Tulay Hatîmogûllari: Êdî gotin têr nake, dema pratîkê ye

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari gavên piştî banga Abdullah Ocalan divê bên avêtin rêz kir û got: “Gelek girîng e ku birêz Erdogan xwedî li pêvajoyê derdikeve. Ji bo aştiya vî welatî êdî gotin têr nakin. Dema Pratîk û îcraetan e.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma jinan a partiya xwe de axivî ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hat lidarxistin. Tulay Hatîmogûllari, jinên girtî silav kir û polîtîkayên îktîdarê yên li dijî jinan rexne kir. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku li şûna xurtkirina mafên civakî û siyasî yê jinan, îktîdarê sala 2025’ê weke “Sala malbatê” ragihandiye û got: “Piştre jî hewl dan biryarê bidin ka dê jin biwelidin an na, dê çend zarokan bînin. Bi vê armancê jî lijneya polîtîkayên nifûsê û enstîtûya malbatê ava kirin. Em dixwazin ku li dijî van polîtîkayên di bin navê parastina malbatê û xurtkirinê de kedxwariyê li ser ked, beden û tenduristiya jinê dike û mudaxileyî hemû qadên wan ên jiyanê dikin paşvegav bê avetin. Ey îktîdar, destê destê xwe ji beden û tenduristiya jinan bikişîne.” 
 
‘PEYMANA STENBOLÊ DÎSA BÎNIN’ 
 
Tulay Hatîmogûllari, bang li îktîdarê kir ku di mijara cînayetên jinan de cidî tevbigere û ev tişt anî ziman: “Rêya pêşîlêgirtina tundiya zilam zelal e. Tavilê vegerin Peymana Stenbolê. Her wala Qanûna Hejmar 6284’ê pêk bînin. Dev ji xizaniya li jinan tê ferzkirin berdin. Jin rastî sepanên cihêkar tên. Divê rê û rêbazên temînata aboriyê û mafên civakî yên jinan bên dîtin. Dive muameleya xerab û binpêkirinên mafan ên li dijî jinên girtî tavilê bên bidawîkirin.” 
 
‘DÊ QEYÛM BIÇIN’
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: “Qeyûm, beriya her tiştekî xespkirina îradeya jinan e. Tê wateya dûrxistina jinan a ji siyasetê û mekanîzmayên rêveberiyên herêmî. Mudaxileya mafên jinan û jiyana wan e. Mudaxileya li dijî modêla me ya nûnertiya wekhev, ekolojîk û azadiya jinê ye. Em weke êrişeke mezin a li dijî destkeftiyên jinan dibînin. Me tu caran qebûl nekir û dê nekin. Dê qeyûm biçin, jin û gel dê bimînin.” 
 
BANGA 8’Ê ADARÊ
 
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari, wiha got: “Divê em ji bîr nekin ku jin bi hev re bihêz in. Di 8’ê Adarê de em ê bi hev re li qadan bin. Tevî tevgerên jinan ên Tirkiyeyê, femînîst, tevgera jinên Kurd em ê bi destên hev bigirin û her çar aliyên Tirkiyeyê bi rengê binevş bixemilînin. Em ê tevî Meclisa Jinan bi dirûşma ‘Bi têkoşîna azadiyê ya jinan re em aştiyê birêxistin dikin’ li qadan bin. Hemû jin wê rojê dê li qadan bin. Em di berxwedanên 8’ê Adarê de bin.” 
 
BANGA OCALAN PARVE KIR 
 
Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û got: “Birêz Ocalan careke din baweriya xwe ya mezin a bi têkoşîna azadiyê ya gelan û berxwedana birûmet a jinan anî ziman. Birêz Ocalan bi zelalî wiha got; ‘Şîfreya bingehîn a serdema nû têkoşîna demokratîkbûnê ye. Kirdeya şoreşger a têkoşîna demokratîkbûnê, jin in. Şertê ewil ê şoreşgerî û sosyalîstbûnê ew e ku bi nêrîneke azadîxwaz nêzî meseleya jinan bibe. Em ê têkoşîna xwe ya wekhevî, azadî û demokrasiyê bi jinan re tacîdar bikin ku di dîrokê de herî zêde ew rastî bindestiyê hatine.’ Birêz Abdullah Ocalan bal kişand ser hêvî û biryardariya têkoşîna azadiyê ya jinan afirandî û ji dil û can silavên xwe ji hemû jinan re şand. Di 27’ê Sibata 2025’an de hemû dinyayê şahidiya kêliyeke dîrokî kir. Birêz Abdullah Ocalan bi banga xwe ya aştî û demokratîk re li Tirkiye û Rojhilata Navîn deriyên aştî û demokrasiyê heta dawiyê vekir. Ev bang bû zemîna herî xurt a aştî û çareseriya sedsalê. Em nêzî serdema ku ne tirs, fikar û sendrom lê daxwazên demkrasî, wekhevî, edalet û azadiyê jiyana me diyar dikin. Divê serdemê de kesek nikare xwe bi ser kesekî re bibîne. Dema jiyaneke wekhev û adilane ye. 
 
