AMED - Amedsporê li sehaya xwe bi Adanasporê re lîst û 4-0 têk bir. Lîstikvanên Amedsporê bi pankarta “Kekê Sirri tu dê di dilê me de bijî” derketin sehayê.
Di Lîga 1’emîn a Tendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor li Sehaya xwe bi Adanasporê re lîst. Maç, saet di 16.00’ê de dest pê kir. Ji ber wefata Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, xemgîniyeke mezin li sehayê hebû. Lîstikvanên Amedsporê bi pankarta “Kekê Sirri tu dê di dilê me de bijî” derketin sehayê û piştî destpêkirina maçê demekî dirêj di cihê xwe de sekinînin û nelivîn.
Di deqeya 21’emîn a maçê de Amedspor bi gola Adama Traore û di deqeya 22’yemîn de jî bi gola Oktay Aydin 2-0 kete pêş. Dewreya ewil bi vê skorê xelas bû.
Di dewreya duyemîn de jî Amedsporê gelek pozîsyonên golê bi dest xist. Di deqeya 58’emîn de Amedspor bi gola Yilmaz Ceylan 3-0 kete pêşiya hevrikê xwe. Di deqeya 88’an de jî Amedspor bi gola Daniel Moreno re skor kir 4-0. Maç, bi 4-0 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.
Amedspor dê di hefteya 38’emîn ku maça dawî ya lîgê ye, li deplasmanê bi Ankaragucuyê re bilîze. Ji bo ku Amedspor careke din şensê Play-Off’ê bi dest bixe, divê Ankaragucuyê têk bibe û Adanaspor jî yek ji tîmên xwedî îdia ya lîgê Bolusporê têk bibe.