NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê kiriye û dê guhertinên sereke çêbibin. Mazlum Ebdî, got: “Sûriye mecbûr e di hundir de biguhere, dê guhertin çêbibe. Dê guhertineke bingehîn a nenavendî çêbibe. Ji bo hemû gel rola xwe bilîzin bingeh hatiye avakirin.”
Li Sûriyeyê her çend di navbera Kurdan û hikûmeta demkî de pêwendî hebin jî, taloqkirina hevdîtina li Parîsê ev trafîka hevdîtinan da sekinandin. Li hêla din bi komkujiyên li dijî Elewî û Durziyan re pevçûn didomin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî têkildarî geşedanên li herêmê pirsên rojnameya Yenî Yaşamê bersivand.
Mazlum Ebdî, ji bo pirsa têkildarî hilweşîna rejîma Baasê, destpêkirina serdema HTŞ’ê û guhertina jeopolîtîka Rojhilata Navîn û hevkêşeyên leşkerî û siyasî yên di navbera aktoran de wiha got: “Pêvajoyeke nû dest pê kir. Guhertinên bingehîn çêdibin. Beriya her tiştekî hewceye em vê bibêjin; Heta demeke nêz jî Sûriyeyê li Rojhilata Navîn li dijî Amerîka û Îsraîlê di eniyeke cuda yê stratejîk û siyasî de cih digirt. Ev yek bi temamî guherî. Sûriye, derbasî bloka li dijî Îran û Rûsyayê. Ev ji hêla siyasî ve guhertineke sereke ye.
JI BO GEL ROLA XWE BILÎZIN BINGEH HATE AVAKIRIN
Ya duyemîn; Sûriye li ser bingeha îdeolojiya neteweperestiyê hatibû avakirin. Niha jî derbasî îdeolojiya neteweperest û Îslamîtiyê bû. Di dîroka Sûriyeyê de ev tiştekî mezin e. Ev, pêvajoyeke guherînê ya nû ye. Li gorî min ev guherîna li Sûriyeyê dê bandorê li Rojhilata Navîn bike.
Sûriye heta niha hikûmeteke navendî bû. Rejîmeke totalîter hebû. Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku 14 salan domiya, mimkun nîne Sûriye dîsa bi awayekî totalîter were birêvebirin. Sûriye mecbûr e di nav xwe de guherînan bike, dê guhertin çêbibe. Dê guherîneke bingehîn a nenavendî çêbibe. Ji bo hemû gel bi rola xwe bilîzin bingeh hate avêtin. Lewma em dibêjin pêvajoyeke nû ye.”
Bi domdarî Ebdî bersiva pirsa têkildarî Peymana 10’ê Adarê da û ev tişt anî ziman: “Beriya Peymana 10’ê Adarê me li Şamê hevdîtinek kir. Peyman, encama xebatekê bû. Navbeynkar hebûn. Heke xelet neyê bîra min, dawiya Kanûnê yan jî destpêka meha Çileyê bû. Me civîna ewil li Şamê kir. Dema me civîna ewil bi Ahmed Şara re li dar xistî, hêj serokê HTŞ’ê bû û nîqaşeke me ya dirêj çêbû. Di wê civîna ewil de peymanek çênebû. Biqasî 3 saetan me nîqaş kir. Piştî vê nîqaşa dirêj jî me li ser maseyê li hev nekir. Piştre jî me ev hevdîtin bi rêya navbeynkaran domandin. Ev navbeynkar jî hinek rêxistinên civaka sivîl ên Amerîka û Brîtanyayê bûn. Ev ne fermî bûn, rêxistinên civaka sivîl bûn. Ew jî ketin navberê û xebatekî wiha hate kirin. Vê xebatê hinek dem girt ji ber ku ji bo avakirina tifaqê tu amadekariyek nebû. Hevdîtina duyemîn, di 10’ê Adarê de bi Serokkomarê Sûriyeyê birêz Ahmet Şara re hate kirin. Ev hevdîtin jî piştî amadekarî û xebatan hate lidarxistin.