DIVÊ QADA SIYASET Û HIQÛQÊ BERFIREH BIKIN 
 
Birêz Ocalan, bi banga aştî û demokratîk re esrek bi cisaretê girt. Manîfestoya aştî û demokrasiyê ku deriyê serdemeke nû vedike, bi tevahiya raya giştî ya cîhanê re parve kir. Muxatabê vê manîfestoyê ne tenê rêxistina wî PKK ye, di heman demê de dewlet e, îktîdar e, civak e û muxalefet e. Yek ji muxatabên herî girîng ên banga aştî û civaka demokratîk, Meclis e. Parlamento, divê bilezûbez qada demokratîk, siyaset û hiqûqê berfireh bike. Bi mezinkirina aştî û demokrasiyê re dikare rê li ber mekanîka derbeyê bigire û bi roleke dîrokî rabe. Binêrin Abdullah Ocalan di banga esrê de çi digot; dixwazim vê peyv bi peyv bi we re parve bikim. Dibêje; ‘Rêzgirtina li nasnameyan, azadiya ramanê, birêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkun e. Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekitî û berdewamiyeke mayînde.’ 
 
BI BANGA OCALAN RE DÊ HEMÛ DÎNAMÎK QEZENC BIKIN  
 
Dînamîka sereke ya pêvajoya pêş a li Tirkiyeyê, demokrasî, edalet û azadî ye. Piştrast bin ku kêliya ku îktîdar û muxalefetê pêwîstiyên banga sedsalê bi cih anîn, ne tenê gelê Kurd dê hemû gel û baweriyên Tirkiyeyê bi hev re gelek mezin qezenc bikin. Bi banga birêz Ocalan re dê hemî dînamîkên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê qezenc bikin û Tirkiye dê teqez aştiya xwe pêk bîne. Hem ji cîhanê hem jî ji herêmê û Tirkiyeyê piştgiriyeke gelek mezin ji bo banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan heye. Di dîrokê de piştgiriyên ewqas mezin kêmek caran hatine dîtin. 
 
SPASIYA LÎDERAN KIR
 
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Serokwezîrê Almanyayê, Berdevkê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya DYA’yê, Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê, welatên Ingilistan, Almanya, Îran, Iraq, Erebistana Siûdî, Berdevkê Polîtîkayên Derve ya Yêkitiya Ewropayê piştgiriyeke pir xurt dan banga birêz Abdullah Ocalan. Dixwazim hin piştgiriyên din ên hatine dayin jî bi raya giştî ay Tirkiyeyê re parve bikim. Di heman demê de Partiya Çep a Ewropayê ku partiya sîwan a patiyên çep ên Yekitiya Ewropayê ye û Partiyên Sosyalîst a Ewropayê ku partiya sîwan a partiyên sosyal demokrat a Ewropayê ye, piştgiriyeke gelek xurt dan. Di heman demê de lîderên gelê Kurd ên girîng birêz Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Qubad Talabanî, Mesrûr Barzanî, Bafil Talabanî, Selahedî Bahadîn û Elî Bapîr jî piştgirî dan û ji bo yekitiya neteweyî ya gelê Kurd û aştiyê piştgiriyeke gelek mezin e. Li welatê jî birê Devlet Bahçelî ku ev pêvajo da destpêkirin, Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan, Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û gelek aktorên din ên siyasî ku min navên wan negotin, piştgirî dan. Pêkhateyên me, tifaqên çep sosyalîst, rêxistinên girseyî yên demokratîk, gelek kesên ji gel û baweriyên cuda piştgirî dan. Bi rastî jî ev piştgiriyeke dîrokî ye. 
 
