Welatiyên Wanê: Divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne

WAN – Welatiyên Wanê diyar kirin ku piştgiriyê didin banga dîrokî ya Abdullah Ocalan in û gotin, "Peyamên Ocalan zelal in. Niha divê dewlet jî berpirsyariya xwe bi cih bîne."

Piştgiriya ji bo banga dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû kirin didome. Piştî bangê Komîteya Rêveber a PKK'ê bi daxuyaniyekê agirbest îlan kir. Raya giştî jî li bendê ye ku hikûmet û dewlet li hemberî vê bangê gavan biavêje. Di vê çarçoveyê de welatiyên ku me li Wanê mîkrofon dirêjî wan kir, bang li hikûmet û dewletê kirin ku gavên şênber bavêjin.
 
'PEYAMÊN BIRÊZ OCALAN ZELAL IN'
 
Welatiyê bi navê Haydar Orgu da zanîn ku ji roja ewil ve pêvajo erênî dibînrin û wiha got: "Peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye tenê gelê Kurd eleqedar nake. Di heman demê de gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê jî ev peyam silav kirin. Eger aştî were, wê bandoreke erênî li Kurdistanê ya li çar parçeyan û tevahiya herêma Rojhilata Navîn bike. Ev ê di dîrokê de pêşketineke mezin çêbike. Niha dora dewletê ye ku gav bi gav gav biavêje û bersivê bide peyama birêz Ocalan. PKK'ê jî agirbest îlan kir. Qendîl jî gotinên Ocalan bi cih tîne. Di heman demê de Bahçelî peyama birêz Ocalan silav kir. Divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne."
 
Orgu da zanîn ku divê aştî dualî be û wiha got: "Ji bo aştiyê divê her du alî gav biavêjin. Ocalan zêde gav avêt, dora wan e. Divê gelê Kurd û Tirk ji aştiyeke mayînde xwe berpirsyar bibîne. Ji bo pêkhatina aştiyê divê xalên birêz Ocalan bicih werin anîn. Bêyî van, ne pêkane ku pêvajo bi pêş bikeve. Divê gel vê pêvajoyê hembêz bike. Divê her kes tevli pêvajoyê bibe. Ez di wê baweriyê de me ku vê carê dê pêvajo bigihije armanca xwe. Her kes wê bi erênî bandorê li vê aştiyê bike."
 
'DIVÊ DEWLET BI QASÎ BIRÊZ OCALAN ZELAL BE'
 
Welatiyê bi navê Ridvan Orhan jî ev tişt anî ziman: "Piştî peyama birêz Ocalan PKK'ê agirbest îlan kir. Baş e, dewlet wê li hemberî vê yekê gavan biavêje? Di vî alî de fikarên me hene. Em naxwazin leşker, gerîla û polîs bimirin. Em dixwazin aştî pêk bê. Dibe ku ji vê xweşiktir tiştek hebe? Eger hûn dixwazin aştiyê pêk bînin, divê hûn jî mîna Abdullah Ocalan eşkere bikin. Heta niha we ji bo aştiyê çi daniye pêşiya xwe? Baş e ku mirov çareseriyan peyda bike, lê tu dê çawa bikî? Nexasim heke serokkomar dixwaze aştiyê pêk bîne, divê mîna Abdullah Ocalan û PKK'ê gavan bavêje. Bêyî aştiyê kes nikare pêvajoyeke 40 salî di rojekê de biqedîne. Aştî dualî ye û divê di navbera dewlet û PKK'ê de peymanên hevpar hebin. Eger ev nebe, ez bawer nakim ku çek bên danîn. Lazim e dewlet gav bavêje. Eger wê mîna pêvajoyên çareseriyê yên beriya niha be, çêtir e ku qet nebe. Ji bo aştiyê divê Erdogan, Bahçelî û CHP tişta pêwîst bi cih bînin, wekî Abdullah Ocalan divê bi cih bînin. Tirk, Laz, Ereb, Kurd aştiyê dixwazin. Divê pirsgirêk li meclîsê bê çareserkirin.”
 
‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI AŞTIYÊ DERKEVE’
 
Cemîl Goren diyar kir ku peyama ji Abdullah Ocalan wê aştiyê bîne welat û got ku divê her kes aştiyê biparêze û wiha got: "Divê dayikên leşker û gerîlayên di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane bi destê hev bigirin. Li hemberî vê pêvajoyê divê dewlet bi taybet girtiyên nexweş hemû girtiyên siyasî serbest berde. Êdî li girtîgehan cenazeyê dernekevin. Divê dest ji polîtîkayên qeyûm bê berdan. Divê ziman û statuya Kurdan bê naskirin."
 
Mehmet Emîn Ankak wiha got: "Em dixwazin aştî were Tirkiyeyê. Ji bo vê jî divê êdî dewlet gavê bavêje. Divê aştî û demokrasî pêk bê. Peyama Abdullah Ocalan girîng e û tu pirsgirêk tune ye. Em hêvî dikin ku dewlet li hemberî vê yekê gavan bavêje û tiştên baş biqewimin."
 
'YÊ KU BI DURUSTÎ TEVNEGERE HIKÛMET E'
 
Bedrettîn Lîve da zanîn ku peyama Abdullah Ocalan girîng dibinin û wiha got: “Lê hikûmet ne durist e. Gotinên wan sibehan û êvarê li hev nake. Berî her tiştî bila xwedî li sozên xwe derkevin. Beriya niha ev hikûmet hat Wanê û got, 'pirsgirêka Kurd heye'. Em jî dizanin ku piştre ev gotin red kir. Ji ber vê yekê fikarên me hene. Ji bo çareseriyê tekane tişta ku ez dixwazim ew e ku hikûmet gotina berê ya 'pirsgirêka Kurd heye' xwedî derkeve. "
 
Necdet Cevdet bal kişand ku divê dawî li fikra şer bê û got ku ew piştgiriyê didin biryarên ku ji aliyê tevgera Kurd ve hatine girtin.
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

09/03/2025
09:15 Xwîşka Gulan a PKK'yî: Em bi Ocalan bawer in, wê azadî pêk were
09:01 Dayikên Aştiyê: Ji bo çareseriyê divê ji ewil Ocalan û girtî bên berdan
09:00 Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû