DÊRSIM - Di serdegirtinên malan ên li navçeya Pêrtagê de 2 kes hatin binçavkirin.
Polîsên dewleta tirk îro li navçeya Pêrtagê ya Dêrsimê bi ser malan de girtin û kesên bin navên O.A û Î.K. binçav kirin. Binçavkirî, ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê. Hat zanîn ku binçavkirî, di çarçoveya lêpirsîneke li ser îfadeyên şahidên aşkera û nepen hatiye vekirin de hatine binçavkirin.