DEMA GAVAVÊTINÊ YA DEWLETÊ YE 
 
PKK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê li gorî banga birêz Ocalan tevbigerin. Vê bangê û ragihandina agirbestê hêviya me ya aştiyê gelek mezin kir. Ji bo ku ev hêviye mayinde bibe û ji bo PKK bikare kongreya xwe li dar bixe, divê demildest zemîna şer ji holê were rakirin. Divê operasyonên derveyî sînor tavilê bên sekinandin. Weke ku hûn jî dizanin PKK’ê agirbest ragihand û divê li vir jî operasyonên derveyî sînor bên sekinandin. Êdî dema avêtina gavan û berpirsyartiyê ya îktîdar û dewletê ye. 
 
DIVÊ ZIMANÊ ÇAPEMENIYÊ PIŞTGIRIYÊ BIDE LI AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ 
 
Binêrin, ji salên 90’î û vir ve ji 600’î zêdetir tecrubeyên pevçûn û çareserîyê çêbûne. Yên ku ji van tecrubeyan serkeftin bi dest xistine, pêvajoyên ku bi rêzikên siyasî û zagonî esas girtine. Wekî ku min nû jî behs kir, ji bo vê bangê qenciyeke pir berfireh a cîhanê heye. Îhtimala aştî û çareseriyê jî li Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bûye sedema heyecanekê. Di vê rewşê de, li şûna ku atmosfera aştiyê hîn bêhtir zêde bibe, bi kêrî kesî nayê ku zimanekî dûrî cidiyeta pêvajoyê bi kar bîne. Bi heman rengî gelekî girîng e ku zimanê li medyayê zimanekî piştgiriyê li aştî û çareseriya demokratîk dike. Ji ber ku em dê pêşî bi zimanê xwe aştiyê ava bikin. Di vî warî de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê çapemenî û kedkarên çapemeniyê.
 
EM Ê BAWERIYA XWE BI XWE BÎNIN
 
Gelekî girîng e ku birêz Erdogan li vê pêvajoyê xwedî derdikeve. Tenê axaftin têra demokrasiya Tirkiyeyê û pêkanîna aştiyê nake. Çalakî û pratik tê xwestin. Bi awayekî xwezî her kes li bende ye desthilatdariya rêveber a dewletê, yanî ji birêz Serokkomar pratîze bike. Divê bingeha vê pêvajoya ku aştî, hêvî û demokrasî ye, siyaseta demokratîk û hiqûq be. Birêz Ocalan bi bangawaziyê destpêkeke gelekî xurt ji avakirina komara demokratîk re kir. Ya dikeve ser me ew e ku em vê destpêkê mezin bikin û pêş bixin û bi demokrasiyê tacîdar bikin. Wisa xuya ye ku em dibihîzin ku dibêjin bi nêrîna serpêhatiyên berê zehmet e. Tu tişt ne hêsan e, lê dikare pêk were. Em ê li vir pişta xwe bispêrin têkoşîna xwe ya aştiyê, têkoşîna xwe ya komara demokratîk. Em ê xwe bispêrin têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî, em ê xwe bispêrin hêviya aştiyê. Em jin wê herî zêde ji xwe bawer bin.
 
AŞTÎ Û DEMOKRASÎ KARÊ WÊREKAN E
 
Birêz Ocalan dixwaze ji bo aştiyê û ji bo bangê pir bixebite. Ji bo vê jî bi xwe di hevdîtina me de diyar kiriye ku ji hemû beşan kedeke mezin divê. Binêrin, eger şert û mercên jiyana azad û xebatê yên Ocalan neyên afirandin, wê zehmet be ku vê tevkariyê bike. Ji ber vê yekê divê bi lez û bez şert û mercên jiyan û xebatê yên azad ên birêz Ocalan bên avakirin. Dîsa yek ji gavên lezgîn ên divê bên avêtin jî avêtina gavên siyasî û hiqûqî yên vê pêvajoyê ye. Divê em hemû zanibin ku demokratîkbûyîn ti carî ne qelsî ye. Aştî ne karê lewazan e, aştî karê wêrekan e, aştî karê kesên bihêz e. Avakirina demokrasiyê karê egîdan, hêzdar û yên xwe rêxistinkirine ye. Divê tevahiya raya giştî ya Tirk zanibe ku mafên mirovan ên herî bingehîn û mafên herî bingehîn ên gelan divê ti carî neyên jibîrkirin. Ev pêvajo ne pêvajoya têkçûnê ye. Zincîra gavavêtinê ye ku her kes bi ser dikeve û bi bîr û baweriyê gavan diavêje. Hebûna gelê Kurd, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, ewlekirina wekheviya hemû gel û baweriyên cuda yên li vî welatî dijîn bi taybetî Elewiyan û esasgirtina demokrasiya herêmî weke wezîfeyeke çareseriya demokratîk a lezgîn li pêşiya me ye. Gavên di vî warî de bên avêtin wê her kesî bêhnfireh bike.
 
