NAVENDA NÛÇEYAN - Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de bi taybet jî sosyalîzm derket pêş û her wiha ji bo çareserî û aştiyê hat xwestin ku mercên Abdullah Ocalan bên başkirin.
Li gelek bajaran bi pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) 1’ê Gulanê hate pîrozkirin. Bi deh hezaran karker û kedkar tev li çalakiyan bûn. Di pîrozbahiyan de daxwsaza sosyalîzm û aştiyê derket pêş. Her wiha peyamên têkildarî banga Abdullah Ocalan jî derketin pêş.
MÊRDÎN
Li Mêrdînê bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê pîrozbahî hat lidarxistin. Pîrozbahî, bi tevlibûna hezarn kesan li pêşiya avahiya PTT’ê ya li navçeya Artukluyê hat lidarxistin. Karker û kedkaran govend gerandin, kortej çêkirin û bi dirûşmên “”Bijî 1’ê Gulanê”, “Bijî berxwedana kedkaran” û “Jin, jiyan, azadî” ber bi Parka Karayollariyê ve meş li dar xistin. Di meşê de dirûşma “Bijî Serok Apo” jî hate berzkirin. Her wiha bi pankarta “Ji bo azadiya kedê aştî û civaka demokratîk” bal kişandin ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan. Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin.
Li ser navê Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê Diyar Kut axivî û bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û gavên divê dewlet biavêje rêz kir. Kut, got ku divê ji bo girtiyên siyasî efûya giştî were ragihandin. Kut, got: “Temînata aştî û demokrasiyê, em kedkar in ku yên hemû nirxandin diafirînin em in.” Wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz jî got ku ew ê civaka demokratîk ava bikin.
Piştî axaftinan, muzîkjenên herêmî deketin ser dikê û govend hate gerandin.
ŞIRNEX
Li Şirnexê jî mitîng li Qada Cumhuriyetê hate lidarxistin. Înîsiyatîfa Xwendekaran a Zanîngeha Şirnexê bi pankarta “Bijî kedkarên rojê serhildana li dijî Romê", TJA bi pankarta “Israra di sosyalîzmê de israra di azadiya keda jinê de ye”, SES bi pankarta “Feraseta kapîtalîst tendurisityê dikuje” meş li dar xistin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê" , "Bijî Serok Apo" û hwd. hatin berzkirin. Li qadê pankarta “Ji bo ked, aştî, demokrasî û edaletê em ê bi ser kevin” hate daliqandin.
Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Seroka Şaxa DÎSK- Genel Îşê Siyajîn Buruntekîn axivî û got ku 1’ê Gulanê roja têkoşîna li dijî kedxwariya sermayeyê û roja piştevaniya bi karker û kedkaran re ye.
Serokê CHP’ê yê Şirnexê Saît Namdar jî got ku ew ê pêşerojeke azad bi hev re ava bikin û banga têkoşînê kir.
Wekîlê DEM Partiyê Zekî Îrmez jî bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got ku heta ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk neyê çareserkirin dê krîzên li Tirkilyeyê bi dawî nebin. Îrmez, got ku ji bo aştiyê divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên başkirin, di qadên hiqûq û siyasî de jî îktîdar gavan biavêje.
Piştî axaftinan, Koma Birca Belek derket ser dikê.
RIHA
Li Rihayê jî bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê meş hat lidarxistin û piştre jî daxuyanî hate dayin. Meş, li Parka Novayê dest pê kir û heta Qada Topçuyê domiya. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan û gelek kes tev li bûn. Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di meşê de pankarta “Silav ji mezintirîn sosyalîstê li vê xakê ji dayik bûyî re”. Her wiha dirûşmên “Bijî Kurdistan bimre koledar" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin berzkirin. Ciwanan, di meşê de pankartên weke “Zarokên agir û rojê bi çîroka Bêrîtan, Zîlan û Saraya têkoşer agirê şoreşê bilind dikin", "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" hilgirtin. TJA bi pankarta “Israra di sosyalîzmê de israra di azadiya keda jinê de ye", OHD bi pankarta “Dad ked azadî. Bijî Yek Gulan"; DEM Partî jî bi pankarta “Ji bo azadiya kedê aştî û civaka demokratîk” tev li bû. di meşê de dirûşmên "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne", "Di şer de jî di aştiyê de jî ciwan bi Rêber Apo re ne”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hev” û “Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Li qadê daxuyanî hate dayin û Berdevkê Demê yê Platformê Kemal Yuksekkaya peyama mezinkirina têkoşînê da. Pîrozbahî, bi gerandina govendê bi dawî bû.
LI GELEK BAJARÊN DIN PÎROZBAHÎ HATIN LIDARXISTIN
Di heman demê de li Semsûr, Dîlok, Kîlîs, Eskîşehîr û Konyayê jî bi tevlibûna bi hezaran karker û kedkaran pîrozbahî hat lidarxistin. Di pîrozbahiyan de karkeran bal kişandin ser edalet, aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê û li dijî kedxwariyê û pergala kapîtalîst, banga têkoşîna hevpar kirin.