya Alagaşê, li Şaredariya Sêrtê qeyûm tayîn kir.
 
Ji hilbijartina 31’ê Adarê heta niha li 10 şaredariyan qeyûm hatiye tayînkirin. 
 

Sernavên din

02/09/2025
15:42 Li Silêmaniyeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:51 DBP’ê li Çermûgê silha du malbatan kir
14:39 Li Kurtderesiyê talana ‘îstîmlaqkirina lez’
14:06 Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza çêbû: 11 kes mirin
13:13 Rêxistina Efûyê: Li Siwêdayê 46 Durzî hatin înfazkirin
13:08 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê giran dibe
12:22 Li Bestayê şewat derket
12:21 Li goristana Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!
11:51 Li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 navê qadê û malper hatin sansurkirin
11:36 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserê were pîrozkirin
11:33 MKG: 5 rojnamegerên jin girtî ne
11:01 Serlêdanên ji bo pêşbirkên xelatên rojnamegeriyê didomin
09:43 Li Sûdanê hezaz: Gundek tune bû, zêdetirî hezar kes mirin
09:37 Li Efxanistanê hejmara miriyan 800 derbas kir
09:36 Kesên tev li 1’ê Îlonê bûn: Divê Ocalan azad bibe
09:34 Serokê Baroya Rihayê: Pêdivî bi destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev heye
09:03 Li ÎSTOÇ’ê şewat derket
09:02 Vegeriya gundê xwe yê 30 sal berê hatibû valakirin: Ez ê têkoşîna xwe li vir bidomînim
09:00 ROJEVA 2’YÊ ÎLONA 2025’AN
01/09/2025
21:48 Tulay Hatîmogûllari: Em wêrek bin û gavên berbiçav biavêjin
21:40 Li Amedê bi deh hezaran kes meşiyan: Em nêzî azadiyê ne
19:58 Di çalakiyên 1'ê Îlonê de doza azadiya Ocalan hat kirin
19:32 Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke
19:13 Li Amedê di meşa 1'ê Îlonê de posterê mezin ê Ocalan hat vekirin
15:12 Çalakiyên 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê divê biisrar û wêrek bin
14:49 Li Şirnexê li qada komirê şewat derket
14:03 Ji baroyan daxuyanî: Ji bo daraza serbixwe û pêvajoyê gavan biavêjin
13:51 Plana Trump a Xezeyê: Dê 10 salan di bin kontrola DYA’yê de be
13:46 Li Darfourê êrişên hewayî: Herî kêm 19 kes mirin
13:45 Baroya Amedê der heqê Cumhuriyetê de serlêdana sûc kir
13:36 TJA: Hevgirtina jinan a li dora banga Ocalan dê misogeriya jiyana azad be
12:36 DFG: Zext didomin, 33 rojnameger girtî ne
12:20 Abdullah Ocalan: Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bibin yek
11:44 Xelkê Wanê: Bila bi nave aştiyê serî li rêyên cuda nedin, divê pêvajoyê temam bikin
11:18 Bîlançoya erdheja li Efxanistanê giran dibe: Hejmara miriyan derket 622'yan
11:09 Psîkanalîst a Fransî Roudinesco: Ez piştgiriyê didim banga Ocalan
10:57 Ji bo rojnamegerên li Xezeyê hatine qetilkirin piştevaniya kûrewî
10:43 Peyamên 1’ê Îlonê: Li dijî şer em mil bidin milên hev
10:42 Akademîsyenê Aştiyê Demîrer: Peywirên me hemûyan hene
10:35 Gokdemîr ê OHD’î: Divê statuya Kurdî bê naskirin û qanûnên pêwîst bên çêkirin
09:57 Xwebûn bi manşeta ‘Aştî weşiya komeliya’ derket
09:52 Îsraîlê biryara dagirkirina ‘Şerîaya Rojava’ da
09:51 Derdora Bendava Tişrînê careke din hate bombebarankirin
09:39 'Bila çand û zimanê Kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin’
09:06 Daxwazên di mitînga Rihayê de derketin pêş: Wekhevî û azadî
09:02 Kongreya Beluc a Kanadayê hate avakirin
09:00 ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2025’AN
