Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 kesan bên darizandin

  • rojane
  • 14:22 28 Hezîran 2025
  • |
img

STENBOL - Di çalakiya vê hefteyê de, Dayikên Şemiyê çarenûsa 5 kesên ku 32 sal berê li Şirnexê hatine kuştin pirsîn û banga “edaletê” kirin.

Dayikên Şemiyê hefteya 1057'an a çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar xistin da ku çarenûsa  xizmên xwe yên kuştî û windabûyî bipirsin û edaletê bixwazin. Di çalakiya ku gelek kes beşdar bûn de wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qurnefîl hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de, ji bo Omer Çetîn, Saît Şen, Beşîr Baskak, Abdullah Guler û Ahmet Guler ku di Hezîrana 1993'an de di encama serdegirtina leşker û cerdevanan de li gundê Hirareş  yê navçeya Basa ya Şirnexê hatin kuştin û cenazeyên wan piştî 19 salan hatin dîtin, edalet xwestin.
 
Metna çapemeniyê ji mirovnên şemiyê Sebla Arcan xwend.
 
Sebla Arcan diyar kir ku bi salan e daxwazên wan ên rastî, edalet û aştiyê hene û got ku ji bo aştî mayînde bibe divê rûbirûbûn û hesabpirsîn pêk were. Sebla Arcan ku diyar kir li gundê Hirareş ku di Hezîrana 1993'an de operasyon lê hatiye kirin, gundî li dibistana gund hatine komkirin û 2 rojan îşknce li wan hatiye kirin wiha berdewam kir, "Yek ji gundiyan, Omer Çetîn ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin û birine qereqolê. Piştre ew birine mala wî  û lêgerin kirin. Dema ku di lêgerînê de tiştek nehat dîtin, leşkeran gef li Omer Çetîn xwarin û gotin, 'Heke tu neaxivî, em ê jina te tazî li dora gund bigerînin.' Piştî vê gefê, Omer Çetîn hewl da ku ji balkona malê bireve û ji aliyê leşkeran ve hatiye gulebarankirin û bi giranî birîndar bûye. Di heman rojê de, Omer Çetîn, Ahmet Guler, Saît Şen, Beşîr Baskak, Abdullah Guler û Ahmet Gulerekî din ji aliyê leşkeran ve bi çavên girtî bi hinceta ku 'dê îfadeyekê bidin' dibin qereqolê."
 
'TU LÊPIRSÎN NEHAT DESTPÊKIRIN'
 
Sebla Arcan gotinên xwe wiha domand: "Ahmet Guler ku çend roj şûnde bi birînên giran vegeriya gund, tiştên ku di binçavkirinê de qewimîn wiha vegot: 'Wan Omer Çetîn û Ahmet Guler ku yekî din jî bi heman navî ye, li nêzîkî gund kuştin. Piştre min, Sait Şen, Beşîr Başkak û Abdullah Guler birin deverek çiyayî ya bi zeviyên genim. Wan em avêtin çalekê. Dema ku ez rûniştibûm, dengê çekan hat û hevalên min li ser min ketin. Wan bombeyek jî avêtin. Dema ku ez hatim ser hişê xwe, ez vegeriyam gund û tiştên ku qewimîne vegot. Malbatên ku ji bo Ahmet Guler çûn herêmê, cenazeyên xizmên xwe yên bi hovane hatine kuştin dîtin. Wan miriyên xwe bi dizî û bi hev re veşartin bêyî ku erkên xwe yên olî bi cîh bînin veşartin. Piştî bûyerê, gundî bi zorê hatin koçberkirin û neçar man ku koçî bajarên cûda bikin. Ahmet Guler 24 rojan li nexweşxaneyê hate dermankirin. Destê wî yê çepê seqet bû û ew hîn jî nikare laşê xwe bi tevahî bi kar bîne. Tevî ku bûyerê bi tevahî ku bûyer bi tevahî hat vegotin jî tu lêpirsîn nehat kirin"
 
'EM DEV JÊ BERNADIN'
 
Sebla Arcan ku diyar kir hestî radestî malbatan hatine kirin û malbatan di dema kolandinê de ku di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Giştî ya Rayedar a Taybet a Dîyarbekirê de di sala 2012'an de hatiye kirin, cenazeyên wan bi merasîmek olî veşartine, tekez kir ku tevî  32 sal di ser bûyerê re derbas bûne jî sûcdar nehatine darizandin. Sebla Arcan tekez kir ku ew ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.
 
Çalakî piştî ku qurnefîl li Qada Galatasarayê hatin danîn bi dawî bû.
 

