Dozgeriya li dijî biryara betalkirina di doza Sûrê de derketî ceza xwest

  • rojane
  • 13:34 12 Sibat 2025
  • |
img

AMED - Danişîna biryarê ya Omer Atalay ku di dema qedexeya derketina kolanan a li Sûrê de hate girtin û Dadgeha Bilind dosyaya wî betal kir dê sibe were lidarxistin. Dozgeriyê di mutalaaya xwe de israr kir û ceza xwest. 

Welatiyê bi navê Omer Atalay di dema qedexeyên derketina kolanan ên li navçeya Sûr a Amedê de, di 7’ê Adara 2016’an de bi birîndarî hate binçavkirin û di 11’ê Adara 2016’an de jî hate girtin. Der heqê Atalay de bi îdiayên “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” û “hewl da kesekê ku karê xwe yê cemaweriyê bicih bîne bikuje” doz hate vekirin. 
 
Di danişîna biryarê ya 22’yê Îlona 2020’ê de 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 4 caran cezayê muebbeta girankirî da. Ceza, ji hêla Îstînafê ve jî hate erêkirin. Atalay, li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin. 
 
Parêzerê Atalay, li dijî biryarê li Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Amedê îtîraz kir. Di îtîrazê de hate gotin ku hêmayên madî û manewî yên bûyerê çênebûne û ji hêla “fiîl-faîl” ve biqasî tê xwestin baş nedane berhev. Hat destnîşankirin ku ceza li gorî îfadeyên şahidan hatiye dayin û tu delîlên şênber ên ku îspat bikin Atalay tev li çalakiyan bûye nehatine peydakirin. Her wiha hate gotin ku şahidên di dosyayê de jî îfadeyên li dijî Atalay nedane. Daîreya Cezayan a 9’an a Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Amedê jî di 3’yê Adara 2021’ê de dosya red kir û ceza erê kir. 
 
DADGEHA BILIND BIRYAR LI DIJÎ HIQÛQÊ NIRXAND
 
Piştî ku Îstînafê jî biryar erê kirî, parêzer serî li Dadgeha Bilind da. Daîreya Cezayan a 3’yan a Dadgeha Bilind di 27’ê Gulana 2024’ê de biryar derhiqûqî dît û got ku îfadeyên şahidên di dosyayê de Aynur ÖOzturk, Mahsun Saruhan, Baran Aslan, Mehmet Çoreşoglû û Hamza Tunç bêyî parêzeran hatine girtin û van şahidan bêyî parêzer amade bin teşhîs kirine. Her wiha hate gotin ku van şahidan di îfade û lêpirsîna xwe li dozgeriyê ku parêzer amadebûn de jî ev îfadeyên xwe red kirine. Di biryarê de hate destnîşankirin ku nabe ku hikûm li gorî beyanên şahidên beyanên xwe guherandin were dayin û wiha hate gotin: “Bedrî Oguz û Denîz Ataş li dozgeriyê û di dema lêpirsînê de îfadeyên xwe neguherandin û hikûm jî li gorî îfadeyên wan hate dayin. Diviyabû dîsa weke şahid li wan bihata guhdarîkirin. Diviyabû çarçoveya çalakî û fealetiyên bersûc û dem, cih û xisûsên din bi awayekî hûr û kûr şênber bikirana. Hewcebû biryar jî piştî van daneyan bihata dayin. Lê belê wiha nehate kirin. Piştî lêkolîneke kêm bi awayekî nivîskî biryar hate dayin. Ev rewş derhiqûqî hatiye dîtin.” 
 