DEMOKRASÎ BI AWAYEKÎ AZAD HUNERA VEKIRINA DEVÊ MIROVAN E
 
Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinê de gotineke pir baş bi kar anî û got: "Demokrasî hunera ku bi awayekî azad hunera vekirina devê mirovan e." Dem hatiye ku Tirkiye biaxive. Niha dem hatiye ku civak xwe bi awayekî azad îfade bike. Em jî dibêjin ku dema qenalên îfadeyê yên sed sal in hatine girtin bên vekirin wê bingeha demokrasiyê xurt bibe. Demokratîkbûyîn sîgorta siberoja vî welatî ye. Konsensûsa demokratîk û siyaseta azad, lingên herî girîng û bingehîn in ku em ê ji nifşên pêşerojê re bihêlin. Em dibêjin werin em pêşeroja xwe bi hev re ava bikin. Ez ji vir dixwazim xîtabî gelê Tirk bikim. Nefikirin ku bi aştî û çareseriyê encamgirtina van geşedanan tenê bi kêrî gelê Kurd tê. Hinekî serê me tevlihev e, hinekî bêtehemulî hene ku em tecrube dikin. Ji ber ku di van pêvajoyên ku heta niha pêk hatine de pergala ku ji aliyê îdeolojiya dewletê ya fermî ve hatiye avakirin, bûye sedema tevliheviyê.
 
Lê bawer bin ku gelê Tirk û hemû gelên din ên li vê erdnîgariyê dijîn wê li vir jî gelê Kurd bi ser bikevin. Ev yek wê bibe destketiya jiyana hevpar a hemû gelan. Divê ev pêvajo weke avakirina fermaneke ku em hemû bi karibin bi ziman û baweriya xwe azad bijîn, bê xwendin. Demokrasî û wekhevî ti gelan parçe nake. Hurmet, hezkirin û yekîtiya her gelî ya li hemberî hev zêde dike. Her ku dewreyek tê girtin û ya din jî vedibe, em weke DEM Partiyê amade ne ku li ser bingeha vê veguherîna demokratîk pêşerojeke hevpar ava bikin. Em ê gavên xwe yên ji bo aştiyê ne bi ketin û rabûnê, em ê bi bazdanê gav biavêjin.
 
Wekî birêz Selahattîn Demîrtaş jî gotî, dem hatiye ku em dilopek av bidin dara aştiyê. Ez bejna xwe li ber dayikên aştiyê ditewînim, ku bi têkoşîna xwe ya bi dehan salan re tovê aştiyê veguherandine şitlên ku bi têkoşîna xwe ya bi dehan salan em li dora dareke mezin a aştiyê berhev kirine û berdêlên herî giran dane, ditewînim. Xwediyên herî girîng ên vê pêvajoyê hûn in, dayikên aştiyê ne. Hûn jinên ku bi dehan salan li ber xwe dan û berdêlên giran dan, dayikên hêja ne.
 
Em ê ji bo mafên xwe, ked û nasnameya xwe bi hev re tevli pîrozbahiyên 8 'ê Adarê bin. Di heman demê de ji bo parastina vê banga birêz Abdullah Ocalan em ê di 8 'ê Adarê de li qadan bin. Û em ê di rojên pêş de tevli mîtîngên Newrozê bin. Em ê bi hev re agirê Newrozê ji bo aştî û civaka demokratîk gur bikin."
 
 

Sernavên din

09/03/2025
09:25 Jinên Botanî: Divê Abdullah Ocalan demildest azad bibe
09:15 Xwîşka Gulan a PKK'yî: Em bi Ocalan bawer in, wê azadî pêk were
09:01 Dayikên Aştiyê: Ji bo çareseriyê divê ji ewil Ocalan û girtî bên berdan
09:00 Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'