‘TIRKIYE YEKSER TEV LI VÊ PEYMANÊ NEBÛ’
Wê demê li Sûriyeyê rewşekî taybet hebû, li dijî Elewiyan bûyerên tundiyê hebûn. Sûriye ber bi şerekî navxweyî ve diçû. Di esasê xwe de ji bo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li tevahiya Sûriyeyê agirbestek çêbibe, pêdivî bi peymaneke HSD û hikûmeta Sûriyeyê hebû. Pêdiviya me jî bi agirbestê hebû. Ji ber ku li Qereqozak û Bendava Tişrînê em bi hêzên girêdayî dewleta Tirk re di nava şer de bûn. Ji ber şerê li dijî Elewiyan, pêdiviya hikûmeta Sûriyeyê jî bi agirbestê hebû. Vê, zemîna xwe ava kir û piştî civîneke bi qasî sê saetan jî jî li ser hinek xalên giştî ku tevekan li ser lihev kir, peymanek hate mohrkirin. Ji bo Ji bo li tevahiya Sûriyeyê agirbestek çêbibe û Sûriye dîsa bibe yek. Ev peyman, ji bo berjewendiyên tevahiya Sûriyeyê bû. Heta wê demê jî Sûriye bûbû çar parçe. Hikûmeta Idlibê, ya Şamê, hikûmeta demkî ya nêzî Tirkiyeyê û Rêveberiya Xweser hebû. Diviyabû me Sûriye bikira yek. Hewcehî bi entegrasyonê hebû. Xetere hebû ku di navbera Kurd û Ereban de, Elewî û Suniyan de şer derketa. Bi vê peymanê me hewl da van aloziyan ji holê rakin. Ji bo gel vegerin mal û cihên xwe hewcehî bi peymanê hebû. Me got ku divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin û hikûmeteke Sûriyeyê ku her kesî hembêz dike were avakirin. Ji bo axaftina li ser mijarên wiha giştî zemîneke guncav hebû. Lê meseleya esasî, di hûrgiliyên peymanê de bû. Me ew ji dawiyê re hişt. Ya girîng ew bû ku şer were sekinandin û pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Li gorî min xala herî girîng a peymanê jî ev e. Di destpêkê de hêzên navneteweyî ji bo rêwîtiya me ya Şamê ji hêla lojîstîk û ewlewhiyê ve bûn alîkar, her tim di civînê de amade bûn lê tev li civînê nebûn. Ez behsa hêzên Amerîkayê dikim. Bûn alîkar û lê tev li nebûn. Nêzikatiyeke Tirkiyeyê heye. Li gorî min Tirkiye ji bo ev peyman pêk neyê bi temamî nebû astengî. Di dawiya dawî de heke dewleta Tirk red bikira, ev civîn dê pêk nehata. Tirkiye yekser tev li vê peymanê nebû. Têkiliyên wê bi hikûmeta Şamê re hene, bi hev re dixebitin. Lê her çend peyman bi erêkirina Tirkiyeyê nebe jî, wisa xuya dike ku jê re nebûna astengî.”
Mazlum Ebdî, da zanîn ku piştî Peymana 10’ê Adarê de tu hevdîtinên rû bi rû bi Ahmed Şara re nekiriye û got: “Pêwendiyên me yên bi hev re hene lê me rû bi rû tu hevdîtin nekirine. Me bi hikûmeta Sûriyeyê re jî hevdîtin kir lê me hewcehî bi hevdîtineke di vê astê de nedît.”
‘BI TIRKIYEYÊ RE PÊWENDIYÊN ME YÊN YEKSER HENE’
Mazlum Ebdî, da zanîn ku pêwendiyên wan ên yekser bi Tirkiyeyê re hene û ev tişt anî ziman: “Ev tiştekî erênî ye. Firsend hene ku li şûna pirsgirêkên heyî cuda cuda fêm bikin, em yekser bi hev re biaxivin. Pêwendiyên me yên di vê astê de hene û em dixwazin hêj bêhtir pêş bixin. Tirkiye niha ji me re dibêje ‘Divê hûn û Şam bên gel hev û lihev bikin.’ Hewceye Peymana 10’ê Adarê cîbicî bibe. Em dizanin ku nêrîna Tirkiyeyê ya têkildarî HSD’ê, hêzên leşkerî hinek cuda ne. Di vê mijarê de em wekî hev nafikirin. Em Sûriyeyî ne lewma mafekî xwezayî ye ku hêzên me bibin parçeyeke artêşa Sûriyeyê. Tişta niha em dixwazin jî ev e. Di vê mijarê de Tirkiye cuda difikire. Me heta niha di vê mijarê de tu pratîkeke Tirkiyeyê ku vê asteng dike nedîtiye. Hêvîdarin ku dewleta Tirk bi rolekî erênî rabe. Di hevdîtinên niha yên bi hikûmeta Sûriyeyê re de DYA, Fransa û Ingilistan jî tev li dibin.”