Coşkun: Dê meseleya Kurd derbasî qonaxeke nû bibe
Yegen: Divê hemû beşên civakê xwe berpirsyar bibînin

img

AMED – Li ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan akademîsyen Vahap Coşkûn û Mesût Yegen destnîşan kirin ku ji bo bawerî zêde bibe divê gav werin avêtin û destnîşan kirin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê hemû beşên civakê xwe berpirsyar bibinin.

Piştgiriya ji bo ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû kirin û li Stenbolê şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê hatibû ragihandin berdewam dikin.
 
Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vahap Coşkûn û civaknas Prof Dr. Mesût Yegen li ser vê bangê nêrînên xwe parve kirin.
 
Vahap Coşkun anî ziman ku banga Abdullah Ocalan hem ji bo PKK’ê û hem jî ji bo siyaseta Kurd bangeke dîrokî ye, bi temamî tevli bangê dibe. 
 
'PIRSGIRÊKA KURD WÊ DERBASÎ QONAXEKE NÛ BIBE'
 
Coşkûn da xuyakirin ku di pêvajoya pêş de ew ê du pêşketinên girîng çêbibin û di çarçoveya biryara PKK'ê ya ji bo feshkirina xwe û amadekariyên hikûmetê yên ji bo guhertinên qanûnî yên ji bo bi temamî ji holê rakirina çekê de li gorî vê yekê hatine kirin û wiha got: "Di vê wateyê de pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê wê bikeve qonaxeke nû. Ji ber ku di pirsgirêka Kurd de hêmayeke girîng jî çek bû. Ji holê rakirina çekê wê guhertineke şoreşgerî bi xwe re bîne. Ji niha û pê ve têkoşîn wê bi giranî li qada siyasî were meşandin. Pirsgirêka Kurd ku ji aliyê gelek kesan ve tê qebûlkirin dê mijara xwerêvebirin, mafên çandî bi  rêyên siyasî bên meşandin. Ev tê wê wateyê ku siyaseta li Tirkiyeyê bi temamî biguhere.”
 
GAVÊN JI BO BAWERIYÊ
 
Coşkûn da xuyakirin ku di pêvajoya pevçûnê ya piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê ya sala 2015'an destpê kir de, gelek windahî çêbûn û wiha got: "Ji ber ku civakê di her alî de windahiyên mezin dan. Ji ber vê yekê, haya raya giştî jê heye ku eger ev pêvajo bi ser nekeve wê rastî windahiyek cidî bên. Ji ber vê yekê dudilî ye. Rêya herî baş a ji bo ji holê rakirina van gumanan ew e ku alî ji bo avakirina baweriyê gavan biavêjin. Yanî PKK bêyî ku vê meseleyê di demeke dirêj de belav bike divê biryara ku jê tê hêvîkirin bistîne û dewlet di zûtirîn demê de li gorî vê tevdîrên hiqûqî û civakî bistîne. Eger ev bên kirin, ez difikirim ku desteka ji bo vê pêvajoyê di nava civakê de tê dayîn, wê gelekî zêdetir bibe."
 
'PÊWÎSTE FERASETA AŞTIYÊ BÊ PARASTIN'
 
Coşkûn da xuyakirin ku pêkhatina aştiyê çend berpirsyariyan li ser tevahiya civakê ferz dike û destnîşan kir ku pêwîste di vê pêvajoyê de zexteke demokratîk li aliyan were kirin  wiha got: "Divê aştî bi rengekî di nava civakê de pêk were. Divê fikra aştiyê bê parastin. Dema ku hewldanên bi vî rengî hebin, wê kes û komên ku li dijî vê derkevin hebin û ji bo sabotekirinê bikevin nava hewldanan. Pêwîste civak li hemberî kiryarên bi vî rengî yên provokatîf helwesteke tendurist nîşan bide. Pêwîste li dijî argumanên ku ji bo aştiyê bên pêşxistin, argumanên alîgirê aştiyê werin pêşxistin."
 
