ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kili Koçyîgîtê got: “Bêdengbûna çekan ne encamek e, destpêk e. Armanca me ya esasî, aştiya pozîtîf a li ser bingeha wekhevî û edaletê ye.”
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, li Meclisê civîna çapemeniyê lidar xist û bûyerên di rojevê de nirxand. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê çarçoveyeke kurt a rapora DEM Partiyê parve kir ku pêşkêşî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê kir wiha got: “Ev rapor metneke teknîkî nîne. Ji bo hesreta cografyaya dilşewat a ji bo aştî, edalet û paşeroja hevpar bi dawî bibe rapor hate amadekirin."
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bi domdarî got ku ew dixwazin bi pêş ve biçin û ev tişt anî ziman: “Em demeke nû, serdemeke nû û Tirkiyeyeke nû dixwazin. Hemû hewldanên me ji bo piştgiriya bi pêvajoyê û bicihanîna berpirsyariya xwe ye.”
‘DIVÊ MECLIS BI LEZ QANÛNEKE AŞTIYÊ AMADE BIKE’
Di berdewamê de Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku bi rêya vê raporê, ji bo bidawîbûna şer mayinde bibe ew dibêjin ku divê Meclis qanûneke entegrasyona demokratîk, qanûneke aştiyê bi lez amade bike û wiha domand: “Bêdengbûna çekan encamek nîne, destpêkek e. Armanca me ya esasî aştiya pozîtîf e ku xwe dispêre dilxwaziya civakî ya li ser bingeha edalet û wekheviyê ava bûye. Dixwazim careke din bibêjim ku em aştiyê ne tenê rawestîna şer dibînin, em aştiyê weke avakirina demokrasiyê dibînin.”
'PIRSGIRÊKA DEMOKRASIYÊ YE’
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bi lêv kir ku di demeke wisa de ne ku polîtîkayên ewlekarîperestiyê yên 100 salî û gotina “terorê” îflas kiriye û wiha axivî: “Aqlê demokratîk divê êdî bikeve dewrê ku meseleyê ne weke pirsgirêkeke asayîşê, lê belê weke pirsgirêka demokrasî û jiyana bi hev re dibîne."
‘AŞTÎ NE BI EWLEKARIYÊ LÊ BI HIQÛQÊ DIKARE AVA BIBE’
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, daxuyand ku ew di wê baweriyê de ne ku aştiya li vî welatî ne bi ewlekariyê, lê bi hiqûqê dikare ava bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev rapor raporeke hiqûqî-polîtîk e. Hiqûqek dûrî polîtîkayê, dûrî tercîhên polîtîk nabe. Ji ber vê yekê jî heke raporek li ser vê meseleya ku aliyên xwe yên hiqûqî û siyasî hene tê nivîsandin, diviyabû raporeke hiqûqî-polîtîk bûya. Me rapora xwe spart vê yekê. Bi rapora xwe re me hewl da pirsgirêka Kurd vebêjin ku xala esasî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Pênasekirina rast a pirsgirêkê wê çareseriya rast jî bi xwe re bîne."
‘HETA KURD DAXILÎ HIQÛQÊ NEBIN KOMARA DEMOKRATÎK NABE’
Di dirêjiya axaftina xwe de Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bi bîr xist ku di dema avakirina komarê de Kurd li derveyî deriyê hiqûqê hatin hiştin û got: “Ketina gelê Kurd a ji deriyê hiqûqê ji bo me wê bibe gaveke dîrokî ya ber bi komara demokratîk ve. Yanî di rapora me de perspektîfa komara demokratîk û ketina gelê Kurd a ji deriyê hiqûqê weke têkiliyeke bêyî hev nabe, tê nirxandin."
QANÛNA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, diyar kir ku pîvana hêviyê di asteke krîtîk de girîng e û wiha pê de çû: “Em dixwazin vê yekê destnîşan bikin. Di çarçoveya mîmariya çareseriyê û avakirina hiqûqî de li gorî pêwîstiyên pratîkî yên pêvajoyê qanûna aştiyê, qanûna entegrasyona demokratîk nebe nabe. Li aliyê din, di serî de mafê siyaseta demokraîk, karên avakirina hiqûqî û demokratîk ji gavên bingehîn ên çareseriyê ne."
HEMWELATIYA WEKHEV Û MAFÊ ZIMANÊ DAYIKÊ
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, got: “Pirsgirêka Kurd bi esasî meseleyeke mafê çand, zimanê dayikê û hemwelatiya wekhev e. Mafê gelê Kurd û hîndekarî û perwerdeya bi zimanê dayikê, divê li ser zemîna hiqûqî û destûra bingehîn bêne garantîkirin.”
GEŞEDANÊN LI SÛRIYEYÊ
Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniyê de bersiv da pirsên rojnamegeran. Pirsa têkildarî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wiha bersivand: “Dînamîkên navxweyî yên Sûriyeyê hene, avaniya xwe heye. Em jî pêvajoya li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin. Bendewariya me ew e ku li Sûriyeyê aramî û aştiyeke mayinde pêk were. Lewma ji bo bicihanîna Mutabeqeta 10’ê Adarê divê her kes hewl bide. Di vê mijarê de bi Tirkiye bi taybetî jî Wezareta Karên Derve ya li Tirkiyeyê divê tevkariyeke erênî li pêvajoYê bike, di nava pozîsyoneke welê de be ku şerê li wir asteng bike û pêşî li neyîniyên biqewime bigire. Em rast nabînin ku êş û şer jinûve bi bîr bixînin.
Kurdên li Sûriyeyê, gelên din ên li Sûriyeyê ji êşê têr bûne. Gelên li wê derê aştiyê dixwazin, wekheviyê dixwazin, azadiyê dixwazin, jiyana bi hev re dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku di nava yekparebûna xaka Sûriyeyê de gelên li Sûriyeyê, hemû bawerî wê bi hev re Sûriyeyeke demokrasîk û azad ava bikin. Di vê mijarê de em amade ne ku tevkariya ji destê me tê bikin. Li gorî me divê hikûmet jî, desthilatdarî jî tevkariyeke bi vî rengî bike. Ev yek wê bi kêrî aştiya herêmê û welatê me bê.”
