DEM Partî: Dewlet û îktîdar muxatabên banga Ocalan in

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku dewlet û îktîdar yek ji muxatabên sereke yên banga Abdullah Ocalan in û got: “Divê bi çarçoveyên qanûnî bersiva vê firsendê were dayin ku fikarên heyî ji holê rabin.” 

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiyê têkildarî rojevên di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) de û “Nexşerê”ya tê nîqaşkirin de daxuyanî da. 
 
Ayşegul Dogan diyar kir ku piştî bana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevahiya lijneyên partiyê civiyane û civîn hêj didomin. Ayşegul Dogan, anî ziman ku dê civînên wan bidomin. 
 
‘EM AMADE NE, DÊ ÎNÎSIYATÎFÊ LI XWE BIGIRIN’
 
Bi domdarî Ayşegul Dogan anî ziman ku banga Abdullah Ocalan li hemû cîhanê deng vedaye û ew piştgiriyê didin bangê. Ayşegul Dogan, wiha domand: “Dixwazim vê yekê li ser navê MYK’a me bi we re parve bikim. Weke partî, ji bo banga “Aştî û Civaka Demokratîk” bikeve meriyetê, em ji bo her tiştên pêwîst amade ne û em ê di vê mijarê de ji înîsiyatîfê xwe nedin paş. Ji bo ev bang bikeve meriyetê û pêvajoya ji niha şûnde bileztir bikeve meriyetê, em amade ne ku înîsiyatîfê li xwe bigirin. 
 
Ne tenê li Tirkiyeyê, ji gelek deverên cîhanê têkildarî banga birêz Ocalan daxuyanî hatin dayin. Heke Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Ocalan li hemû cîhanê deng vedabe, ev yek nîşan dide ku pirsgirêka demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ne tenê bi Tirkiyeyeyê bisînor e. 
 
DÊ RÎSK ÇAWA JI HOLÊ RABIN?
 
Banga em qala wê dikin, vekirina rêya siyaseta demokratîk û berfirehkirina wê ye. Ev bang çima hemû cîhanê eleqeder dike? Ji ber ku şerê li herêma me, li Rojhilata Navîn û cîhanê bi aştiyê biencam nebûne lewma. Lewma bangekî girîng û biqîmet e. Di bangê de ji bo aştiyê bang hatiye kirin. Divê ji bo aştiyê bilezûbez gav bên avêtin ku rîskên heyî ji holê rabin. 
 
BANG JI BI KÊ YE? 
 
Lewma ev bang ji bo me tevan e. Ne tenê kesên li vî welatî dijîn, her wiha kesên li derveyî welat lê bi hêviya demokratîkbûn û aştiyê bedel dayin jî ye. Muxatabê vê bangê ji bo her kesên aştîxwaz û demokratîkhez e. Bêguman îktîdar û dewlet e. Birêz Ocalan pir bi zelalî vegotiye. Divê ev firsend ji dest neyê dayin. Ji bo vê firsenda girîng, peyamên pitevaniyê yên girîng hatin dayin. 
 
JI BO AŞTIYA TIRKIYEYÊ FIRSENEDEKÎ GIRÎNG E 
 
Êdî tam dema cîbicîkirina pêdiviyên van gotina ye. Yek ji tiştên dihat mereqkirin jî helwesta Qendîlê bû. Têkildarî vê mijarê gelek nûçeyên spekulatîf hatin weşandin. Lê PKK’ê daxuyaniyeke dîrokî da. PKK’ê agirbest ragihand. Weke DEM Partiyê em ji vê daxuyaniyê gelek keyfxweş bûn. Vê daxuyaniyê, hêz da firsenda heyî. Tirkiyeya ku em dixwazin bibînin ew e ku şer bi temamî ji holê rabe û aştiyeke mayinde bikeve meriyetê. Lewma ev firsendeke girîng e. 
 
BANG LI DEWLET Û ÎKTÎDARÊ KIR
 
Divê ev daxuyanî jî weke gaveke girîng were dîtin. Divê dewlet û îktîdar ji bo avabûna şert û mercên pêwîst tiştên hewce bike. Weke DEM Partiyê em bang dikin. Girîng e ku bi demê re neyê vehêlandin. Lewma ya ku divê were kirin ev e, divê her tişt ji bo ev Banga Aştî û Civaka Demokratîk bikeve meriyetê were kirin. 
 
