NAVENDA NÛÇEYAN - Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, amedekariya "Konferansa Yekhelwestiyê" dikin.
Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asur, Ermen, Êzidî, Turkmen û Çerkes ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên lidarxistina konferansekê bi navê "Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" dikin.
Konferans dê bi dirûşma “Bi hev re ji bo pirrengiya ku yekitiya me xurt dike û hevkariyek ku siberoja me ava dike” bê lidarxistin.
AMEDEKARÎ XILAS BÛN
Endamê Komîteya Amadekar a Konferansê û Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mela Îbrahîm têkildarî amadekariyan ji ANHA'yê re axivî û da zanîn ku Komîteya Amadekar a Konferansê ji nêzî 20 endaman ji nûnerên pêkhateyên hemû kantonên herêmê pêk tê. Îbrahîm, diyar kir ku ew ji meha Hezîranê (2025) ve wekî insiyatîfa civakî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kom bûn û dest bi amadekariyan kir.
DÊ YEKHELWESTIYA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK BÊ AŞKERAKIRIN
Ciwan Mela Îbrahîm da zanîn ku piştî hilweşandina rejîma Bassê hewldanên derxistina fitneyê di nava gelan de li Sûriyeyê bi pêş ket, pêkhate jî bi vê konferansê dixwazin yekhelwestiya xwe ya avakirina Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk bidin diyarkirin.
DÊ HEMÛ PÊKHATE DI NAV DE CIH BIGIRIN
Li gorî agahiyên Îbrahîm; gelek kesayetên civakî, çandî, bawerî, olî û rûspî ji bo konferansê hatine vexwendin. Hejmara delegeyan jî di navbera 400-500 delegeyî de ne. Di konferansê de wê li ser reşnivîsa ku niha ji aliyê komîteya amadekar ve tê hazirkirin, nîqaş bên pêşxistin û konferans bi encamnameyekê bi dawî bibe.
Dîrok û cihê lidarxistina konferansê hîn nehatine diyarkirin, wê di demeke nêz de bên ragihandin.