08:54 Li Efxanistanê erdhej: Herî kêm 250 kesan jiyana xwe ji dest dan
31/08/2025
22:41 Îsraîl: Berdevkê Hamasê Ebû Ubeyde hat kuştin
22:36 Li Xarpêtê çalakiya 1'ê Îlonê
22:29 Tulay Hatîmgûllari: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
21:27 Bakirhan: Piştî vê saetê hûn nikarin Ocalan di hucreyeke 12 metrekareyî de hepsî bikin
21:18 Ayla Akat Ata: Heya li Îmraliyê tecrîd hebe aştî çênabe
18:43 Polîsan nehişt şîna Şîrîn Işikê bê danîn
18:34 Li Kadikoyê bi beşdariya bi hezaran mîtînga aştiyê
18:30 Li Agiriyê banga meşa aştiyê
16:23 Ji Abdullah Ocalan peyama 1’ê Îlonê: Aştî ne temeniyek, rastiyeke şênber e
16:16 Di ‘Mitînga Aştiyê’ de posterê Abdullah Ocalan hate hilgirtin
14:33 'Mitînga Aştiyê' ya Stenbolê: Divê pêşiya pêvajoyê were vekirin
14:31 'Madem em ê di dewletê de cih bigirin wê demê nasnameya Kurdan qebûl bikin’
14:09 Şîna Bahaddîn Ay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:01 HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
13:53 NY’ê ji bo Şerîfe Mihemedî ji Îranê re name şand
12:51 Kolombiyayê îxrackirina komirê ya ji Îsraîlê re bi temamî qedexe kir
12:50 Civaknasê Amerîkayî Calhoun piştgirî da pêvajoyê
12:05 Li Sûriyeyê 800 kesayetan ji bo hevdîtina bi Ocalan re îmze dan
12:05 Ji bo ‘Meşa Aştiyê’ ya li Agiriyê banga tevlibûnê
11:46 Akademîsyen Berwarî: Iraq di çarçoveya tifaqan de tê dabeşkirin
11:07 Mazlum Ebdî: Sûriye dê nebe Sûriyeya beriya 2011’an
10:56 Li ser X’ê hashtag a #RojinİçinYargıYolunuAçın hate vekirin
10:47 Hamasê mirina Muhammed Sînwar piştrast kir
10:44 Redkarên wijdanî ji bo komîsyon li wan guhdarî bike serlêdan kirin
10:03 ‘Heke hûn pêvajoyekê birêve bibin divê hûn bi muxatabê wê re hevdîtinê bikin’
09:45 Hejmara 131’emîn a kovara Jinê derket
09:36 Guzel ê piştî 33 salan hate berdan: Divê Komîsyon erka xwe pêk bîne
09:12 Daxwaza Komeleya Lêkolînên Kurdî: Ji Kurdî re statu, perwerdeya bi Kurdî
09:00 Qeydên ANKA-DER’ê dest pê kirin
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2025’AN
30/08/2025
17:01 Li Qamişloyê panela ‘Ber bi Sûriyeke pirreng û nenavendî ve’
16:40 Meclisa Ziman a Konseya Bajêr rêveberiya xwe diyar kir
16:20 Rêveberiya Nûnertiya TUAY-DER a Êlihê diyar bû
16:11 Îtalyayê hemwelatiya fexrî da sê jinên ku cezayê îdamê li wan hatiye birin
16:06 Daxwaza edaletê ya xizmên windayan didome
16:04 Roja Windakirinên Bi Zorê: Ji ÎHD’ê 10 daxwaz
15:51 Nasnameya jina ku di Gola Wanê de hat dîtin diyar bû
15:42 Ji bo girtiyên nexweş Tenzîle Acar û Emîn Aladag daxwaza berdanê
15:33 Li daristanên Westanê şewat derket
15:24 Bafil Talebanî bû serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî
15:07 Piştî 30 salan li Amedê hate pêşwazîkirin
14:02 Li Kerboranê agir bi daristanê ket
13:47 Di civîna nivîskarên Kurd de peyama ‘yekitiyê’ hate dayîn
13:23 Dayikên Şemiyê: Aştî bi ronîkirina paşerojê pêkan e
13:22 Bi girtiyan korîdorên girtîgehê didin paqijkirin
13:17 Bernameya 1'ê Îlonê ya Stenbolê diyar bû
12:46 Jinên ku beşdarî Kursiya Aştiyê bûn: Em ê piştgriyeke mezin bidin pêvajoyê
12:45 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 39 çete hatin girtin
12:43 Piştî hat berdan bi 7 mehan jiyana xwe ji dest da
12:38 Banga meşa 1'ê Îlonê ya Amedê
11:53 Endamê Komîsyonê Ekmen: Demokrasî û edaletê baweriya bi pêvajoyê xurt bike
11:38 Li Rihayê mirineke biguman