Sernavên din

16:50 Ji bo girtiyên nexweş banga tehliyeyê
15:42 Ji bo Qada Galatasarayê kampanya
15:40 Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin.
15:33 Bandora serhildana Şêx Seîd a li Kurdistanê tê gotûbêjkirin
15:06 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Wanê civiya
14:56 Bayindir bang li partiyan kir: Bersivê bidin banga Ocalan a ji bo kongreya neteweyî
14:22 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 kesan bên darizandin
14:19 Di doza îşkenceya polîsan a li hemberî zarok de biryar hat xerakirin
14:15 Hatîmogullari di hevdîtina KHK’iyan de diaxive
14:05 Di ser mirina Yildirim de 12 sal bihurî: Em ê têkoşîna wî bidomînin
13:42 Ji bo girtiyê nexweşê anevrîzmê pêşniyara 'li revîrê emeliyat'
13:25 HPG’ê têkildarê mirina Ceylan de daxuyanî da
13:09 HPG-NRÇ: Êrîşên artêşa Tirk didomin
12:26 DEM Partî li Amerîkayê têkildarê pêvajoyê dest bi hevdîtinan kir
12:25 Li Ceyhanê jinek hate kuştin
12:09 Dê Mazlûm Erencî li ser gora xwe bê bibîranîn
11:29 Hunermendên ku beşdarî Şahiya Biharê ya Erdîşê bûn: Em xwedî li çanda xwe derkevin
10:36 Şahidên Madimakê: Heta Elewî wek hemwelatiyên wekhev neyên dîtin aştî pêk nayê
09:53 Welatiyên ku malên wan ji lehiyê zirar dîtibû çareseriyê dixwazin
09:04 Ji bo girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak serlêdana nû: Rewşa wê pir krîtîk e
09:03 Rojnamegeran bertek nîşan dan: Polîtîkayên bêcezakirinê pêşiya mafyayê vedikin
09:02 Neviyê Şêx Seîd: Em ê piştevaniya aştiyeke adilane dikin
09:01 Bîrên petrolê kaniyên gundê dîrokî ziwa kir
09:01 ‘Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê ji bo pêvajoyê sûdewer be’
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:40 Trump sivikkirina cezayên li ser Îranê rawestand
27/06/2025
16:30 Mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin
16:28 Rêxistinên mafan ragihandin ku ji bo pêvajoyê dest bi xebatan dikin
15:43 Rapora girtîgehan: Mafên herî bingehîn jî hatine sekinandin
14:24 Li Parlamentoya Ingilistanê ji bo Abdullah Ocalan banga azadiyê
13:46 Mamosteyê ku ji ber îstîsmarkirina zarokan 28 sal ceza lê hatibû birîn winda ye
13:11 Abdullah Ocalan: Şêx Seîd dengê gel bû û li dijî zilmê paşve gav neavêt
12:05 Cemiyeta Rojnamegeran a Şirnexê: Em bi Zeynep Durgutê re ne
11:59 Ji bo îtîraza li dijî biryara Doza Kobanê ku 32 hezar rûpel e tenê 7 roj dem dan!
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:07 Tehliyeya hevşaredara berê bo 3 mehan hate astengkirin
11:04 Ayşegul Dogan: Pêdivî bi geşedanên pêvajoyê xurt dikin heye
10:37 Ji Amedê bo desthilatê bang: Gav biavêje, dawî li operasyonan bîne
10:32 Şaredariya AKP’î ji bo îhaleyên ‘nelirê’ hincet kir ‘ewlehî’!
09:27 Jinan ji bo mihrîcana Gimgimê bang kir
09:20 Meral Daniş Beştaş: Geşedanên li Rojhilata Navîn ji Tirkiyeyê re dibêje ‘pirsgirêkên xwe çareser bike’
09:18 Nûran Seçkîn a di şer de 4 kes ji malbata xwe winda kir: Divê dewlet gavên lezgîn û şênber biavêje
09:03 Xelkê Wan û Qersê krîza aborî nirxand: Çareserî, aştî ye
09:03 Bavê ku 2 zarokên wî di bin payerêyê de hatin veşartin: Dê aştî êşa me sivik bike
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:54 Li Şirnexê 5 herêm wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
26/06/2025
17:04 Bakirhan di hevdîtinên li Ingilistanê de ji bo pêvajoyê ‘piştgirî’ xwest
16:55 Bersiva pirsa ‘bombeavêja Uytun qetil kirî aydê kê ye?’ nayê dayin
16:23 Rojnamegera Zeynep Durgut giliyê ‘çeteya fihûşê’ ya gef xwaribû kir
