Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin

  • jin
  • 09:16 6 Adar 2025
  • |
img

STENBOL - Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinarê diyar kir ku ew ê di 8'ê Adarê de di "Civîna Jinan a Mezin" de bên cem hev û got: "Divê em li qadan bin û li dijî polîtîkayên li ser nasnameya jinê tên meşandin dengê xwe bilind bikin û aştiyê biqîrin."

Jin wê îsal bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gelek navendan li qadan bin. Li Stenbolê ku yek ji navendên ku dê 8'ê Adarê lê bê pîrozkirin, amadekariyên jinan didomin. Jin wê îsal li Stenbolê saet di 13.00'an de li Kadikoyê bi dirûşmeya "Têkoşîna bihevre" "Hevdîtina Jinan a Mezin" li dar bixin. Piştre jî wê saet di 19.30'an de bi dirûşmeya "Têkoşîna Femînîst Jiyana Me û Cîhanê Diguherîne" li Taksîmê di "Meşa Şevê ya Femînîst" de bên cem hev.
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Arîfe Çinar li ser girîngiya 8'ê Adarê ya îsal axivî. 
 
BANGAWAZÎ Û 8'Ê ADARÊ
 
Arîfe Çinarê anî ziman ku herî zêde jin ji şer bandor bûne û diyar kir ku banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng e. Arîfe Çinarê got: “Em dizanin ku koçberî hene û li Tirkiyeyê jin rastî kedxwariyê tên. Tam jî di ser vê re, bangawazî rastî 8'ê Adarê hat. Em ê 8'ê Adarê bi dirûşmeya 'Em bi têkoşîna azadiya jinê aştiyê bi rêxistin dikin' pîroz bikin. Em ê bi azadiya birêz Ocalan û di ser vê azadiyê re aştiyê bi rêxistin bikin."
 
TUNDÎ Û CÎNAYET
 
Arîfe Çinarê bi bîr xist ku sala 2025'an ji aliyê serokkomar ve wekî "sala malbatê" hatiye îlankirin û got ku jin di nava malbatê de rastî tundiya mêr tên. Arîfe Çinarê got: “Ji tundiya derûnî bigire heta tundiya fizîkî, cinayetên jinan û qirkirina ajinan di ser vê saziya tê pîrozkirin re pêk tên. Di salekê de nêzî 400 jin hatin qetilkirin. Li Tirkiyeyê em bi polîtîkayên ku tê de feraseta mêr a serdest û jin di warê siyasî û yên din de zêde ne xwedî gotin in re rû bi rû ne. Em têdikoşin ku zagona hejmara 6284'an dîsa çalak bibe. Dema ku sala malbatê hat ragihandin, pêşî li vê pirsgirêkê nehat girtin, berovajî vê pirsgirêk hîn bêhtir kûr dibe. Di bin navê pergala xebatê ya nerm de, dixwazin jinan di malan de bihêlin û tenê taybetiya wan a zarokanînê bidein der. Ev rewş tê wateya veqetandina jinan ji qada civakî, çandî û aborî."
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Arîfe Çinarê diyar kir ku ji salên 90’î û vir ve tevgera jinên kurd û tevgera femînîst gelek caran hatine cem hev û xebatên hevpar meşandine û got: “Hêzeke ku xeta têkoşînê ya hevpar ava kir heye û ev yek her roj xurtir dibe. Pirsgirêka aştî û demokratîkbûnê ne tenê pirsgirêka jinên kurd e. Divê jinên kurd û jinên tirk bi hev re tevbigerin, xeta têkoşînê ya hevpar ava bikin û bi hev re bin. Divê em hemû li dijî polîtîkayên desthilatê yên li ser jinê û şer dengê aştiyê bilind bikin. Û me ev rê vekir. Lihevhatina gel û baweriyên cuda dewletan diqilqilîne. Vê yekê ji bo polîtîkayên jinan jî bi kar tînin. Jin bi têkoşîna hevpar li dijî polîtîkayên desthilatê derdikevin. Ji ber vê yekê têkoşîna hevpar a jinan pir hêja ye."
 
Arîfe Çinarê bi bîr xist ku piştî banga aştiyê ew ê 8'ê Adarê pîroz bikin û got: "8'ê Adarê sembola berxwedana jinan e. Wekî jin divê em bibin dengê aştiyê. Jin dikarin li van xakan şer rawestînin. Ji ber vê divê jin li qadan bin. Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî 8’ê Adarê bibin. Divê em li qadan bin û li dijî polîtîkayên li ser nasnameya jinê tên meşandin dengê xwe bilind bikin û aştiyê biqîrin."
 
MA / Yeşîm Tukel

Sernavên din

09/03/2025
09:15 Xwîşka Gulan a PKK'yî: Em bi Ocalan bawer in, wê azadî pêk were
09:01 Dayikên Aştiyê: Ji bo çareseriyê divê ji ewil Ocalan û girtî bên berdan
09:00 Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû