NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (IOM), ragihand ku hejmara kesên ku ji ber noqbûna keştiyê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 76 kesan û 49 kes jî winda ne.
Duh li perava bajarê Abyanê yê li başûrê Yemenê keştiyeke penaber lê siwar bûn, noqî avê bû. Rêxistina Koçeê ya Navneteweyî (IOM) da zanîn ku di keştiyê de 157 kes hebûn, ji van welatiyan 76'an jiyana xwe ji dest dane, 32 kes hatine rizgarkirin û bi dehan kes jî winda ne.
Hin kesên hatine rizgarkirin, sewqî bajarê Adenê hatin kirin ku li nêzî herêmê ye.