‘BI DARÊ ZORÊ EWRAQ DAN ÎMZEKIRIN’
 
Piştî biryara betalkirinê ya Dadgeha Bilind, doza Atalay li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jinûve hat lidarxistin. Di 9’ê Çileya 2025’an de danişîna sêyemîn a dozê hat lidarxistin û li şahid Bedrî Oguz û Denîz Ataş hate guhdarîkirin. Oguz, got ku Atalay nas nake. Ataş jî got ku ew Atalay nas nake û got: “Dema em hatin girtin, dozger ji me pirs kirin. Hinek kaxiz û wêne bi me dan îmzekirin. Gotin ‘heke hûn qebûl bikin em ê wer berdin.’ Komplo li ber me danîn û ewraq dan îmzekirin. Hewl dan sûcî bixin stûyê me. Ez bersûcî qet nas nakim, em tevek bêyî sûcekî me hebe girtî ne û tenê wêne nîşanî min dan. Ez wî nas nakim. Polîsî şimaqek li min xist û tevî ku min got ez nas nakim jî weke ku nas bikim hatiye nivîsandin. Lewma jî îfadeya min a niha derbasdar e. Bi darê zorê ewraq bi me dan îmzekirin. Xwendin û nivîsandina min tune bû.” 
 
‘BI BIRÎNDARÎ ANÎM SÛRÊ’
 
Atalay jî di heman danişînê de got ku ne ew şahidan nas dike ne jî şahid wî nas dikin. Atalay, bersiva îdiaya “Nasnavê Topal Îsmaîl bi kar tîne” da û got: “Ne navekî min ê wisa heye ne jî nasnavekî min ê wisa. Dibe ku min bişibînin kesekî wisa. Tu kesekî bi vî navî bangî min nekiriye. Navê min ê di nava rêxistinê de Lezgîn Amed e. Dîroka ku ez tev li rêxistinê bûme diyar e. Ez beşdarî tu pevçûnan nebûme.” 
  
DOZGER MUTALAAYA XWE PÊŞKEŞ KIR 
 
Di danişîna 4’emîn a dozê de ku di 23’yê Çileya 2025’an de hat lidarxistin, dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkeş kir. Di mutalaayê de hate gotin ku biryara betalkirina biryarê ya Dadgeha Bilind esas nayê girtin û dê îfadeyên şahidan ên li cem hêzên ewlekariyê esas bê girtin. Dozgeriyê bi domdarî ji bo Atalay îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” kir. Her wiha îdiaya “hewl da kesekî ji ber ku karê cemaweriyê dike bikuje” kir. Dozgeriyê xwest Atalay ji ber van her du îdiayan bê cezakirin. 
 
Omer Atalay jî li dijî mutalaayê parastina xwe kir û got: “Di dosyayê de qala bermahiyên teqemeniyan tê kirin. Lê rewşa min a fîzîkî rê nade ku çekê bikar bînim. Li wir gelek teqemenî hatin teqandin û eşkereye ku ji berê ve teqiyane. Dema hatim girtin di saziyên dewletê de FETO’yî hebûn. Ez dixwazim were lêkolînkirin ka di van daneyên hatine pêşkeşkirin de îmzeya kesên FETO’yî heye yan na.”
 
Danişîna biryarê ya doza der heqê Atalay de dê sibe li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