PÊŞEROJA ROJAVA
 
Mesût Yegen wiha axivî: “Pêvajoya ku di 1'ê Cotmehê de dest pê kir, xuya ye di rê de bi pêş ketiye û wê bi rengekî serketî temam bibe. Beriya niha biryar hatibû dayin ku serdema têkoşîna çekdarî qediya ye, lê belê 10 salan nediyar bû ku siberoja Rojava wê çi be. Di metna di 27 'ê Sibatê de hat weşandin de ti îzahat nîne, lê nebûna referansê nîşan dide ku di navbera rêxistinê û dewletê de lihevkirinek çêbûye yan jî dibe ku hebe. Ji ber vê yekê, di encamê de em ji ku hatine; di berdêla naskirina hin maf û hiqûqên Kurdan ên li Rojava de PKK wê çekê deyne û dûre li Tirkiyeyê bi qasî derfetan hewldanên demokratîkbûyînê destpê bike."
 
JI BO MAYÎNDEBÛNÊ I PÊVAJOYA AŞTIYÊ
 
Yeyen bal kişand ser gavên ku ji aliyê dewletê ve bên avêtin û wiha got: “Ez bawer nakim ku dewlet ji nişka ve ji xeteke ewlekariyê derbasî xeteke azadîparêz an jî aştiyane bibe. Feraset û zîhniyeta vê dewletê diyar e. Lê di 1 'ê Cotmehê de ji nişka ve guhertineke helwestê çêbû. Bi ya min li pişt wê guherîna mezin a li herêmê heye. Ji bo kurteya guherîna mezin di hevokekê de; bandora Îranê ya li herêmê kêm dibe. Ev yek wê zehmettir bikira ku Kurdên li herêmê, yên li Tirkiyeyê jî di bin kontrolê de bimînin an jî Tirkiye vê yekê bi tena serê xwe bike, her ku diçe zehmettir dibe. Ji ber ku haya vê rewşê jê heye û tê fikirîn ku dibe ji bo Tirkiyeyê pirsgirêkeke girantir biafirîne, Tirkiye gaveke bi vî rengî ya aştiyê pêk anî. Yanî ne ku ji bo aştiyê em di pêvajoya aştiyê de ne, ji bo peşeroja welat em di pêvajoya aştiyê de ne.”
 
RÊZIKNAMEYÊN QANÛNÎ
 
Yegen da xuyakirin ku li hemberî biryara bêçekbûyînê divê gelek sererastkirinên qanûnî bên kirin û wiha got: "Li gorî min eger baweriyek hebe ku di nava mehek du mehan de bêçekbûyîn nerm bibe, wê sererastkirinên qanûnî yên pêwîst ji aliyê dewletê ve bên çêkirin. Rêziknameyên der barê her du milîtanên PKK'ê, girtiyên PKK'ê, siyasetmedarên DEM Partiyê yên girtî û her wiha mijara qeyûman dê bînin rojevê."
Yegen destnîşan kir ku bi daxuyaniya Abdullah Ocalan re, di navbera welatiyan de rewşeke hestewar heye ku ji nezelaliya mîna; ‘Ev çi bû?’. Yegen destnîşan kir ku divê civaka sivîl û partiyên siyasî vê rewşê cidî bigirin û pêvajoyê bi rengekî ji raya giştî re rave bikin. Li aliyê din jî lê zêde kir, divê hemû beşên civakê bi berpirsyarî rabin.
 
MA / Rukiye Payîz Adiguzel
 

Sernavên din

09/03/2025
09:25 Jinên Botanî: Divê Abdullah Ocalan demildest azad bibe
09:15 Xwîşka Gulan a PKK'yî: Em bi Ocalan bawer in, wê azadî pêk were
09:01 Dayikên Aştiyê: Ji bo çareseriyê divê ji ewil Ocalan û girtî bên berdan
09:00 Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'