16:10 Bayindir: Dê têkoşîna gelê me bi Ocalan re bi ser keve
15:46 Danişîna doza Ayşe Surucu hate taloqkirin
15:22 Tehliyeya Başaran bi hinceta ‘ji bo civakê xetere ye’ hat taloqkirin
14:10 Dadegeha Îstînafê di doza tecawiza li dijî zarokan û fihûşê de xwest ceza bê zêdekirin
13:10 ‘Nobeta Azadiyê’ di sala 14’an de ye
13:05 MKG’ê ji bo Zeynep Durgut daxuyanî da: Em bi wê re ne
12:58 Ji bo rojnameger Ertaş biryara beraetê hat dayin
12:49 Der barê rojnameger Berîvan Kûtlûyê de doz hate vekirin
12:21 Ji bo belavkara rojnameyê 2 sal û mehek ceza hate dayîn
12:17 Doza Hevşaredara Hênê hate taloqkirin
11:58 Dubbins ji bo pevajoyê hişyarî da YE’yê: Ji destçûna firsendê dê felaket be
11:54 Îkram Balekanî: Li Îranê çareserî Konfederalîzma Demokratîk e
11:13 Gelê Çerkes pêvajo nirxand: Demokrasî pirsgirêka hemû gelan e
11:11 Şandeya Îmraliyê: Pêvajo derbasî qonaxeke girîng bû
11:10 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan bi dawî bû
10:45 DFG: Em bi Zeynep Durgutê re ne û dê dev ji kesên gef xwarin bernedin
10:43 Şewata li Foçayê mezin dibe: 20 xanî hatin valakirin
10:32 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya bi Kurtulmuş re dest pê kir
10:25 Dê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ bê lidarxistin
09:59 Rêxistinên sosyalîst: Divê teqez em vê pêvajoyê civakî bikin
09:43 Gef li nûçegihana me ya ‘Çeteya Fihûşê’ derxistî holê hat xwarin: Em ê dev ji te bernedin
09:29 Dogan ku piştî 31 salan hate berdan: Em xwedî li pêvajoyê derkevin
09:21 Ji bo bîranîna Onder turnuva û konser hat lidarxistin
09:06 AKKAY-DER: Divê dewlet tavilê gav biavêje
09:05 Wêneyên talana Keşîşxaneya Mar Şalîtayê
09:03 Li berpalên Çiyayê Gilîdaxê dema gîhadirûnê
09:00 ROJEVA 26’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:52 Şandeya Îmraliyê dê bi Serokê Meclisê Kurtulmuş re hevdîtinê bike
25/06/2025
16:43 Biryara bihincet a Doza Kobanê piştî salekê hate aşkerakirin
16:27 Emîne Ocak li nexweşxaneyê hate ziyaretkirin
16:00 Rapora OHD’ê ya girtîgehên Marmarayê: Tehliyeya 93 girtiyan hat astengkirin
15:28 Ji bo rojnameger Rabîa Onverê biryara neşopandinê hat dayin
15:17 Hevşaredarê Îdîrê yê berê Yaşar Akkûş tehliye bû
15:15 Konseya Ewropayê dê di Îlonê de ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan binirxîne
14:15 Daxwaza girtina endamên çeteya fihûşê hate redkirin
13:30 Li Amedê 4 ciwan hatin binçavkirin
13:29 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî 10’mîn Pakêta Darazê daxuyanî da
13:20 Şewata li herêma Omeryayê hate vemirandin
13:19 Hevşaredar: Em ji avakirina civaka demokratîk berpirsyar in
13:18 Aborînas Îlhan Doguş: Armanca esasî ya şer elementên axê yên kêmpeyda ne
12:47 Çapa nû ya pirtûka ‘Îdeolojiya Azadiyê ya Sedsala 21’emîn: Sosyalîzma Demokratîk’ derket
12:46 Rojnameger Geleban: Heke Kurd bibin yek dikarin li Îranê konfederalîzma demokratîk ava bikin
12:00 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga têkoşîna hevpar kir
11:59 Li 21 gundên Licê lêgerîna petrolê tê kirin: Qada me ya jiyanê tê tunekirin
11:35 Siddik Guler sewqî ATK’ê hate kirin
11:34 Malbata girtiyê nexweş ê wefat kirî: Heke îktîdar jidil be bila gav biavêje
10:54 Hunermend: Dema qala aştiyê tê kirin nabe operasyon bên lidarxistin
10:44 Li Çiyayê Gabarê ekosîstem tê tunekirin
10:43 Îranê 3 girtiyên Kurd darve kir
10:31 Ji civaka sivîl banga pêvajoyê: Çareserî bi edaletê dibe
10:01 ‘Îktîdar girtiyên nexweş weke gefê bikar tîne’