17/09/2025
19:55 Li Wanê bi hezaran kes ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
18:45 Di civîna komisyona meclisê de akademisyen hatin guhdarîkirin
16:57 Şaredarê Bayrampaşayê ji peywirê hate girtin
16:56 Hikûmeta demkî ya Nepalê şîna neteweyî ragihand
16:46 Tehliyeya Belgîn Kanatê hate astengkirin
16:39 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Ocalan daketin qadan
16:29 Li Wanê ji bo meşê banga dawî
16:27 Rejîma Îranê di 3 salan de 2 hezar û 910 kes darve kir
15:49 Kurtulmuş: Divê em destê xwe lez bigirin
15:34 Ji hunermendan çalakiya ‘Civakîkirina aştiyê’
15:26 Nehiştin Demîr ê 30 sal in girtî ye tev li torena cenazeyê birayê xwe bibe
15:19 Komkujiya li Êlihê hate protestokirin
15:02 Ji bo doza ‘Lihevkirina bajar’ bang hate kirin
14:53 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Zeyneb Celaliyan bang kirin
14:20 Civîna 10’an a komîsyonê dest pê kir
14:03 Ji Zeyneb Celaliyan name: Li dijî zilmê bêdeng nemînin
14:01 Abdullah Ocalan: Pêvajo gihiştiye qonaxa çareseriya hiqûqî
13:34 Xeta ‘Alo Şîddet’ê ku qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
13:23 Biryara AYM’ê tune tê hesibandin: 'Dewriyaya dijîtal' 25 hesab asteng kir
13:15 Li Mêrdînê êriş li bijîşkekî hate kirin
13:10 Danişîna bersûcê hewl da Z.Ş. qetil bike hate taloqkirin
13:05 DBP’ê banga ‘Mafê hêviyê’ li hikûmetê kir: Biryarê bicih bînin
13:03 ‘Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike û li ser sererastkirina yasayan biaxive’
11:57 Dayika Kazanhan ji dadgehê re got: Gelo hûn kujer vedişêrin?
11:30 Profesorê Îranî Dabashi: Banga Ocalanê zana dê li ser herêmê bandoreke mayinde bike
10:54 Cîgirê Şaredarê Koycegîzê Ornek hate binçavkirin
10:53 Li Mûglayê şewata daristanê
10:27 Serokeşîrên Ereban: Peyama Ocalan xwişk-biratiya gelan xurt dike
10:19 Mûsa Anter dê li Amed û Mêrdînê bê bibîranîn
09:52 Ocalan koça ber bi Ewropayê ve rexne kir: Polîtîkayeke koçberkirinê ya bi zanebûn e
09:35 Nêzî salekê ye di navbera Amed-Wanê de li edaletê digere: 'Çi bi serê Rojînê hat?'
09:32 Bendewariya xizmên girtiyan ji pêvajoyê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan
09:31 Prof. Kariane Westrheim: Divê konsey têkildarî 'mafê hêviyê' Tirkiyeyê têxe nava tevgerê
09:30 Tirkiye li Sûriyeyê êgir gur dike
09:26 Çakmak ê HDK'î: Armanca sereke civakîbûna aştiyê ye
09:15 Bavê Şerzan Kurt: Hêviya me ji pêvajoyê heye, em wekheviyê dixwazin
09:11 Huseyin Tosû: Divê bendên li ber mafê perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin
09:09 Cîhana dengbêjên çavên wan nabînin: Xewnên Tarî
09:05 Pirtûkxaneya zanîngehê tahsîsî walîtiyê hat kirin
09:03 Parêzer Tekîn: Divê komîte ji bo 'mafê hêviyê' zorê bide Tirkiyeyê
09:02 ATK'ê ji girtiyên ji sedî 94 astengdar re got: Te çima li dijî DAIŞ'ê şer kir?
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2025'AN
16/09/2025
16:51 'Azadiya Ocalan azadiya civakê ye’
16:40 Di doza HDK’ê de biryara beraet û ‘sekinandina teqîbatê’ hat dayin
15:37 ‘‘Jin, Jiyan, Azadî' ji dilê Kurdistanê derket û bû dengê hevpar ê xeyala azadiyê’
15:23 Li Wanê banga ji bo meşê: Divê Ocalan azad bibe
15:10 Li Tirkiyeyê cara ewil li ser formayê tîmekê dirûşma bi Kurdî cih girt
15:03 Li Gazî Yaşargîlê tundiya li dijî tenduristvanan hate protestokirin
14:58 Bernameya Sûrfestê diyar bû
14:40 Li Seqizê greva giştî ya ‘Jîna Emînî’
14:32 OHD’ê bang li Meclisê kir: Bila Kurdî bibe zimanê fermî
14:30 Ji Rojava bo jinan: Em ruhê şoreşê zindî bihêlin
14:28 Piştî Jîna Emîniyê: Hat fêmkirin ku bêyî azadiya jinan azadiya mêran ne pêkan e
14:14 Pirtûkên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ nayên dayin
13:35 ‘Jin, jiyan, azadî manîfestoya jiyana azad e’
13:30 ‘Efû’ya rejîma Îranê dê ji bo girtiyên siyasî derbasdar nebe
13:25 Di 16 rojan de li Sûriyeyê 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
13:22 Banga tevlibûna meşê: Rêya aştiyê ji azadiya Ocalan derbas dibe
12:36 Filistînê ji bo Xezeyê bang li civaka navneteweyî kir
12:33 ‘Têkoşîna Jîna Emînî pêşengtiya jinan kir’
12:24 Li pêşiya KE’yê çalakî: ‘Mafê hêviyê’ cîbicî bikin
12:12 Li Dêrsimê xetereya erdhej, hezaz û lehiyan
11:41 Bavê girtiyê nexweş ê mafê wî yê hêviyê nayê cîbicîkirin: Ev îşkence ye
11:10 Jinên Meksîkayî ji bo ‘mafê hêviyê’ çalakî li adr xistin
11:05 Ji bo meşa Amedê bang: Em azadiya Ocalan biqîrin
10:56 Hinceta taloqkirina tehliyeya Mizrakli: Ji rêxistinê veneqetiyaye!
10:44 Ji Komîteya Wezîran re name: Di mijara ‘mafê hêviyê’ de peyama zelal bide
10:34 Endama Koordînasyona KJAR’ê: Li Rojhilat û Îranê xeteke nû ya têkoşînê heye
09:49 Îsraîlê li dijî Xezeyê operasyona bejahî da destpêkirin
09:35 Li Amedê xebatên ji bo meşa ‘mafê hêviyê’ didomin
09:30 Li Çiyayê Gabarê gefeke nû: 114 bîrên sondajê yên nû tên vekirin
09:19 Li Gilîdaxê pirsgirêka sergoyê
09:00 ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2025’AN
15/09/2025
19:54 Kampanyaya ‘Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin’ hat destpêkirin
17:00 Foruma Sûriyeyî ya 5’emîn: Serkeftina Rêveberiya Xweser piştrast bû
16:24 Nêrgiz Mihemedî: Dixwazin tolê ji tevgera ‘jin, jiyan azadî’ hilînin
16:12 Malbata ji bo hevdîtina girtîgehê diçû Erzînganê di rê de qeza kir
15:30 Ji bo meşa 17’ê Îlonê li Wanê belavok hatin belavkirin
15:24 Di êrişa çekdarî ya Êlihê de 24 kes hatin binçavkirin
15:20 Êrişên li dijî goristanan bi navê ‘Hey Hewar’ bû belgefîlm
14:44 Ji Mûşê banga ‘mafê hêviyê’ cîbicî bikin
14:29 Ji OHD’ê rapora girtîgehên Osmaniye û Tokatê: Tehliye bi biryarên lijneyê tên astengkirin
14:09 Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 68 di bin sînorê birçîtiyê de ma
14:03 BTK’ê ji bo nûçeya têkildarî qeyûmê Xelfetiyê biryara astengkirinê da
13:34 Komîsyon dê vê hefteyê li akademîsyen, komele û weqfan guhdarî bike
13:30 Xelkê Amedê: Divê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
13:19 Dê li 3 bajaran ji bo ‘Mafê hêviyê’ meş bên lidarxistin
12:36 Di cînayeta nefretê de tê payin mutalaa were pêşkeşkirin
12:28 KNK: ‘Jin, jiyan, azadî’ çirûska avakirina civakek demokratîk û azad e
12:24 Ji 39 jinan ji bo KE’yê nameya ‘mafê hêviyê’
12:16 Erol hevdîtina dawî ya li Îmraliyê vegot: Divê pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe
11:33 Li girtîgehên Tîpa S û Ewlehiya Bilind tecrîd didome
10:44 Di çanda Kurdî de gefa ‘modayê’: Kiras û fîstan ji eslê xwe tên dûrxistin
10:14 Rewşa Îranê ya piştî 'Jin, jiyan, azadî': Jin li bendê namînin, ava dikin
09:57 Komîteya Wezîran ji bo ‘mafê hêviyê’ dicive: Tê payin ku biryara navberê bê dayin
09:28 Xwebûn bi manşeta ‘Mafê hêviyê gerdûnî ye’ derket
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2025’AN
09:00 Parêzer ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin
08:03 Li Êlihê êrişa çekdarî: Dayik, bav û 2 zarokên wan hatin qetilkirin
14/09/2025
16:17 Mûrat Arslan piştî 30 salan hate berdan