MECLIS DIKARE GELEK TIŞTAN BIKE 
 
Gelo Meclis dikare di vê rewşê de çi bike? Meclis dikare gelek tiştan bike. Hem hevserokên me yên giştî hem jî wekîl û hwd. gelek caran tiştên ku Meclis dikare bike vegotin. Şandeya DEM Partiyê piştî hevdîtina li Îmraliyê, cara ewil li Meclisê hevdîtin kir. Gelek kesan Meclis weke navnîşan nîşan dan. Zemîneke girîng e. Divê em çi bikin? Ji bo hiqûq, maf, azadî, demokrasî û pergala edaletê ji bo her kesî bin. Anku divê rêgezên hiqûqa demokratîk bikevin meriyetê. Meclis zemîna cîbicîkirina vê ye. 
 
DIVÊ BI ÇARÇOVEYÊN QANÛNÎ BERSIV WERE DAYIN 
 
Birîneke xedar heye û divê were dermankirin. Lewma divê bi lez û bez û bi çarçoveyên şênber ên qanûnî bersiv were dayin ku fikarên heyî ji holê rabin. Tişta ku dê rîskan ji holê rake jî ev e. Divê ev îradeye were nîşandan û di vê mijarê de di qanûn bên sererastkirin. 
 
REWŞ GUHERΠ
 
Bi sala ye em dibêjin ku navnîşana çareserî û aştiyê birêz Ocalan e û muxatabê esasî ew e. Me got ku deriyên Girava Îmraliyê vekin û îxtîmala tiştên dikarin biguherin em bi hev re bibînin. Hêj ev derî baş nehatine vekirin û fikrên birêz Ocalan negihiştine gel lê dîsa jî rewşa Tirkiyeyê diguhere. Em bi hev re li ser îxtîmala aştî û çareseriya demokratîk dikin. Em qala îxtîmala bi temamî xelasbûna şer dikin. Mafê aştî û demokrasiyê yê me tevan e. Lewma divê her kes li dijî vê bangê xwe berpirsyar bibîne. 
 
DIBE KU KORTIYA DILXWAZÎ BE
 
Nîqaşên têkildarî pêvajoyê ku hin kes dibêjin li pişt deriyan bazarî hene, armanc ew e ku rejîma heyî mayinde bikin, dixwazin me bixapînin û hwd. Nîqaşên bi vî rengî tenê dikare bibin kortiya bi dilxwazî. Van rêbazan heta niha bi gel nedan qezenckirin û bi Tirkiyeyê da windakirin. Lewma em dibêjin ku werin em bi hev re qezenc bikin. 
 
DÊ LI 101 NAVENDAN BI GEL RE BICIVIN 
 
Berdevka Meclisa Jinan jî îro diyar kir ku weke jin dê bi awayekî xurt xwedî li vê bangê derkevin. Newroz tê û em bi vê coş û hêviyê xwe ji bo Newrozê amade dikin. Weke DEM Partiyê em ê di rojên pêş de dîsa dakevin qadan. Dê bi rojeva Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi gel re bicivin. Dê li 101 navendan bi gel re bicivin. Em ê aştiyê vebêjin. Em ketin serdemeke wisa ku dê bi hev re ava bikin. Em ji xwe û ji tecrûbeya xwe bawerin. Nexşerêya me her tim hebû. Jixwe bernameya me li ser vê hatiye avakirin. 
 
HEVDÎTINA BAHÇELÎ Û DEMÎRTAŞ PIŞTRAST KIR 
 
Me her tim piştgirî daye diyaloga di navbera partiyan de. Em hevdîtina Bahçelî û Demîrtaş re piştrast dikin." 
 
 
 

Sernavên din

09/03/2025
09:15 Xwîşka Gulan a PKK'yî: Em bi Ocalan bawer in, wê azadî pêk were
09:01 Dayikên Aştiyê: Ji bo çareseriyê divê ji ewil Ocalan û girtî bên berdan
09:00 Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû